Lîstokvanê rêzefîlma fenomen mir!

Rukiye Mistefa

BasNews - Lîstokvanê rêzefîlma House of Cards ku wê hejmareke zêde heskirî kom kir û di heman demê de xwediyê diyariya Emmy Reg E. Cathey jiyana xwe ji dest da.

Aktorê ku di rêzefîlma House of Cards de bi rolê Freddy Hayes hat hezkirin û xwediyê diyariya Emmy Reg E. Cathey li New York di mala xwe de jiyana xwe ji dest da.

Agahiya derbarê mirina lîstokvanê bi navbang di hesaba medya ya civakî ya derhênerê rêzefîlma The Wire ku demekî tê de rol girtibû de hat zanîn. Derbarê sedema mirina Reg E. Cathey yê 59 salî de heta naha tu daxuyanî nehatin dayîn.

Hat diyar kirin ku ev aktor demeke dirêje li hember penceşêra kezebê tekoşîn dikir. Reginald Eugene Cathey ku di sala 1958 li Alabama ji dayîk bûye, di sala 1984 de bi rêzefîlmeke binavê çîroka bijîşkekî dest bi aktorî ango lîstokvanî kir. Ev lîstokvanê ku di rêzefîlma House Of Cards de rol girt, di saya vê rêzefîlmê de gihîşte asteke herî jor ya hezkiriyan.