Trump ji bo bêdeng be bi hezaran dolar pare da stêrka pornoyê!

Rukiye Mistefa

BasNews - Rojnameya Wall Street Journal ragehand, serokê Amerîka Donald Trump berî helbijartinên ku meha cotmeha 2016ê pêkhatine, ji bo ku bêdeng be ji stêrka porno Stormy Daniels re 130 hezar dolar pare daye. Piştî wan îdîayan parêzerê Trump daxuyaniyek da.

Herwaha hat îdîa kirin ku parêzerê Serokê Amerîkayê Donald Trump Michale Cohen, di sala 2016ê de li gel parêzerê Stormy Daniels hatine gel hev û li ser 130 hezar dolar li hev kirine.

Li gor heman rojnameyê Daniels derbarê Trump de peyam û hevdîtinên xwe dê ji kovara Slate re vebêje û piştî wê jî, bo bêdeng be ew pare jê re hatiye dayîn.

Tê gotin piştî Trump helbijartinan de serkeftin bidestxist, bi rêya parêzerê xwe ve, ji bo ew stêrka pornoyê bêdeng be ew pare daye wê.