Di mala Clîntonan de şewat derket!

Rukiye Mistefa

BasNews - Li mala Clîntonên ku jiyana siyasî ya Amerîka de bi bandor bûne, di xaniyên wan ê beşa veşartî ya servîsê ku bikar dianî de şewat derket.

Beşek ji mala serokê berê yê Amerîka Bîll Clînton û hevjîna wî Hillary Clînton ku di demên davî ji bo heman erkê ango serokatiya Amerîka bibû namzed mala wan a li New York ê şewitî.

Hat ragehandin di cihê ku herdû jin û mêr tê de dijîn tu ziyan nedîtiye lê beşa servîsa îstixbaratê ya zîrevanên male bûn, awahiya wan bikar di anî şewitiye.

Herwaha hat diyar kirin şewata ku di qata duyemînde derket ji ber ku zû hat ferq kirin, bê ku tu ziyan bigêhêje kesekî hat vemirandin.

Hat ragehandin di dema bûyerê de Clînton li mala xwe nebûne. Heta naha sedema şewatê nehatiye zanîn.