Neviyê 9mîn ê Trump ji dayîk bû!

Rukiyê Mistefa

BasNews - Hat ragehandin roja sêşemê 12.09.2017ê serê sibê yekemîn zaroka kurê serokê Amerîka Trump yê navîn Eric û hevjîna wî Lara hat Cîhanê.

Kurê Trump Eric Trump agahiya çêbûna zaroka xwe yê ku navê ‘’Eric Luke ‘’ lê kirin li ser hesaba xwe ya Twetter ji bavê xwe re da û parve kir.

Trump di parvekirina xwe de resmek zaroka xwe yê nû jî danî, nêrînên xwe yên weke, ‘’Lara Trump û ez, ji bo vegotina çêbûna kurê xwe yê bi navê Eric Luke Trump ku serê sibê demjimêr 08.50 de hat Cîhanê bi kelecanin.’’

Donald Trump ji kurê wî yê mezin Trump Jr. 5 û ji keça wî Ivanka jî 3 neviyên wî hene. Bi çêbûna Eric Luke re hejmara neviyên Trump bûne 9 kes.