Bi wêne...Dawetê de 15 kîlo zêr bi bûkê ve kirin!

Rukiye Mistefa

BasNews - Li navçeya bajarê wane Elbakê daweta kurê Îskender Ertûş ku yek ji navên girîng ê di nav eşîreta Ertûşiyan de ye, bi 4 hezar mêvanên ku ji Îran û Iraqê jî beşdarî hebûn pêk hat.

Di dawetê de nêzî 200 pez hatin ser jê kirin û nêzî milyonek lîrayê Tirkiyê pere di nav de hat dayîn û ji bo bûkê jî 15 kîlo zêr hat pêve kirin.

Di vê daweta ku 2 roj û 2 şevan dewam kir de qeymeqan û nûnerê serokê şaredariyê Ebsûlselam Öztûrk, fermandarê Garizonê, rêvebirê ewlekariya bajarokê Adil Metîn, parlementerên Kevin ê CHP û HDPê ya Colemêrgê Esat Canan û di nava wan de ji Îran û Iraqê jî mêvan hebûn bi gîştî nêzî 4 hezar kes beşdar bûn û ji bo wan 200 pez hat ser jê kirin û qelî, cacix û birinc hat dayîn.

Di dawetê de pir hunermendên herêmî jî beşdarî dan çê kirin û govend bi sitranên kurdî demek dirêj berdewam kir. Herwaha di dewatê de serokê Eşîrê Ertûş dolar bi mêvanan ve kir.

Di vê dawetê de çanda desmal raxistinê hat rakirin û li şûna wê ji mêvanên ku xwastin pere pêve kin re zerf hatin dayîn û kesên ku xwastin pere pêve kin pare xistin zerfê û danîn nava qotiya ku li gel zavaye.

Di dawetê de nêzî yek milyon pere hat û ji bo bûkê jî 15 kîlo zêr hat pêve kirin. Ji ber ku di milê bûkê de cîh nema, hindek bazinên wê jî li pişta wê ve hatin girêdan. Serokê Eşîretê Îskender Ertûş di daviya dawetê de ji bo hatina mêvanên xwe sipasî kir.

Image Gallery