Bi wêne û video…Li Rewanduz dûpişkek bi bask hate dîtin!

Mihemed Hesnanî

BasNews – Li gundê Kerek a dola Akoyan ser bi bajarê Rewanduzê dûpişkek hat dîtin ku ji dûpişkên din gelek cudatir e.

Hemwelatiyê gundê Kerek Bîndar Bapîr Rewanduzî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gundê Kerek ser bi bajarê Rewanduzê yekem car dûpişkek waha hate dîtin, ku du baskên wê yên biçûk hebû û ji aliyê bavê min ve wêneyê hatibû girtin, piştre jî ji aliyê wan kesên ku li heman cîh amadebûn ew dûpişk hatiye kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Eger ez li wê derê amadebam, min nedihêla dûpişkê bikujin û min dê bianîba. Ji ber tiştên waha diyarde ne û pêwîste lêkolîn li ser wan bê kirin.

Media

Image Gallery