Serokwezîr Mersûr Barzanî ji France24 re peyivî – Naveroka hevpeyvînê

05/02/2020 - 15:21 Kategori Hevpeyvîn

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva pirsên televîzyona France24 da. Naveroka hevpeyvînê, ku duhî hat belavkirin, bi zimanên înglîzî, fransî û erebî hat belavkirin.

Naveroka hevpeyvîna duhî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi televîzyona France24 re:

France24: Birêz Serokwezîr! Ez dixwazim destpêkê pirsa rewşa Bexdayê ji te bikim. Çendîn meh in li wir xwepêşandan e û niha jî serokwezîrê nû Mihemed Ellawî, bo pêkanîna hikûmetê. Daxwaza hilbijartinên pêşwext jî tê kirin. Nêrîna te li ser vê yekê çî ye?

Mesrûr Barzanî: Bi baweriya me rewşa niha ya Bexdayê encama wê rêveberiya xirab e ku di heyama 15-16 salên borî de li Iraqê hebûye. Piraniya wan kesên ku niha xwepêşandanê dikin û derketine kolanan, daxwaza reforman û nehîştina gendeliyê û pêkanîna hikûmetek baş dikin. Em jî piştevaniya tevahiya wan daxwaziyên rewa yên xelkê dikin. Lê hinek caran ajandaya siyasî tevlîhev dibe, ji ber wê jî rewş alotir dibe. Serokwezîrê berê birêz Adil Ebdulmehdî gelek hewl da lê bi qasî ku dihat xwastin, ji aliyê hêzên siyasî ve nehat piştevanîkirin da ku bikaribe pilan û karnameya xwe bicîh bîne. Bi nêrîna me, ew li hember tevahiya pirsgirêkên welêt berpirsiyar nîne. Ez hêvîdar im serokwezîrê nû yê Iraqê birêz Ellawî were piştevanîkirin ji aliyê xelkê û aliyên siyasî da ku serkeftî be.

France24: Gelo tu bi vê yekê geşbîn î? Çimkî xelk zêde pê bawer nînin.

Mesrûr Barzanî: Hîn diyar nîne, ji ber wê jî divê mirov li bendê be û bibîne. Bê guman hinek li dijî wî ne lê beşek mezin jî pişta wî digirin. Ji ber wê jî em hêvîdar in ku dema ew bû serokwezîr, bi temamî girêdayî Destûrê be. Ev jî daxwaza serekî ya piraniya gelên Iraqê ye.

France24: Lê beşek mezin ji Iraqiyan û ayetullah Sîstanî jî, hilbijartinên pêşwext e. Gelo hûn jî vê yekê dixwazin yan na?

Mesrûr Barzanî: Her tişta ku piraniya gelên Iraqê bixwaze, em jî piştgirî dikin. Lê ev pirsgirêk tenê bi hilbijartinan nayê çareserkirin, belkû girêdayî tevahiya sîstemê ye. Em jî ji vê rewşê nîgeran in û divê nîgeraniyên me bên çareserkirin. Divê hikûmetek giştgir û berfireh hebe û nûnertiya xelkê bike. Loma divê hilbijartin jî li ser wê armanc û rêçê were kirin.

France24: Hikûmeta we bi Bexdayê re di nav danûstandinan de bûn bo dîtina çareyekê bo mesela neftê. Lê wisa xuya dike ji ber  rewşa Iraqê danûstandinên we hatibûn sekinandin û ti rêkeftinek nebe…

Mesrûr Barzanî: Belê, rast e. Piştî ku kabîneya min dest pê kir ez çûm Bexdayê û min bi xwe re tîmeka bihêz û çendîn pêşniyar birin. Em û birêz Adil Ebdulmehdî li ser danûstandinan berdewam bûn. Em gihîştin asteka baş û çi nemabû em rêkeftina dawî jî îmze bikin lê mixabin rewşa Iraqê nehîşt. Ji ber wê jî niha her tişt sekiniye. Ez hêvîdar im hikûmeta nû û serokwezîrê nû vê yekê temam bike. Em di wê baweriyê de ne ev bi xêra hemû xelkê Iraqê ye.

France24: Niha behsa vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê jî tê kirin, helbet piştî kuştina generalê Îranî Qasim Sulêymanî. Ez bawer im tu naxwazî ew vekişin. Gelo hêzên Amerîka dê vekişin, gelo hûn ji vê yekê nîgeran in?

Mesrûr Barzanî: Amerîka û hêzên hevpeyman bi daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê, li Iraqê ne. Wan hêzan gelekî alîkariya hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge kirine di şerê DAIŞê de. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku lazim e ew bimînin, ji ber ku DAIŞ hêşta metirsiyeka mezin e û bi temamî nehatiye tinekirin. Hêza DAIŞê ya xwe dubare organîzekirin û êrişkirinê heye. Li hinek deveran dest bi êrişan jî kirine. Biryara parlementoya Iraqê jî biryareka yekalî bû û lez hat kirin. Em hêvîdar in Amerîka û hikûmeta Iraqê mekanîzmekê bibînin da ku hêzên Amerîka û hevpeyman li Iraqê bimînin, ji ber ku mayîna wan gelekî pêwîst e.

France24: Piştî kuştina Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîka ve û bersivdana Îranê, niha Amerîka behsa hanîna sîstema dijî mûşek ya patriyot dike. Gelo li ser wê mijarê bi we re hevdîtin kirine? Gelo tu dixwazî ew sîstem li Iraqê were bicîhkirin da ku êrişên bi wî rengî neyên dubarekirin?

Mesrûr Barzanî: Amerîka mîna her welatekî din mafê wî heye xwe biparêze. Ji ber wê jî li her cihekî biryar bidin baregehên serbazî yan jî sîstema parastinê daynin, ew dizanin. Bê guman ew di şerê terorê de hevpeyman û hevkar û piştevan bûn, ji xwe ji ber wê yekê li vir in. Ew bi xwe dizanin û biryara wan e.

France24: Gelo li ser wê mijarê bi we re hevdîtin kirine?

Mesrûr Barzanî: Gotine emê sîstema parastinê li vir bicîh bikin. Ji ber wê jî li bendê ne bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin bikin û rizamendiya hikûmeta Iraqê bistînin.

France24: Hûn pêşwazî li pêngaveka wisa dikin?

Mesrûr Barzanî: Belê, bê guman. Lê divê Bexda razî be. Em ji xwe razî ne.

France24: Te behsa wê yekê kir ku DAIŞ dîsa xwe ji nû de organîze dike. Nûnerê Amerîka di şerê DAIŞê de jî ragihandiye, hîn nêzîkî 18 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hene. Tu li ser vê amarê çi dibêjî û texmîna te li ser rewşa DAIŞê çî ye?

Mesrûr Barzanî: Gelekî zehmet e ez amareka rast û durist bidim te. Lê bi qasî ku em dizanin, hejmara çekdarên DAIŞê derdora wê amarê ye, hinekî kêm yan jî zêde. Lê ez vê yekê baş dizanim ku hejmara niha ya çekdarên DAIŞê gelekî ji hejmara çekdarên wê yên beriya ku dest bi êrişên ser Iraq û Sûriyê bikin û xilafetê pêk bînin, zêdetir e. Ji ber wê jî îhtimalek mezin heye dîsa xwe organîze bikin û vê yekê jî dikarin bi hêsanî bikin û endamên nû kom bikin. Çimkî tevahiya sebebên derketina DAIŞê hîn mane û alîgirên wê jî hene. Di warê siyasî de rewş aram nîne, di warê aborî de rewş baş nîne, aramiya ku heye jî bihêz nîne. Ev têra derketina grûbeka terorîstî dikin. Ji ber wê jî eger em, hêzên hevpeyman û hêzên heêrmê, bi tundî neçin şerê wan, bi îhtimalek mezin DAIŞ dê dîsa serê xwe rake.

France24: Hevpeymaniya navdewletî dîsa dest bi operasiyonên xwe yên li dijî DAIŞê kiriye, ji ber ku bi awayekî demkî dabû sekinandin. Gelo hûn dixwazin hevpeymaniya navdewletî roleka aktîftir di vî warî de bilîze? Tu dê beşdarî konferansa Mûnîxê jî bibe. Gelo tu dê li wir daxwaz ji civaka navdewletî bikî da ku zêdetir alîkariya we bikin?

Mesrûr Barzanî: Belê, bê guman. Divê em bi tundtirîn şêwaz şerê DAIŞê bikin, lê niha ev zehmet e ji ber ku niha ti cihek di destê wan de nîne. Ji ber wê jî pêwîstî bi hemahengiya serbazî û îstixbaratî heye. Lazim e tu bizanî ew li ku ne û paşê bi operasiyonên serbazî şerê wan bikî.

France24: ‌Te behsa operasiyonan kir. Ev jî pêwîstî bi hemahengiya zêdetir di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de heye, bi taybet li deverên ku li ser nakokî hene. Li wan deran valahiya ewlehiyê heye, ev jî ji ber wê yekê ye ku di navbera we û wan de hemahengiyek baş nîne. Ew dever, heman deverên sunnî ne ku DAIŞ tê de bihêz bû. Niha jî li heman deveran dîsa xwe bihêz dike û dixwaze vegere…

Mesrûr Barzanî: Ev mijar yek ji wan xalan bû ku me bi Bexdayê re gotûbêj kir. Me pêşniyar kir ku divê hemahengiyek baştir di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe, bi taybet li wan deverên ku nakokî li ser hene. Li wan deran valahiya ewlehiyê heye. Sebeba wê jî hebûna aloziya navbera me û Bexdayê bû ku piştî sala 2017 çêbû. Divê ew der bên parastin. Me ji Bexdayê re pêşniyar kir ku bila hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê mîna berê li hev nêzîk bin û bi hevbeşî li wan deran bicîh bibin da ku DAIŞ nekare li wan deran bimîne.

France24: Gelo ew çi qasî çareseriyeka di cihê xwe de ye? Çimkî milîsên şîe piraniya Iraqê xistine destê xwe. Ma ew jî li ser hemahengiya ku te behs kir, metirsî nînin?

Mesrûr Barzanî: Ez vê yekê bêjim ku wan jî şerê DAIŞê kirine. Em behsa wê dikin ku çawa pêşiya dubare derketina DAIŞê bigirin. Ji ber wê jî eger her tiştek di wî rûyî de alîkar nebe, divê em li alternatîfa wê bigerin. Heta vê gavê jî baştirîn alternative ew e ku artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge wê valahiyê tijî bikin, ji ber ku belkû beşek mezin ji xelkê wan deran razî nebin hêzeka din li devera wan bicîh bibe.

France24: Piraniya wan hêzên ku tu behsa dikî, girêdayî Îranê ne. Ji xwe min behsa wan êrişên ku piştî ku Qasim Sulêymanî hatin kirin, kir. Bi nêrîna te Amerîka karekî baş kir ku ew kuşt?

Mesrûr Barzanî: Ew biryara Amerîka bû, ez nikarin li ser navê Amerîka tiştekî bêjim.

France24: Piştî wê rûdanê, ti tehdîdek ji aliyê Îranê ve li we hat kirin? Yan jî ti hevdîtinek bi we re hat kirin?

Mesrûr Barzanî: Me hemû hewlên xwe daye da ku ji wê aloziyê dûr bin. Îran, cîrana me ye û pêwendiyên me û Amerîka jî baş in. Amerîka hevpeymanê me ye û em naxwazin ew alozî zêdetir bin yan jî şer derkeve.  Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû alî hewla aramkirina rewşê bidin, me jî wisa kiriye.

France24: Gelo derketina şer di navbera Îran û Amerîka de, dûr e?

Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im şer dernekeve ji ber ku bi xêra ti aliyekî nîne. Em gelekî nîgeran in ji derketina aloziyan. Ji ber wê jî ez hêvîdar im hemû alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.

France24: Tu li ser gotinên vê dûmahîkê yên serokê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah çî ye ku gotibû sala 2014 dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bibû, bavê te û serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza alîkariyê ji Qasim Sulêymanî kiribû, ji ber ku gelekî nîgeran bibû. Nesrullah gelekî ji helwesta serkirdetiya kurd li hember kuştina Qasim Sulêymanî nîgeran bibû. Tu li ser vê çi dibêjî?

Mesrûr Barzanî: Wî bi wan gotinan, bê hurmetî li xwe kir. Kesekî wisa û di pêgeheka wisa de lazim e baş bizane çawa li ser xelkê biaxife. Bê guman, gotinên wî rast nebûn. Ew tişta ku min çaverê nedikir, helwesta piraniya ereban bû li hember gotinên Nesrullah. Ne tenê kurd belkû ereb jî ji gotinên wî aciz bûn. Ji ber ku ew kesên ku Serok Barzanî nas dikin, dizanin ku wî bi xwe fermandehiya şerê DAIŞê dikir, gelek caran jî li eniya pêş ya şer bû û li kêleka pêşmergeyan şer dikir. Ew kesayetiyekî serekî bû di şikandina efsaneya DAIŞê de. Destpêkê rewş gelekî kambax bû. Rast e Îraniyan jî bi şandina çek û cebilxanê alîkariya me kirin. Lê alîkariya wan gelekî hat mezinkirin. Helbet me spasiya her kesê ku alîkariya me kirin, kir. Lê gelek hêzên din yên hevpeyman jî alîkariya me kirin. Lê divê em vê yekê jî qebûl bikin ku hêzên Pêşmerge bûn li eniya pêş şerê DAIŞê dikirin û qurbanî dan. Wan tenê Kurdistan neparastin, belkû hemû cîhan ji wê metirsiyê parastin.

France24: Ez dixwazim behsa rewşa Sûriyê jî bikim. Tu dizanî, di navbera Tirkiye û Sûriyê de şer û alozî dîsa dest pê kirine. Bê guman hûn ji rewşa kurdan li Sûriyê nîgeran in. Helwesta we li ser tiştên ku li Sûriyê diqewimin, çî ye?

Mesrûr Barzanî: Em ji rewşa Sûriyê nîgeran in, ji ber çend sebeban: Beriya her tiştî em ne di wê baweriyê de ne şer û çek bikaribe aramiyê vegerîne deverê. Dagîrkeriyên vê dûmahîkê yên Tirkiyê jî rewş zêdetir aloz kiriye.

France24: Biryareka xirab bû?

Mesrûr Barzanî: Bi baweriya min nabe alîkar bo vegerandina aşitiyê li deverê. Hinek aliyên opozîsyona Sûriyê jî, ku bûne beşek ji wê pirsgirêkê, ji aliyê xelkê wan deveran ve hatine redkirin û nayên qebûlkirin. Em ji aloztirbûna rewşê nîgeran in. Em ji dubare koçberbûna xelkê Sûriyê jî nîgeran in. Ji ber aloziyên vê dûmahîkê 207 hezar kes ji Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Ji xwe beriya wê jî 250 hezar kurdên Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê bibûn. Ji ber wê jî xelkê ji guhertina demografiya cih û warê xwe nîgeran e. Ez vê dûmahîkê çûn Enqerê û min bi serok Erdogan û berpirsên din yên Tirkiyê re hevdîtin kir. Wan em piştrast kirin ku nahêlin demografiya wê deverê were guhertin.

France24: Baweriya te bi wan heye?

Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im demografî neyê guhertin, ji ber ku ti sûda ti kesî nîne.

France24: Ez dixwazim behsa vir (Herêma Kurdistanê) bikim. Me got ku li Bexdayê xwepêşandan li dijî gendeliyê tê kirin û xelk daxwaza hikûmeteka baş dikin. Kabîneya te jî meha Hezîrana par dest bi kar bû. Te di warê nehîştina gendeliyê de heta niha çi kiriye?

Mesrûr Barzanî: Rast e, ji xwe ew dirûşma kabîneya min e ku em gendeliyê nehêlin. Me ev mijar di karnameya xwe de jî gotiye ku divê em reformên giştî bikin di warê aborî û rêvebirinê de. Yanê bibin hikûmetek baş. Nehîştina gendeliyê jî di destpêka bernameya karên me de ye. Em di ragirtina gendeliyê de serkeftî bûn. Lê ev piroseyeka dûr û dirêj e û em jî pê ve girêdayî ne. Em hêvîdar in bikarin zêdetir şefaf û zelal kar bikin. Xelk jî vê yekê dixwazin û layîqî vê yekê ne ku bibin xwedan hikûmeteka şefaf. Me gavên baş avêtine lê hîn gelek kar mane ku divê em bikin. Bi giştî ez ji encamê kêfxweş im.

France24: Ez dixwazim pirsekê jî li ser referandoma serxwebûnê bikim ku gelek kes dibêjin karekî baş nebû. Helbet di rûyê wext de dibêjin xirab bûye ne di warê pirensîb de. Di dawiyê de jî bû sebeba derketina şer di navbera we û Bexdayê de. Wisa xuya dike ku xewna serxwebûna Kurdistanê dê di demek nêzîk de dîsa nekeve rojevê…

Mesrûr Barzanî: Niha pirsa te çî ye?

France24: Gelo lidarxistina referandomê xelet nebû?

Mesrûr Barzanî: Bê guman nexêr, qet xelet nebû. Me referandom kir da ku bizanin xelkê me ç dibêjin. Referandom piroseyeka demokratîk bû û xelkê me îradeya xwe anî ziman. Xelkê me tenê nêrîna xwe anîn ziman ku çi dixwazin. Ew ne ragihandina serxwebûnê bû. Me deriyê danûstandin bi Bexdayê re jî vekirî hîşt. Lê mixabin Bexdayê karekî ne qanûnî kir û hêz li dijî piroseyeka demokratîk bikar anî. Ji ber ku Kurdistanê li gorî qanûnê beşeka Iraqê ye û me jî serxwebûn ranegihandibû. Ji ber wê jî referandom xelet nebû. Sebeba ku me referandom kir, siyaset û reftara xelet ya Bexdayê li hember kurdan bû. Kurd hatibûn jibîrkirin û piştguhxistin. Em her dem dibêjin ku Destûra me heye û divê Bexda tevahiya bend û xalên Destûrê bicîh bîne. Bi baweriya me eger Destûr bi temamî were bicîhanîn, em dikarim bi hev re bijîn lê mixabin Bexdayê şirîkatî qebûl nekir û me jî got em qebûl nakin bên piştguhxistin û kêm bên dîtin. Ji ber ku pêwendiyên me û Bexdayê li ser şirîkatî û parvekirina desthilatê hatine danîn. Her gava ku Bexda bo danûstandinê amade bûye, em çûne Bexdayê û me danûstandin kiriye li ser çawaniya dîzaynkirina pêwendiyên xwe li ser bingehê Destûrê. Ji ber wê jî kurdan qet Destûra Iraqê binpê nekirine, belkû rêjîma berê ya Bexayê bû ku Destûr binpê kir û kurd neçar kir referandomê bikin.

France24: Te behsa karvedanên Bexdayê kir. Tu çima behsa cîranên xwe û hevpeyman û dostên xwe nakî? Amerîka çi pişta we negirt. Gelo wan we bi tenê hîştin?

Mesrûr Barzanî: Rast e wan piştevaniya me nekirin. Pir mixabin.

France24: Dibe ji ber wê bûye ku xelet bûye?

Mesrûr Barzanî: Ez bawer nakim xelet bû, wan xeletî kirin ku piştevaniya me nekirin. Ji ber ku berjewendî ketin pêşiya nirx û pirensîban. Rewş bi wî rengî bû. Ne xwe ez bawer nakim kurdan karekî xelet kiribe.

France24: Tu bawerî dikî Kurdistan bibe welatekî serbixwe?

Mesrûr Barzanî: Bawarî û arizû tiştek e û rastî û realîte jî tiştek din e. Îro armanca me ew e pêwendiyên me û Bexdayê baştir bin da ku bikarin destkefteka zêde bo gelên Kurdistanê û Iraqê bi dest bixin.

France24: Serokwezîr Mesrûr Barzanî! Gelek spas ku we pêşwaziya me kir li Selahedîn li nêzîkî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê.