Komedyen Mehmet Erbey: Pêwîst e kurd xwedî li mîzaha xwe derkev e

16/02/2019 - 01:03 Kategori Hevpeyvîn
Wêne: Înanç Yıldız Wêne: Înanç Yıldız

Hevpeyvîn: Gönül Gün

BasNews- Gelê Kurd her çi qas bi êş û elemên xwe ve bê zanîn jî di civaka kurdan de mîzah (qerf, henek û laqirdî ) ciheke berfireh digire. Di jiyana rojane û têkiliyên civakî yên kurdan de bi awayên cuda mîzah ber bi çav e.Bi vî awayî meriv dikare bibêje di civaka kurdan de ji aliyekî ve êş û ji aliyê din ve mîzah dîyalektîkekî derdixe holê. Lê serdema nû a cîhanê re şiklî hin tiştan xwe diguherîne ango bi awayek din tê nîşandan. Yek jî mizah e ku bi awayek nûjen tê kirin ango tê nîşandan. Mîzah li ser dikê û bi navê ‘Stand-upê ‘ xwe digihêne temaşeger û hezkiriyên xwe. Ev cure huner di nav kurdan de jî balê dikêşe û eleqe dibîne. Yek jî stand-upa kurdî dike şanoger û komedyenê kurd Mehmet Erbey e. Komedyen Erbey bi xwe şanoger e lê ji 2013 û 2014an pê ve li ser stand-upa kurdî dixebite û diçe gelek bajaran stand-upa xwe bi navê ‘Qirdik’ pêşkeş dike.

Erbey dibêje mîzaha kurdan xurt e, bi kok e, kevnar e û ya hezar sala ne. Divê kurd xwedî li mîzaha xwe derkev e. Erbey amaje li ser kurd û mîzahê jî van gotinan dike," Gelê kurd heta niha êş kişandiye yê ku herî zêde kenê heq dike jî dîsa kurd in." Komedyen Mehmet Erbey bi sponsoriya Destar Kitap Cafeyê li Enqere derkete li ser dikê. Me wek BasNewsê bi şanoger, komedyen û televîzyongerê kurd Mehmet Erbeyê re li ser stand-up, stand-upa kurdî, şano, şanoya kurdî axivî... 

Te di hevpeyvînekê xwe de gotiye ez ne komîk im lê ez komedyen im. Bi ya te komedyen kî ye?

Wexta ku meriv rûyê kesên komîk dinihêre û gotinê wan guhdar dike ev kes ji rêze bin jî ji kesên din re komîk tê. Ev kesên komîk in ne ku ev kesana karekî hunerî dikin. Yanê meriv ji gotina 'merheba, xeberdan û rûyê kesên komîk' dikene. Lê belê kesên komedyen, di nav jiyanê de tiştên pêk tên li hev dixe û van tiştan bi rengî hunerê estetîze dike û dixe nav tûrikê xwe. Em bibêjin komedyen vî karî dike. Ji ber van taybetiyan merivên komîk û komedyen ji hev cuda dibin. Helbet di nav hevalan û civatê de, em behsa tiştên komîk dikin lê ez ne merivekî komîk im. Ez tiştan didim ser hev û piranî ji tiştên trajîk, tiştên komik derdixim. Di hêla hunerê de stand-up an şanoyê ez derdixim li ser dîkê. Em bi gelê xwe re, bi qerf û henekan bi hev re dibin. Ji ber vê awayî ji xwe re dibêjim ‘ez komedyen im’.     

Stand-up çi ye. Ji bo Stand-upa kurdî dikarî çi bibêjî?

Di civaka navnetewî de ji vî karî re gotine stand-up. Ev yek di nav kurdan de heye tune ye, bi ya min di çanda kurdan de heye. Çawa heye? Em bibêjin dengbêj diçûn odeyan yan jî diçûn qesrên mîr, axa, began ev kesên qerf û henekan dikirin jî bi vî awayî li vir kom dibûn, bang li van kesan dikirin. Sohbet dikirin, qerf û henek dikirin ev bi xwe stand-upek e. Ji van kesan re digotin qirdik. Ger bibêjim, stand-upa kurdî min bi zanetî got Qirdik. Ger meriv bixweza bibêje stand-upa kurdî em dikarin bibêjin stand-upa kurdî. Ji ber ku kesên qerfê, henekê dikin ji van re qirdik dibêjin. Ev di çanda me ya hezar salan de heye û ev çand, hîn berdewam e. Dema em dadikevin gund û bajaran hema di her malekê de teqez kesên henekbaz heye. Qirdik di çanda me ya kurdan de heye û kevnar e hîn berdewam e.

mehmet erbey qırdık gösterisi ile ilgili görsel sonucu

Tu diçî bajarên cuda stand-upa xwe pêşkeş dikî. Kenandina merivan her carî bi te zor nayê?

Rast e, ev yek zor e. Li ser meselê ez li şanoger im. Dema derdikevim li ser dikê û teksta min li ber destê min e û li gor vê tekstê lîstika xwe dilîzim. Bandor li ser temaşavana bikî an nekî tu li gorî vê tekstê diçî. Ji ber ku tu bi komê re derdikevî li ser dîke avantajeke te wisa heye. Heta teksta lîstîkê jî dikarî biguhêrînî. Kêmasiya te hebe û tu şaşitiyan bikî jî tu, ne tenê ye çimkî tu li gel hevalên xwe û li ser dîkê yî. Lê belê stand-up ne wisa ye. Ji ber ku tu tena serê xwe yî bi vî îdiaya ku tu dibêjî ‘ezê we bikenînim’ tu temaşegeran dikenînî û peyamên te bo wan jî hene. Çewtiya komediyê derdikeve pêş. Bê çewtî komedî jî dernakeve, ji çewtî û şaşiyên me komediyek çêdibe.

Min çawa biryara kirina stand-upa kurdî girt? Perwerdeyeke stand-upê tune ye. Ez bêjim zanîngeh an jî fêrgehek tune ye ku stand-upê hîn bibî. Derfetên wisa tune bû û perwerdeyek ji vir bîstînim û hunerê bikim. Çi bû? Ez bi sala ne şanoyê re eleqedar im. Di nav civakê de nêrîn û çavderiyên min û hestên min hene. Wekî din min ev kesên ku stand-upê dikin min van şopand. Yên li Tirkiyê ne min vana bi zindî temaşe kir yên xerîb wek yên Ewropî, Amerikî min vîdeoyên van temaşe kir. Bê ka çi dibêjin an çi nabêjin helbesta van çi ye min xwest vê yekê bizanibim. Hin kes hene stand-upê bi gotinan dikin û hin kesên din jî zêdetir dilîzin. Min xwest ev her du hêma yanê him li ser gotinan him jî li ser lîstikê stand-upê bikim. Bi vi şiklî min stand-upê kola kola û turikê xwe tije kir. Piştê demekê dirêj min got ezê bikim ji ber ku di dilê min de hebû min bi sala ne digot ezê stand-upê bikim.

Wekî din, min di şanogeriya xwe de trajediyan nivîsandine. Wexta min dest bi şanoyê kir bi nivîskariyê dest bi şanoyê kir lê piraniya nivîsên min komedî ye. Heke dram be jî sedî heftê û heştê yê wê komedî ye.Wekî din qada stand-upê bo kurdî û kurdan qadeke vala ye. Cara ewil wexta ku derketim li ser dîkê tirsa min hebû, ez pir ditirsiyam. Ji ber ku min nizanîbû helwesta temaşavanan dê çawa be. 2013-2014an cara ewil derketim li ser dikê ez rast bibêjim, çongên min hevudu diketin. Min nizanîbû ezê vê karê karibim an nikaribim. Berê min ceribandin kiribû lê ev salon, ev temaşevan li min kelecanek çêkiribû. Piştê deh deqîqeyên din ez rehetbûm. Paşê ez bajar û bajar geriyam çûme li Dêrsim, Batman, Mêrdîn, Enqere û gelek navçeyên din. Ez her çûme ku derê temaşevanan stand-upa min hezkirin. Ji xwe temaşevan stand-upa min neecibandana min nikarîbû ev qas bernameyên stand-upê çêbikira.

Mijar û çarçoveya stand-upa te piranî ji çi pêk tê?

Senaryoyek min heye, metnake min heye lê tiştên ji xwe berê jî hene. Ev yek bi temaşegeran ve girêdayî ye. Ger temaşeger ne şermok bin, gotinan ji min re bibêjin ez sohbetê bi temaşegeran re dikim bi vî awayî tiştên ji xwe berê derdikeve. Carinan jî temaşeger şermok in û wexta ku ev wisa şermok bin wê demê tiştên ‘ji xwe berê’ zêde çênabe. Ji aliyê din ez dikarim bibêjim ku axaftinên stand-upê li ser gelek mijaran e. Min çi dîtibe û çi xwendibe ez behsa van tiştan dikim. Behsa evînî, behsa trafîkê behsa sîyasetê, çandê û behsa zimanê dikim. Yanî di jiyana rojane de her çi hebe ez jî behsa van tiştan dikim.

Berê stand-upê te dest bi şanoyê kiriye.  Te çawa dest bi şanoyê kir. Bi ya te şano û stand-up bi hev re têkildar in an na?

Min heta niha dest bi xwendina gelek beşan kiriye lê van beşan xelas nekiriye. Ez niha jî xwendekar im û li beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê dixwînim. Ez werim li ser mijara min kengî dest bi şanoyê kir. Min li zaningehê dest bi şanoyê kir. Hevalên me bi muzîk û bi tiştên wisa re eleqedar bûn, me go ka em tiştan bikin. Dema ez behsa van sala dikim min di salên 2000an de li beşa Endazyarî a Înşeatê Zanîngeha Dicleyê dixwend. Wê gavê derfet jî tune bû, heta texst di destê me de tune bûn. (Lê niha înternet wk. heye) Me go em çawa bikin, hevalên me rabûn min skêca xweya ewil li zanîngehê nivîsand. Me di skêca xwe de qala gelek tiştan dikir. Em derketin li ser dîkê ji wê rojê pê ve hezkirina şanoyê kete dilê min, min dest bi şanoyê berneda. Piştre min pirtûkên li ser şanoyê xwend, kargeh hebûn. Ketim kargehê min perwerdeya şanoyê stend. Ez tevlî k0nservatuara Bajêr a Amedê bûm.

Min bi nivîskariyê dest bi şanoyê kir, bi rastî nîyeta min jî ev bû. Di şanogeriyê de tiştê herî zêde kêfa min tîne nivîskariya şano ye. Çima wisa dibêjim ji ber ku ev zaroka te ye. Tu xwedaye vê lîstikî ye. Tu dikenînî, tu dîgrînî, tu radikî, tu dikujî. Saziya me ya şanoyê hebû ji ber ku kesek tune bû min lîst, kesek tune bû derhereniyê bike ez mecbûr mam, min derhêreniyê kir. Dixwazim vê ya jî bibêjim, eger tu bixwazî, lîstikvaniyê bikî ji xwe ev yek şano ye. Têkîliya şano û stand-upê heye. Ez him bi gotinan him jî bi lîstikê li ser dîkê stand-upê dikim. Şanoya kurdî û bi stand-upa kurdî re girêdayî ye.

Tu bi hin saziyan re xebîtiyî dikarî behsa xebatên xwe yên li ser şanoyê bikî ?

Belê, ez li hin saziyan re xebitîm. Li Qosera navçeya Mêrdînê Navenda Çanda Mêrdînê xebitîm. Min bi salan mamostetiya şanoyê kir, komê me yên mezin hebûn. Her wiha ez bi salan bi zarokan re jî xebîtim û komê me yên zarokan jî hebûn. Bi rastî zehmet bû. Ez ev qas ji bi xebata li gel zarokan kêfxweş bûm. Min bi taybet bala xwe da bi dehan zarokên me. Min digot nifşên me yê nû bila şanoyê nas bikin, hez bikin. Dibe ku yek bibe nivîskar, yek bibe listîkvan. Yanê ji sed heb zarokê 30 kes derkeve jî min digot baş e. Me digel zarokan listîkan amede kir. Li ser meselê, me lîstikek bi navê ‘ Qîrîna Ajalan’ amade kir û em çûn bajarên cuda û beşdarê mîhrîcanên wek mîhrîcanên Amedê, Batmanê, Mêrdinê û navçeyên din bûn.

Te li jor got, 'kêfa min zêdetir ji nivîskariya şanoyê tê' tu nivîsên şanoyê piranî xwe dinivîsî an wergerê dikî?

Min di hêla nivîskariyê de biryarek stendibû. Min digot kin be û qels be, bi çi awayî bibe jî min digot emê nivîsên xwe binivîsin. Kêmasiya me şaşiyên me çi bin me digot heval û dostên me hene wê me piştrast bikin. Armanca min jî ev bû ku bila nivîsên me yên şanoyê hîn peş kevin.

Temam, li ba me jî û li cîhanê jî werger heye. Lê belê divê em nivîsên xwe jî binivîsin. Min heya niha nivîsên tu kesê/î dernexist bi tenê nivîsên ku min nivîsibû bi komê me yên mezin û yên zarokan re me amade kir û bi van lîstikan em derketin li ser dîkê. Ji ber ku dema tu bixwazî şanoya kurd pêşkeve, divê ji xencî wergerê nivîsên me bi xwe jî hebe. Dîsa lazim e ku ev lîstek kurdewar be, hestên lîstikê kurdewar be. Bi fikr, tevger û motifên kurdî ve bê nivîsandin. Me bi vê mebestê xwest em karê xwe bikin. Ez dibêjim me baş jî kir.

Bi ya te di çanda kurdan de mîzah çi qas xurt e. Tu dikarî li ser vê meselê çi bibêjî?

Mîzaha kurdan xurt e û bi kok e. Mîzaha kurdan kevnar e û ya hezar salî ye lê belê ji aliyê din 20 an jî 30 salên dawî cidîbûnek çêbûye. Saziyên me cidî bûne û em bibêjin wêjeya me cidî bû ye. Ger bipirsî, sedema cidîbûnê çi ye? Nizanim lê meriv dikare bibêje ji ber şer û pevçûnê ye û meriv cidî be û tiştên cidî bike. Dram, temam dram û tiştên wisa dibe. Lê divê komedî hebe.

Ez bibêjim salên 80î û 90î xebatên li ser mîzahê hebûn. Li ser meselê ez dikarim bibêjim kovarên me hebûn. Wek bi navê Îsot, Pîne û van salên dawî Golik hebû. Ev hemû tişt jî qediyan çûn. Bo çi ev tişt tune ye? Ez dikarim bibêjim mîzah êdî xwe kişandiye binê erdê. Kuçe û cihên bêhis tê kirin, ne ku li salon û di cihên wisa de tê kirin û berteka nîşan didin. Dibêjin halê me ev hal e qerf û henekan dikin! Ez dîsa dibêjim karê herî cidî Mîzah e. Peyama xwe dikare bi mîzahê bike û heya dikare pê neêşî û pê bikenê jî. Divê tu li dijî dijminê xwe bi qerf û bi henekên xwe ve derba xwe, li dijminê xwe bixî. Em bibêjin gelek fîlozof û zanistan rûniştine li ser mîzahê serê xwe êşandine, ji ber ku hêza mîzahê ev qas xweş e. Karê herî cidî, mîzah e. Mîzah di nav kurdan de, ev qas xurt be divê meriv di vê qadî vala bihêle û xwedî dernekeve. Ez dibêjim, ev kêmaniyeke pir mezin e û hêza mîzahê zehf xurt e.

Wekîn din vê ya bibêjim, em li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne. Em li sînemaya Tirkiyeyê binêrin. Li wêje û mîzaha Tirkiyeyê binêrin gişt li ser welatê me ye. Li sînemaya Yeşilçamê a  Tirkiyeyê dinihêrî dibînî ku fîlma 50 sal berê hatiye kişandin hîn jî tê temaşe kirin.  Ev film li ku derê hatiye kişandin ez bibêjim li Rihayê, Dîlok (Entep) û Mêrdinê hatiye an jî deverek din ya welatê me hatiye kişandin. Li şano, roman û helbestên Tirkî jî dinihêre dîsa behsa me û welatê me dikin. Ger em mîzaha xwe bikar neyînîn kes û aliyên din wê werin mîzaha me bikar bînin. Li ser meselê behsa destana Keşanli Ali tê kirin. Keşanli Ali kî ye? Ev kes Kürt Cemal e. Her wiha gelek çîrok û stranên me hat dizîn, mîzaha me jî hat dizîn. Ez di vê xalê de xeteyê di me de jî dibînim. Wexta ku tu xwedî li çanda xwe, mîzaha xwe dernekevî kesên din yê werin xwedî derkevin. Heya ez nava jî bidim. Bi xwe kurd in tên Colemergê tên Mêrdînê tên herêma xwe fîlma dikişînin û bi vî awayî mîzaha kurdî, bi tirkî dikin. Ez dikarim li ser vê meselê navan jî bidim Yılmaz Erdogan, Sermiyan Midyat… Tên herêma xwe mîzaha kurdî, dikin mîzaha tirkî. Dikin dibêjin ev mîzaha Tirkiye yê. Lê tu dema lê dinihêre mîzaha kurdî ye. Bi ya min li her çar perçe Kurdistan jî rewş eynî wisa ye. Diziya çanda me tê kirin û bi awayek din tên çanda me li me difiroşin.

Kurd bertekên çawa hunera ku bi navê tu dibêjî 'Qirdik' ango stand-upê nîşandidin. Bi taybet ciwanên kurd çawa nêzikê hunera te dibin?

Wek min got stand-up an qirdikbûn a nûjen li salonan, bertekên xweş ji ciwanan girt. Ez gelek caran rast têm dibêjin stand-upa kurdî? Ev pirs li ser şanoya kurdî jî hebû. Dema min şanoya kurdî dikir wê çaxê ji min dipirsiyan û digotin şanoya kurdî? Guman li ser stand-upa kurdî jî hebû. Piştê hatin me temaşe kirin ji me re digotin me nizanîbû stand-upa kurdî ev qas xweş e.    

Ez wisa bêjim ‘em kes nakenînin, em kesan hir hir dikenînin.’ Temaşevanên me herî zêde qerfên me yên li ser çanda me ya gundîtî hez dikin û kêfa van zêdetir ji wan tiştan re tê. Em kurd li gundan jiyan e heke em bajara bin jî ev çanda gundan bi me re girêdayê ye. Dema em behs dikin jiyana wî/wê ya gund tê bîra wî. Heke jiyana gundan nejiyabe û gund netîdibe jî kalik, pîrika wî/wê an jî kesek din ji wan re behs kiriye. Dizane ji ber vê hawî bala wî/wê dikêşe û dikene.

Wekî din ez qala tiştên nûjen jî dikim. Qala trafîka nav bajêr dikim. Dikenin ji vir peyama xwe jî distînin. Teşqeleyên gundan, pirsgirêkê gundan. Ken dibe hîr hîr. Li vir kurdbûnek heye û ev yek bandor li ser temaşegeran dike. Ez bi xwe jî gundî me û li gund mezin bûme. Ez nabêjim ev tiştekî kêmanî ye. Tiştekî meriv şerm bike tune ye. Ez tûrikê xwe li gundan tijî dikim. Ev tiştên gundan li salonên bajaran bi awayek nûjên vedibêjim û behs van tiştan dikim.

Gelo pêşeroja stand-upa kurdî dê çawa be?

Min 2013-2014an dest bi stand-upa kurdî kir. Gelek ciwan ji min re peyam dişînin dibêjin em jî dixwazin stand-upa kurdî çêbikin û amadekariya me bo stand-upê heye. Dema ev qad vala be û wê demê divê ev qad bê tije kirin. Ger ev kesên ku dixwaze stand-upa kurdî bikin baweriyek pê re hebe, ev qad jî wê tije bibe. Niha gelek kes dibe ku dibêje ez çima stand-upê nakim. Dibe ku di nava çend salan de ciwanên me yên nû dest bi kirina stand-upê bikin.  

Pirsgirêk hene, pirsgirêk çi ne? Min di 2015an de navber da stand-upê. Ji ber çi ji ber aloziyê. Wek tê zanîn şerê kolanan çêbû. Piştê navber dayînî, min îsal dest bi stand-upê kir. Ji ber ku qayûm hatine li ser şarederiyên me, me bo çalakiyan salon nedît. Ez berê şerê kolanan diçûm li zanîngehan min li vir bo bername yên xwe salon didît û lê êdî ev derfet jî nema. Çimkî xwendevanên li zanîngehan êdî nikarin salonan peyda bikin. Yanê meriv dikare wiha bibêje, ji ber ku stand-up bi kurdî bû di serî de gelek tişt ji bo kurdî pêk nedihat. Heta me serî li hin zanîngehan da lê destûr nedan. Dema ku ev derfet tune be stand-up jî pêş nakeve şano û sînema jî dê pêş nekeve. Divê derfet hebe, bigihêjîn temaşegeran. Divê hunera me bigihêje girsa ya xwe. Wexta ku huner bigihêje girseya xwe ev qad wê tije bibe.

Niha bo bernameyan li bajaran digerim û stand-upa xwe pêşkeşî temaşegeran dikim. Ev çalakî ne ku li gorî dilê min e lê li gor şertên niha bi ya min ez gihiştim girseya xwe. Niha li hember kurdî zor û zextek zêde heye. Wexta ku rewş wiha be, ev yek tesîr li ser aboriyê dike. Meriv jî dikarin debara xwe bi vî karê bikin. Bi saya rewşa baş û derfetan dê gelek kes berê xwe bidin stand-upê.  Li ser meselê, ez karê tvyê jî dikim. Çima vê karê dikim. Ez rast bibêjim ez ji bo debara xwe vî karî dikim. Min bikaribiya bi şano û stand-upê debara xwe bikira ne hewce bû min karê tvyê jî bikira.

Ä°lgili resim

Te kengî dest bi televîzyongeriyê kir?

Di 2015an de min dest bi televîzyongeriyê kir. Ji xwe wê demê min dest bi stand-upê kiribû. Berpirsiyarên Jiyan Tv yê hatin stand-upa min temaşe kirin û ji min re gotin em bi hev re bixebitin. Me bi rengî mîzahê dest bi çêkirina bernameyê kir. Me mîkrofona xwe hilda bi qerf û henek me berê xwe da bajaran. Me bi qasî 2 û 2,5 sal bernameyê çêkir. Mixabin wek em dizanin Jiyan Tv jî mîna gelek sazî û dezgehên çapemeniyê yên din hat girtin.

Gotina te ya dawî çi ye?

Ez dibêjim kesên ku bixwazin bikenin, em li vir in. Heke dikarin organîzasyonan bikin, çi Kurdistan dibe çi bajarên Tirkan dibe heta kesên li Ewropayê dijîn jî dikarin bigihêjin me. Tu tiştek zehmet û giran tune ye. Bi tenê salonek-cihek ji me re lazim e. Bi tenê vê tiştê ji me re amade bikin, emê jî çentên xwe hildin bidin pişta xwe û emê bigihêjin girseya xwe…

Ji ber ku gelê me yê kurd heta niha êş kişandiye. Yê ku herî zêde kenê heq dike kurd in. Em organîzasyonan çêbikin û bi gelê xwe re werin cem hev û bikenin. Gotinek heye, kesên desthilatar xwedî erk naxwazin kes bikene yan jî qerfa bikin û kes- aliyên desthilatar  bertekan nîşandidin. Dibêjin hûn bê hurmetiyê dikin. Ji ber ku aliyên desthilatar dibêjin dibe ku li hember min serî rake. Her daîm dibêjin destên van pêçayê li ser zikê van be, serî van stûxwar be. Bê deng bin lê ez jî dibêjim kesên azad bikaribin bikenin. Dibêjim gelê me bila azadiya xwe xwedî derkevin û bi hir hir bikenin.