Denîz Çîfçî: Tirkiye ji Sûriyê derdikeve; Kurd û rejîm li hev dikin

09/09/2018 - 14:37 Kategori Hevpeyvîn

Murat Özdemir

BasNews - Pisporê siyasî, lêkolîner û akademîsyenê Kurd Denîz Çîfçî di derbarê krîza Sûriye, rewş û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê, helwest û hesabên Amerîka, Rûsya û dewletên din ên herêmî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hevdîtinên rejîm û MSD, nakokiyên di navbera aliyên Kurdî û bi giştî rewş û siyaseta Rojhilata Navîn bersiva pirsên BasNewsê da. Denîz Çîfçî dibêje qedera Kurdan bi yekrêzî û tifaqa wan ve girêdayî ye û diyar dike ku eger Kurd di warê siyasî û heta ku leşkerî û çekdarî de jî tifaqê pêk neyînin hemû destkeft di bin metirsiyê de ne û dê ji dest biçin. Çîfçî di derbarê rewşa Sûriyê û taybet Idlibê de jî dibejê rejîma Sûriyê dê wê deverê kontrol bike û hevbeşiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî bi dawî tê.

‘Rûsya Tirkiyê li Sûriyê weke mêvan dibîne’

Krîza Sûriyê ev zêdetirî 7 salan e berdewam dike û niha şer hatiye li Idlibê asê maye, herî dawîn li Tehranê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de lûtkeyek pêk hat. Gelo hûn çarenivîsa Idlibê û lûtkeya dawîn çawa dibîn in?

Li gor dîtina min ew civîn hinekê ji bo xurtkirina destê Erdogan pêk hat, ji ber ku beriya destpêkirina civînê firokeyên şer ên rûsî û sûrî Idlib bordûman dikir. Ev peyamek bû ku digotin; ‘ev proseya Astana bibe an nebe, em ê idlibê ji destê terorîst, an jî îslamîstan derxînin.’ Ew lûtkeya li Tehranê jî ji ber ku Tirkiye li gel civînên, Astana, Soçî de weke hevparekî Îran û Rûsyayê bû, ji bo xweşkirina dilê Tirkiyê, bihêzkirina destê Erdogan di raya giştî ya Tirkiyê de pêk hat. Aliyekê wê yê psîkolojîk jî hebû û jibiilî wê ti encam an bandoreke siyasî li ser rewşa Idlibê nebû. Putin jî û Rûhanî jî dibêjin ew ê Idlibê ji destê terorîstan derxînin û Erdogan jî ji neçarbûna xwe niha hewl dide hinekê vê proseyê paş bixe. Yanî em dikarin bêjin mesela Idlibê bi dawî bûye û rejîm û Rûsya gav bi gav dê Idlibê ji destê wan îslamîstan ku hejmara wan derdora 60 hezaran e, derxînin.

Tirkiye jî dizane, dawiya dawîn rejîma Sûriyê dê Idlibê kontrol bike, ji bo Tirkiyê niha ya girîng heyama piştî Idibê ye ku rejîm dê were, El Bab, Cerablûs û deverên din yên din bin kontrola Tirkiyê de yan na. Eger Tirkiye di vî warî de misogertî an jî sozekê ji Putin û Rûhanî bigire ku rejîm piştî Ildibê naçe wan deveran, wê demê Idlib ji bo Tirkiyê jî nabe pirsgirêk. Helbet meseleya hatine penaberan girîng e, lê tirsa mezin a Tirkiyê ew e ku ew deverên din ên di destê xwe de winda neke. Ji xwe Rûsya niha Tirkiyeyê li Sûriyê weke mêvan dibîne, berpirsên rûsî jî her tim vê yekê tînin ziman. Tirkiye jî di vê çarçovê de helwesta xwe diyar dike û dibêje derdekî wan ê ji bo mayîna li Sûriyê nîne, armanca Tirkiyê ew e ku YPG derbasî rojavayê çemê Firatê nebe û rê li ber YPGê bigire.

‘Şirîkatiya Rûsya û Tirkiyê bi dawî tê’

Gelo Tirkiye dikare wê misogeriyê bistîne û rejîma Sûriyê li Idlibê bisekine?

Eger rejîm hinek din hêzên xwe komî ser hev bike dibe Efrînê jî kontrol bike, lê li Efrînê rûdanên din jî hene ku HSD/YPG jî li wê herêmê hêzên xwe kom dikin û amadekariyan bo şerekî li Efrînê dikin. Li gor agahî dîtinên min dibe li van heyamên nêzîk şerekî mezin jî di navbera hêzên kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derkeve. Tirkiye jî dixwaze Rûsya pêşiya HSDê bigire. Kontrola Efrînê ji sedî sed dê ji destê  Tirkiyê derkeve. Mesela ne diyar ev e; Gelo Efrîn dê bikeve destê rejîmê an destê HSDê. Tirkiye jî li ser vê yekê disekine ku nekeve destê HSDê, ji xwe Til Rifat jî niha di destê HSDê de ye, siyaseta niha ya Rûsyayê li dijî Tirkiyê birêve diçe, Tirkiye jî di vê xalê de hewl dide dengê xwe bilind bike. Rûdanên pêk tên ne bi dilê Tirkiyê ne. Heta Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî di gotareke xwe ya bi Îngîlîzî de bi tundî êrişî Rûsyayê dike ku ev çend sal bû cara yekem nivîsek wiha ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve di derbarê Rûsyayê de belav dbe.Ev jî nîşan didin li Sûriyê geşedan ne bi dilê Tirkiyê rû didin û ew hevaltiya Rûsya û Tirkiyê jî heta astekî bû êdî ev jî bi dawî tê. Idlib jî xaleke nîrengî ye. Dema Idlib çû dor tê wan deverên di destê Tirkiyê de û Tirkiye jî nikare wan deveran biparêze. Ya niha tê dîtin şirîkatiya Tirkiye û Rûsyayê ber bi xilasbûnê ve diçe.

‘Tirkiye naxwaze berî çêkirina destûrê ji Sûriyê derkeve’

Armanca Tirkiyê ya sereke ya mayîna ji bo li Idlib, Efrîn, Bab, Cerablûs û deverên din çi ye û Rûsya dê heta kengî îcazetê bide Tirkiyê ji bo li wê herêmê bimîne?

Tirkiye di rewşa niha de tenê dem dixwaze û hewl dide li Sûriyê rewş hinekê zelal bibe ku çarenivîsa deverên Kurdî dê çi bibe, Amerîka, Fransa dê çi bikin. Tirkiye naxwaze berî zelalbûna van tiştan ji wê herêmê derkeve, ji ber ku eger Tirkiye niha ji Sûriyê derkeve, dizane ku nikare di çêkirina destûra nû de rolekî bigire an jî di derbarê Sûriyê de xwedî gotin be û destê Tirkiyê gelek qels dibe. Tirkiye dixwaze li ser pêşeroja Sûriyê bihêz be û rejîm jî naxwaze vê kartê bide Tirkiyê. Rûsya jî heta demekê dê îcazeta mayînê bide Tirkiyê ku ev dem dê ne zêde dirêj be û herwiha Îran jî naxwaze Tirkiye li Sûriyê bimîne. Heta ku ji destê rejîm û Îranê were berî çêkirina destûra nû a Sûriyê dê hewl bidin Tirkiyê ji Sûriyê derxînin.

Tirkiye niha li derveyî karûbarên xizmetgûzarî girîngiya xwe daye ser avakirina artêşeke ku ji Sunne û Tirkmenan pêk tê ku li gor agahiyan hejmara vê hêza Tirkiye ava dike, di navbera 20-40 hezar çekdran de ye. Ev hêz bo rejîmê her tim xeter e, lewma naxwazin Tirkiye bisekine. Li aliyê din Rûsya nizane ka dê HSD li kîjan deverê bisekine, ku niha HSD ji Minbicê jî derneketiye û Rûsya ji bo astengkirina HSDê jî mayîna Tirkiyê ya li herêmê bo vê heyamê ji bi xwe baştir dibîne ku Tirkiye weke xetekê dibe. Lê dema destûr û rewşa Sûriyê zelal bû, wê demê Rûsya dê ji Tirkiyê re bêje; dema derketinê ye.

‘Çarçoveya sîstema Sûriyê hatiye diyarkirin; Sûriyeke ne navendî’

Di nav van alozî û niqaşan de hûn rewş û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê çawa şîrove dikin?

Ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê jî êdî tê dîtin ku dê xweseriyeke nerm, ku ji mafên çandî û ziman pêk tê bidin. Rojhilatê Firatê dê di destê HSDê de bimîne, lê Efrîn, Bab Cerablûs niha rewşa wan ne diyar e û gelek zehmet e ku HSDê derbasî wan deveRan bibe. Lê Kurd dê mafên xwe yên çandî, hunerî û heta astekî siyasî bigirin.

Bihêzbûna rejîmê ji bo Kurdan jî xeter e, ji ber ku dema Idlib jî ket destê rejîmê, artêşa Sûriyê dê li Idlibê nesekine dê berê xwe bide deverên din jî ku ev dibe metirsiyek li ser herêmên di destê HSDê de jî. HSD jî dixwaze berî ku Idlib bikeve destê rejîmê, statûya wan ku herêmên kontrol dike zelal bibe. Idlib bikeve destê rejîmê otorîteya Esed dê di çêkirina destûrê de jî gelek xurt be. Ev tê wê wateyê ku hindî ji destê rejîmê bê dê mafên Kurdan kêm bike.

‘HSD weke hêzêeke asayîşa naxweyî dimîne’

Em dikarin bêjin ji sedî sed çarçoveya Sûriyê hatiye diyarkirin û li gor vê Sûriye dibe welatekî ne navendî, lê xweseriyeke wisa bihêz jî nadin, îstîxbarat, al û dezgehên rejîmê dê hebin. Herwiha artêşa  Sûriyê dê bê derdora wan bajarên Kurdî jî, lê asayîşa navxweyî dê di destê Kurdan de be. Sîstemeke gelekî nerm ji bo Kurdan tê pêşbînîkirin. Sûriye nakeve rewşa berê lê xweseriyeke mîna ya Başûrê Kurdistanê nadin Rojavayê Kurdistanê ku niha li Qamişlo deverên stratejîk ên mîna balafirgeh û deverên din hîn jî di destê rejîmê de ne. Niviya Hesekê di destê rejîmê de ye. Artêşa rejîmê dê her tim Rojavayê Kurdistanê dorpêç bike. HSD weke hêzeke asayîşî dimîne. Tenê mafên çandî, hunerî zimanî didin Kurdan ku dema Amerîka û Fransayê Rojava bicî hiştin, wê demê ew statûya nerm a Kurdan jî bi destê rejîmê di rojekê de dê were jinavbirin.

‘Amerîka li Rojavayê Kurdistanê dimîne’

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha eşkere kiribû ku ew ê ji Sûriyê hêzên xwe vekişînin, lê herî dawîn derket holê ku Amerîka radaran, sîstema parastina esmanî li Rojavayê Kurdistanê bicih dike. Gelo Trump hatiye qaneh kirin û Amerîka dê bimîne?

Li Rojavayê Kurdistanê niha 13 baregehên Amerîkayê hene li gel stasyoneke CIAyê. Radar jî hatin danîn û dibe piştî demekê qada esmanî ya Rojava ji bo firînan bê girtin. Ev jî dê wê wateyê, Trump ji bo mayîna li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatiye îqnakirin. Li gor vê Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyê bimîne.

Sedemeke mayîna Amerîka jî; Milîsên ser bi Îran ve niha li derdora Şamê zêde ne, li herêmên Kurdî hêza wan nîn e, herî dawî di encama peymana Rûsya û Îsraîlê de ew milîsên îranî yên li ser sînorê Ûrdin û Îsraîlê jî hatine derxistin. Hêzên Îranî niha li deverên Elewiyan gelek xurt in. Lê Amerîka dizane dema ku hêza xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişand, Îran dikare gelek bi hêsanî hêzên xwe li tevahiya wan herêman belav bike, bicih bike û xeta xwe ji Lazqiye heta Silmêniyê bikşîne. Ji xwe niha li Iraqê Heşda Şeibî gelek bihêz bûye ku heta sînorê Qamişlo jî hatine. Amerîka jî Rojavayê Kurdistanê li hemberî hewldanên Îranê yên pêkanîna vê Xeta Şîe, weke tampon dibîne û dibe asteng ku milîsên Şîe yên li Iraqê û yên li Sûriyê bigihijn hev û xeta xwe temam bikin. Amerîka ji ber vê yekê zû bi zû Rojavayê Kurdistanê terk nake. Trump jî li ser vê yekê hatiye qaneh kirin ku dema Amerîka derket, Îran dê ji Lazqiyê heta Kurdistana Başûr xeteke şîe pêk bîne û gelek bihêztir be.

‘Dewletên Erebî Rojavayê Kurdistanê weke herêmeke xweser qebûl dikin’

Helwesta welatên erebî li hember Rojavayê Kurdistanê çawa ye û gelo ew jî ji bi fînansekirina wan deverên Kurd û Sunneyan hatine îqnakirin?

Niha dema mirov li medya erebî dinêre, Rojavayê Kurdistanê weke herêmeke xweser dibînin û razî bûne. Dibêjin eger Esed bimîne jî bila herêmên federal pêk werin weke; herêma federal a Sunneyan, herêma federal a Kurdan û herêma din a di destê Esed de. Sîstemeke weke ya Iraqê ji bo Sûriyê dixwazin û di warê aborî û darayî de alîkarî û piştevaniyeke baş didin herêmên Kurdî û yên Sunneyan. Ev jî nîşan dide ku dewletên mezin li ser xweseriyeke nerm a bo Kurdan li hev kirine, fînansoriya van herêman jî dikeve ser milên welatên Erebî yên mîna Siûd, Îmaratê. Tenê bi fermî qala 100 milyon dolaran ji aliyê Siûd û 50 milyon dolar jî ji aliyê Îmaratê ve tê kirin.

‘Dewletên Erebî dixwazin şervanên Ereb di nav HSDê de bimînin’

Di nav HSDê de hêza ereban gihiştiya ji sedî 30-40. Li herêmên erebî HSD di destê şervanên Ereb de ye,weke li herêmên Reqqa û Dêra Zorê. Dewletên Erebî jî dê hêza HSDê rahênan bikin û hêzek din ava nakin û dixwazin Ereban di nav HSDê de bihêlin. Berovajî wê Tirkiye di nav hewldanên avakirina hêzeke cuda ye ku ji Sunne û Tirkmenan pêk tê.

‘Kurd û rejîm dê li hev bikin’

Şandeke MSDê berî heyamekê li Şamê li gel berpirsên rejîma Sûriyê rûnişt û dihat gotin ku wê hevdîtinên herdu aliyan berdewam bikin. Kurd û rejîm dê li hev bikin gelo?

Kurd û rejîm di dawiya dawîn dê li hev bikin. Rejîm xweseriyeke ku çek di destê HSDê de bin qebûl nake û dixwaze HSD çekên xwe deyne, lê dema ku HSDê dest ji çekan berda wê demê ti wateya xweseriyê namîne. Li Sûriyê, Iraqê û bi giştî li Rojhilata Navîn dema hêza çekdarî nebe, ew rejîm dikarin di demek kurt de xweserî û destkeftiyan jinav bibin. Mînaka Iraqê û Herêma Kurdistanê li holê ye ku; dema Heşda Şeibî û Hêzên Iraqî dîtin ku bihêz bûne, hewl dan hemû destekftên Herêma Kurdistanê ji nav bibin û di encamê de Kerkûk, Xaneqîn, Xûrmatû û deverên din bi giştî nêzî ji sedî 40 ê xaka Kurdistana Başûr hat dagirkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî HSD dest ji çekan bernade lê dê ne weke artêş, weke hêzeke asayîşa naxweyî bimîne û çareseriyeke bi vî rengî bibînin.

‘PYD dê hinek gavan ber bi ENKSê biavêje, mecbûr e’

Nakokiyên di navbera aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û di vê heyama ku krîza Sûriyê ber bi dawiyê ve tê hûn siyaseta Kurdî taybet rewşa PYD û ENKSê çawa dibînin?

PYD niha destê wê di vê qonaxê de hinekê girêdayî ye û neçar e li gir polîtkayên van zilzêhên cîhanî tevbigere. ENKS jî tevî ku ew partiyên di nav ENKSê de hêza wan berî 2011an ji ya PYDê zêdetir jî bû, niha li hemberî qels xuya dikin. PYD bi siyaseteke otorîter xwe da pêş, lê ENKS jî gelek zû ew dever terk kirin. Rast e PYDê siyaseteke antî demokratîk li dijî ENKSê dimeşand lê ENKS jî siyaseteke zelal û aqilane ne meşand. Lêbelê di rewşa niha de PYD jî dizane eger aştîyeke nevxweyî çênebe nikare li ser piyan bisekine û ji ber wê yekê di rojên pêş de PYD dê hinek gavan ber bi ENKSê ve biavêje. Hêza ENKS gelek perçe bûye û divê di aliyê siyasetê de xwe xurt bike. Hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê mecbûr in tifaqekê pêk bînin, ji ber ku eger yekrêziya xwe çênekin, dê destkeftiyên heyî ji dest bidin. Başûrê Kurdistanê ji ber nakokiyên navxweyî ji sedî 40 ê xaka xwe ya herî dewlemend di rojekê de winda kir. Rojavayê Kurdistanê jî eger ev hêzên li hev nekin dibe di heftiyekê de ji dest biçe.

‘Çarenivîsa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û yekrêzî bûye neçariyek; Siyaseta Rojhilata Navîn tifaqê li ser Kurdan ferz dike 

Em hatine ast û qonaxeke wisa ku ne tenê aşitî yekrêzeiyeke navxweyî, divê Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî li gel hev bikevin nav tifaqê û siyaseteke hevbeş bimeşînin. Ji ber ku dema sînor û beşek ket bin talûke û metirsiyê aliyê din jî dikeve bin heman metirsiyê. Dema Qamişlo ket bin metirsiyê, deverên li Başûr nayên parastin, dema gefek li ser Başûr hebe, Rojavayê Kurdistanê nikare li ser piyan bimîne. Ji ber wê yekê siyaset û rewşa Rojhilata Navîn jibilî yekrêziya naxweyî hevgirtin û tifaqeke di nav beşên Kurdistanê de jî li ser Kurdan ferz dike. Ev tifaq dibe ku çekdarî jî be ji ber ku çawa Kerkûk ji dest çû, dibe ew sînorê di navbera Başûr û Rojava jî bi giştî ji destê Kurdan biçe. Ji xwe niha Heşda Şeibî hewl dide xeta di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bigire. Eger hêzên Pêşmerge û HSD li gel hev di warê siyasî û leşkerî de tifaq û yekrêziyekê pêk neyînin, metirsiya li ser Kurdan gelek mezin e, ew ê hemû destkeftiyên Kurdan ji dest biçin. Ji xwe hêzên navdewletî, hevpeymana welatên rojava eger hêzên Kurdî li Başûr û Rojava hevgirtinekê pêk neyînin, mînak; Silêmaniye û Hewlêr nakokiyên xwe ji holê ranekin, hêzên Rojavayê Kurdistanê sîstemeke demokratîk ava nekin, ew ê destên xwe ji herêmê bikşînin û gavan ber bi Kurdan ve neavêjin. Dema nakokiyên Kurdan zêde bin, hêzên navdewletî xwe nakin di rewşeke bi rîsk de.

Li Rojavayê Kurdistanê jî eger Kurdan îradeya xwe nîşan nedaba û diyar nekiriban ku ew hêzek in û şer dikin, hêzên navdewletî berê xwe nedidan wir û piştevaniya wê deverê nedikirin. Eger îrade nebûya, Amerîka nedihat Rojavayê Kurdistanê. Kobanê ji bo dîtina vê îradê mînakeke şênber e û hêzên navdewletî ev dîtin. Ji ber wê yekê li her çar perçên Kurdistanê li gor siyaseta niha Kurd mecbûr in tifaqekê pêk bînin û destkeftên xwe biparêzin.