Lêkolîner Tahsîn Sever: Bandora Dewletan li ser siyaseta Kurdî zêde heye

Sevda Kaplan

BasNews - Lêkolîner Tahsîn Sever, di derbarê rewşa dawî ya siyaseta Kurdan, bandora dewletên cihanê li ser siyaseta Kurdan, êrîşa li ser Efrînê, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û geşedenên heyî ji BasNewsê re axivî.

Di Sedsala 21an de siyaseta Herêma Kurdistanê ber bi ku ve diçe?

Di sala derbasbuyî de hînek karesatên giring çê bûn. Helbet ji van karesatan Kurd wê hinek dersan derxînin. Li Rojhilata Navîn pêvajoyekê nû dimeşe. Rojhilata Navîn ji nû ve tê parvekirin. Statûkoya sed sal berê êdî têrî neka.Qewetên dinyayê, desthiladarên dinyayê biryar dane ku ji nû ve parve bikin. Sed salê di dema parvekirinê de neheqiyekî zêde li Kurdan kirin. Kurd bê par hiştin û perçe kirin. Îro jî  parvekirinêke nû berdewam e.Kurd li gor pêvajoya nû, konjektira nû eger bikaribin siyaseteke mûşterek deynin wê bê par nemînin. Lewra ne dinya dinya ya berêye, ne jî siyaset siyaseta berê ye. Yanî Kurd jî divê bi mantelîteya berê nemeşin. Li gor şert û mercan xwe nû bikin. Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê tecrûbeyeke giring û bi buha ye. Encamên referandûmê bi xwe re xeterên mezin jî anîn. Lê belê ev mafekî rewa bû. Li gor peymanên nawnetewî û mafên mirovahiyê bû. Lê ev naye wê wateye ku, dinya her mafî qebûl dike. Siyaseta raya giştî ya dinyayê tiştekî din e, li gorî berjewendiya dewleta tiştekî din e. Dewlet li menfatê xwe dinêrin. Eger di menfeta wan dewletan de Kurdistan ava kirin hebe wê ava bikin. Lê eger li gor menfata wan nabe ne piştgirî didin, ne jî ava dikin. Hate fêm kirin ku îro berjewendiya wan avakirina Kurdistanekî re destûr nade. Lê di vê pêvajoyê de sekna Kurda pir giring e.

Sekna Kurdan li gor pêvajoyê niha çawa ye?

Mixabin sekna Kurdan gelek xirab e. Biryara referandûmê hatibû girtin, herkes ev maf bikaranî? Belê anî. Ji sedî 93 yê gel, got ez di gel referandûmê me. Divê niha mirov bipirse, beriya referandûmê, piştî referandûmê hizbên Kurdî li gor vê pêvajoyê siyasetekê meşandin? Dema ku referandûm kirin di sedema êrîş kirina Kerkûkê û Kurdistanê de , ji hinek hizban hinek kesan alikariya vê êrîşê kirin? Belê kirin. Di vê alikariyê de mirov sedemekî makûl nikare bibîne. Yên ku ev karesatan anîn ser Kurdistanê dibêjin ku; ‘Kurdistan xirab tê îdare kirin.” Baş e divê mirov bi fikire, gelo mala mirov xirab bê îdarekirin, mirov mala xwe xirab dike? Ji bo ku mala te neyê xirab kirin, divê mirov vî miletî hişyar bike, têkoşînekê bike. Piştî vêeger tu bawerî bidî xelkê ,tu yê baş îdare bikî. Li rûyê dinyayê temamî bi vê şiklî ye. Lê yên ku alikarî bi êrîşê kirin çi kirin? Gotin ku; dijmin ji îdareya xirab baştir e. Ev di tû mantelîteyê de nayê qebûlkirin.Mixabin ku Kurdan di vê meseleyê de îzahateke xirab nîşan dan. Di meseleya netewî de divê stratejiyeke netewî bi hev re hatiba meşandin. Bi hev re welat hatiba azadkirin.

Tu têkiliyên Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiye û Îranê re çawa dinirxînî, gelo bandroa van têkiliyan çi bû ku rewş hate vê astê?

Rêveberiya Herêma Kurdistanê neçar bû ku bi Tirkiye û bi Îranê re têkiliyan deyne. Tkilî tiştekî din e. Tîcaret tiştekê din e. Lê belê ev tekilî lazim e ku stratejîk nebe. Ne bi Îranê re, ne bi Bexda re, ne jî bi Tirkiye re nabe. Di têkiliyê de divê sînorek hebe. Mirov di kîjan demê de dikare têkiliyekî stratejîk deyne? Roja ku Îran, Tirkiye û Bexda siyaseta xwe ya Kurdî guhertin, wê demê mirov dikare têkiliya stratejîk deyne. Dewletên heyî, kengî Kurd wekî bira qebul kirin, siyaseteke esasî çê kirin û di îcraatê de jî nîşan dan, mirov wê demê dikare têkîliyên stratejîk deyne. Heta ev çênebin zehmet e. Rastiyekî jî heye ku, tesîra van dewletên heyî, li ser siyaseta Kurdî û ser siyaseta hizbên Kurdistanê jî zêde heye. Ev jî realiteyek e. Lê divê Kurd bikaribin vê tesira zêde kêm bikin. Divê her hizbek bifikire û bibêje ku em di statejiya netewî de bihev re tev bigerin. Dîsa dostê Kurdan Kurd bixwe ne.

Gelo mirov dikare bêje ku hinek hizbên heyî bi destên Kurdan nehatine damezrandin, bi destê wan hatine damezrandin û ji ber wê yekê stratejiyeke netewî dernakeve holê?

Ev wê bibe îdîayek. Lê rastiyek divê mirov bibêje dibe ku xetek hebe, lê xetekî netewî jî heye.Xeta Partî Demokrat xeteke netewî ye. Lewra dema hatiye damezrandin li ser xeta milî hatiye damezrandin. Ser mirada têkoşîna Kurdistanê hatiye avakirin. Li Mehabatê hatiye ava kirin, piştî sala çil û yekan jî li Başûr hatiye ava kirin. Ji ber wê yekê mirov nikare bibêje ku bi destê hinekên din hatiye ava kirin. Belê duv re hinek hizbên din derketine. Lê li van jî bi erenî dixwazim binêr im. Pir dengiya partiyan tiştekî baş e. Hînek fikrên cûda hebin otokontrole dixe rêzê. Di civakê de demokrasî pêş ve diçe. Lê mirov dema li rewşa siyaseta Kurdî dinêre, tesirên dewletên deshilatdaran li ser van hizban gelek zêde dibîne.  Partî jî van nekarî pîçekî bi sînor bike. Lê rê kifş e. Stratejiyekî miliye. Çima heta niha kongireya netewî nîn e? Stratejîka Kurda ya milî heye? Mixabin yek jî nîn e. Kurd jî mecbur in ku van çareser bikin. Diyalogên xwe pêk bînin. Heta niha carekî tenê hate rojevê ku divê kongireya netewî kom bibe û kom bû û civîn jî pêk anîn. Lê ew jî neçû serî. Lê kê bang kir? Abdullah Ocalan. Ev jî paradoksek e. Lewra  Ocalan dibêje derdekî min ê netewî nîn e. Baş e wê demê mirovekî di vê fikrî de çawa bang li kongireyeke netewî dike û çawa civîn çê dibe? Kongireya netewî bi hizbên netewî çê dibe. Ocalan tiştekî din difikira dibêje; em di Rojhilata Navîn de demokrasiyê ava dikin. Baş e kerem bike ava bike. Çawa ava dike aqlê me nagire. Di dinyayê de, di dîroka dinyayê de tecrûbeyeke wisa nîn e. Mirovahiyê ewqas dewr derbas kiriye, çê nabûye û çê nabe, lewra ewqas rehet nîn e, ji bo demokrasiyê divê aborî û şert û merc jî hebe. Başe em bibêjin ku ev jî fikrek e, lê du tişt di nav hevdû de nabe.

Niha êrîşek li ser Efrînê heye, hûn vê êrişê çawa dinirxînin û gelo referandûma serxwebûna Kurdistanê bandorek li ser vê rewşa li Efrînê rû dide heye an?

Belê, heye. Mesele ji refarandûmê dest pê dike. Dewletên desthilatdarên herêmê stratejiyeke wisa danîne pêşiya xwe ku Kurd tu caran nebin xwedî statûyekê.Tirk û Îran li hev nakin. Lê li ser mijara Kurdan li hev dikin. Ev di meseleya referandûmê de derket holê. Kesekê bawer nedikir ku Îran û Tirkiye bên ba hevdû. Lewra pirsgirekên wan herdû dewletan jî bi Kurdan re hene. Ne Îran ne jî Tirkiye pirsgirekên xwe bi Kurdan re çareser nekirine. Dema ku pirsgirekên nav xweyî çarser nebe, tu mecburî çare çênebe tev digerî. Ev jî sitatûya heyî dewam kirine. Eger Kurdistaneke serbixwe li Başûr çê bibe têsira wê dê li ser herdû aliyan jî bibe. Eger Tirkiye, an Îran pirsgirekên xwe çareser bikiran bi Kurdan re, belkî wê bandora serxwebûnê li welatên wan pir zêde nebûya. Dewlet çareya çê dikin, bi projeyan  jî hizb dibin îktîdar.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê piştî êrîşa li ser Efrînê wê çawa bimeşin?

Li gorî pozîsyona Başûr mirov binêre destê wî li gor rewşa beriya referandûmê hinek girêdayî ye.Bi xwe di bin xeter û êrîşê de ye.Lê ew naye wê wateye ku xwe li hember bûyerên Rojava an Bakûr an jî Rojhilatê xwe kerr û lal bike.Tiştekî wisa jî nîn e.Deng dike lê bi sînor dike.Mecbêr eku di van şert û mercan de bi Tirkiye re di têkiliyê de be.Di siyasetê de xeyidandin tune ye. Dikarî ji Amerîkaya re hêrs bibî, lê tu nikarî têkîliyên xwe pê re qut bikî. Lê mirov dikare çi bike, ji tecrûbeyên heyî dersan bigire û li gor wê yekê siyaseta xwe bimeşîne. Li gor qeweta xwe dikare gav biavêje. Lê ya giring ji van encaman tecrûbeyeke baş derxîne. Di dewletên mezin de siyaset zû bi zû nagûhere.