Hunermedê ji Rojava: Piştî destpêkirina şer rewş û serbestiya hunerê baştir e

Sevda Kaplan

BasNews - Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Şûkrî Subarî Taher di derbarê kar û barên xwe yên li ser muzîka Kurdî, rewşa hunermendên Kurd li Rojava û Sûriyê, êrişên li ser Efrînê û herwiha geşedanên dawîn û bandora wê ya li ser çand, huner û muzîka Kurdî ji BasNewsê re nirxandin.

Rewşa hunermendên Rojavayê Kurdistanê beriya şer çawa bû û niha çawa ye?

Hunermendên rojava berî şer ji sala 1970an ta 2011an gelekî zehmet bû. Girtin, lêdan, desteserkirin, zindankirin hebûn. Him Hunermend ne azad bûn, him klamên bi zimanê Kurdî. Me gelek zehmetî dît. Me di malên xwe de, di nav zarokên xwe de stran digot. Li qadê, li çalakiyan strangotin qedexe bû. Ji xwe tu çalakiyên dewletê de jî stranên bi zimanê Kurdî nedihat gotin. Hunermendên Kurd nedikarîn derbikevin ser kanalên televîzyonan. Lê li hember hemû qedexeyan hûner her dihat afirandin. Dil nedisekinî û dihate ser ziman. Lê piştî ku şer destpê kir û heta niha rewş baş e. Hunermend stranên xwe dibêjin, yên ku derfetên wan hene albûm û klîban çêdikin.

Derfeta albûm çêkirinê heye?

Derfeta çêkirina albûman heye lê bi nerxek giran e. Jiyan bi xwe giran bûye. Hertişt bûha ye. Yên aboriya wan hebe dikarin albûman çêbikin. Hinek stûdyoyên tomarkirinê hene. Sazbend hene herkes karê xwe dike, lê belê derfeteke mezin nîn e. Hunermend ji albûman pere qezenç nake, tenê konsert hebin, çalakî hebin, dawet hebin diçin û li ser wê debara xwe pêk tînin.

Rejîma Suriyê li pêşiya hunermendên Kurd astengiyan derdixîne?

Rejîm niha tu astengiyan dernaxîne. Ji ber ku hebûna rejimê di Rojava de gelek kêm e. Ez weke hunermendekî li Şamê dijîm. Çend hevpeyvîn di radyo û di televizyonên li Şamê de ne bi min re bername çê kirin û li gelek navendên wan yên rewşenbîrî wekî hunermendekî Kurd li wan amade dibim. Vêga astengiyekî çê nakin. Li me û li stranên me guhdar dikin. Di nav xelkê de mûzika Kurdî ji mêj ve ye dihate hezkirin, bes pergalê beriya çend salan li wan jî qedexe kiribû. Lê mûzîk tiştekî gerdûnî ye, çiqas bê qedexekirin jî tê guhdarkirin.

Rêveberiya niha li Rojava ji bo hunermendan çawa ye?

Îdareya niha alîkariya hunermendan dike. Hinek civîn çêkirin û ji bo hunerê navendek vekirin.  Dersên mûzîkê, şanoyê tên dayîn. Li bajarên Kobanê, Efrinê û bajarên din yên Rojava navend hene. Di hinek çalakiyan de cih didin hunermendan.

Tu weke hunermendekî ji Rojava êrişên li ser Efrîn û bajarên din yên Kurdistanê çawa dinirxînî?

Roj roja rejîmên Tirk, Faris û Ereban li dijî netewa Kurda ne. Wekî komkujiya Dersîm, Helepçe, Qamişlo, Amûdê û gelekî din . Berê niha Kobanê bû û niha jî dora Efrîne û wê sibe deverên din bin. Ji ber wê yekê divê hemû Kurd dengê xwe bilind bikin û bibin yek deng. Ev êrîş û komkujiyan bi tundî şermezar dikim û dibêjim wê serkeftin ya me Kurdan be.

Li gorî te divê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî van êrişan helwesteke çawa bigirin?

 Li hember van êrîşan û êrîşên ku di pêşe rojê de rû bidin divê Kurd yekrêz û hevgirtî û yekdeng bin . Bo vê pirsa giring û van buyerên ku diqewimin ez ê xewna xwe ji hemû Kurdan re bînim ziman.

Şeva çûyî min xewnek dît. Min dît ku ez dinav goristanekê deme û dengek tenê heye.

Deng ji bo min digot:

Birazê hûn çidikin? Min jî bersiva wî da got;

Belê mamo tu kî yî ta ku vê pirsê dikî?

Deng got: Ez Şêx Mahmûdê Hefîd im qey te ez nas nekirim?

Min got: Na mamo min tu nasnekir .

Deng got: Heyf û mixabin

Dengekî din hat û ji bo min heman pirs kir

Min got: Tu kî yî?

Deng got: Ez Şêx Seîdê Pîran im

Min got: Mixabin min tu nas nekirî !!

Û bi vî awayî û eynî pirsê berdewam kir

Dengê Mela Mustefa Berzanî û Qazî Muhammed û hwd.

Min tenê digot min hûn nasnekirin.

Di carekê de min dît ku hemû li buhûştê rûniştine û destê wan di destê hev de ye û gotin:

Heyf û xebîneta ked û xwîna me ku me pêşkêş kir. Hûn dibêjin; Em apocî ne, hin dibêjin em Barzanî ne û hin dibêjin em çep in û hin dibêjin em rast in !!!!!

Vaye ne li buhûştê we dest daye hev, Ma ne şerme ji were ku dijmin bi we lîstiye û hîn bi we dilîze, fedîbikin şerm bikin. Êdin bibêjin em Kurd in.

Xebateke nû li pêşîya te  heye?

Min albûmeke minî nû ji 8 stranan pêk tê amade kiriye. Hemî awaz û mûzîk ya min e. Lê mixabin ku ez nikarim çap bikim ji ber buhabûna çêkirina albûmê û çapkirina wê yê giran. Lê xebatên min her berdewam in.

Şûkrî Subarî Taherkî ye?

Di sala 1954an de li Dirbisiyê ya girêdayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji malbateke hunermendan e. Di sala 1969an de dest bi stranbêjiyê kiriye û bûye berpirsên gelek komên mûzîkjenan. 3 albûm û 2 kîbên wî hene. Beşdarî gelek konsert, şahî û ahengan bûye. Niha paytaxta Suriyê dijî û karûbarên xwe berdewam dike.