Kurê Mele Evdirehman Tewfîq behsa bîranên bavê xwe dike

Sevda Kaplan

BasNews - Mahmut Begik, kurê Mele Evdilayê Xerzî/ Timoqî ye. Mamosteyê zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî ye. Li ser dîroka Kurdistanê gelek lêkolîn pêkanîne. Li Zaningeha Artûklûyê di beşa Zimanê Kurdî de teza xwe temam kiriye. Mahmut Begîk perçeyek ji jiyana bavê xwe, di xebata li ser doza Kurdistanê de çi kiriye, pêwendiya bavê wî bi Îdrîs Barzanî re çawa çê bûye û herwiha di derbarê neqilkirina cenazeyê Mela Mistefa Barzanî de zanyariyên dîrokî û balkêş bi BasNewsê re parve kirin.

Te bavê xwe ( Evdilayê Timoqî- Mele Evdirehman Tewfîq) çawa dinasî?

Bavê min alim bû. Xwenda bû. Di medreseyên Kurdistanê de di salên 1900an de xwendibû. Xwendina xwe li herêma Silîva kiribû. Dema em dibêjin Silîva Diyarbekira îro jî di nav de herêmeka gelek fireh e ku navenda wê Farqîn e. Piştî xwendina xwe li herêma Silîva û Xerza de melatiya gundan kiribû lê esas terş û tareşên wî hebûn û xwedî dikir.

Di dawiya salên 1950an de dev ji xerîbiyê berda û çû gundê xwe herêma Xerza, navçeya Hezzo, gundê bi navê Timoq. Li derveyê gund li ser erdê xwe xanî ava kir. Ku ez gihîştim bavê xwe, wî ders dida zarokên Kurdan. Ders daye me hemû xuşk û birayan. Em 13 xwşk û bira bûn. Ji der û dor bi sedan kes dihatin cem wî dixwendin. Mala wî xwendingeh bû. Dema bavê min ne amade bûya kî bizanibya wî dersa zarokan dida.

Min Quran û hinek ji şerî’etê li ber destê wî xwendin. Min Melayê Cizîrî, Şêx Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyra, Şêx Evdirehmanê Aktepeyî, Melayê Bateyî û Mele Xelîlê Sêrtî li ber destê wî xwendin. Di ilmê xwe de gelek têr û tijî bû.

Kesayetiyên siyasî ji Bakûr, binxetê û Îranê gelek dihatin cem wî. Me piraniya wan nasnedikir. Eger pêwist bûya wî ji me re digot. Eger negota, me jê nedipirsî. Ji xwe di sala 1965an de dema PDKa Tirkiyê avabû, rêvebirê herêma Xerza bû. Lê herêma Xerza jê re teng dihat û ew li seranserê Kurdistanê dixebitî.

Ji bilî xebata siyasî, piraniya dozên giran yên nava xelkê dihatin ber destê wî û ew doz çareser dikirin.

Bavê te di dema serhildana Şêx Seîd de çi kiribû?

Bavê min di xortaniya xwe de dikeve nava tevgera Kurd. Bi taybetî bo roja dardakirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî li Amedê, behsa hestên xwe dikir. Digot; “ew roj a ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin dardekirin, pişta me şikest.”

Piştî bizavê ranewestiya. Gelek siyasetmedar û şervanên Kurd xwe berdabûn Binxetê. Heta di nava wan de yên ku ji sêdarekirina 1925an rizgar bûn û ji sirgûn an ji zîndanê derketin, ew jî çûn Binxetê. Diçû Binxetê û dihat. Heya Xoybûn xebata xwe dikir, gelek caran pêwendiyên navbera Serxet û Binxetê bavê min dimeşandin.

Bavê te di wê demê de çawa xwe xelas kir?

Bavê min ti caran xwe nedida dest. Gelek şervanên bizavê derbasî Binxetê kirin. Karê rêxistinî yên Xoybûnê dikir. Berpirsiyariya wî ya malbatî di wê demê de tunebû. Ji bilî mijarên siyasî tiştek ne xema wî bû. Vê dawiyê jî carna em ferdên malbatê, me bi 3 mehan ew nedidît. Diçû xebata siyasî dikir.

Dema bavê te li Îranê bû, û Îdrîs Barzanî çawa hev naskiribûn

Bavê min di sala 1985an de, piştî bûyereke siyasî qewimî bû, wî neh mehan li Bakûrê Kurdistanê xwe parast. Paşî di ser Şemzînan de derbasî Başûr bû. Rêvebirên leqa 1ê wê demê ji ber temenê wî zêde bû, veguhastin bo Kurdistana Rojhilat, Deşta Mêrgewerê ku wê demê polîtburoya PDKa Iraqê li nehiya Racan bû. Li wê derê ew û rehmetiyê Îdrîs Barzanî hev dibînin. Ne tenha rehemetiyê Îdrîs her weha hemû malbata Barzanî û partiyên din jî. Rehmetiyê Îdrîs wî li nehiya Zêwê bicîh dike ku navbera Zêwê û Racanê 15 km ye.

Li Zêwê daw û dozên navbera xelkê Kurd çareser dikirin. Yekîtiya wan hatibû avakirin ku navê wê Yekîtiya Alimên Kurdistanê bû. Bi PDKa Iraqê re dixebitîn. Rêxistin bi xwe ya partiye bû ku niha jî heye. Bavê min 5 salan li wê derê ma.Yek ji serkirdeyên Yekîtiya Aliman bû. Hemû malbata Barzanî, bi taybetî rehmetiyê Îdrîs ew diparast ku zirarek negihe bavê min. Heya 31 ê meha 12an a sala 1987 ku Îdrîs Barzanî wefat kir. Piştî wefata rehmetiyê Îdrîs Barzanî, ew kiryar her ji aliyê Kek Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve dihat kirin.

Rola bavê te di cenazeyê Îdrîs Barzanî de çi bû?

Mixabin di dîrokê de gelek cara pişta Kurda şikestiye. Ew roj jî pişta wan şikest. Li gor pêzanîna min;hesab bike Îdrîs Barzanî, wê rojêji Tehranê tê bajarê Urmiyê. Hêzên Sedam Husên bajarê Urmiyê, taxa pêleweran ku hemû Kurdin bi balafirên xwe bombebaran kiriye. Li Urmiyê rehmetiyê Îdrîs Barzanî û yên pêre bi kesên kuştî û birîndar re mijûl dibin. Wan dişînin nexweşxaneyan û cenazeyan didin rakirin. Wê demê şerê navbera Îran û Iraqê hebû lê herkesê li Kurdên perçên din dixist. Iraqê li Kurdên rojhilat û Îran jî li Kurdên başûr dixist.

Bi wê westandina xwe Barzanî tê Racanê mala xwe. Êvare wextê şîvê ye. Di dema ku wê destê xwe bişo û here ser şîvê, krîza dil pê digire. Ew dibin nexweşxaneya Urmiyê lê li gor pêzanîna min di rê de wefat kiriye. Piştî diçin nexweşxanê cenaze amade dikin û car din dizivirin Racanê. Wê şevê bavê min, Mele Ahmedê Mela Yûsif û du melayên din jî ji bûyerê agahdar dikin.

Di wê şevê de heya serê sibê hemû wecîbeyên olî û adetên civakî bicîh tînin. Berê di mesela cenazê Serok Mele Mistefa Barzanî de bûyereka nexweş qewimî bû ku sal 1983 bû. Wisa tê bîra min. Bi wê sedemê cenazê Barzaniyê mezin ji bajarê Şînoyê hatibû neqilkirin bo gundê Hellec ku li qûntara Çiyayê Zagrosa diket û Pêşmerge parêzvaniya gora wî dikirin. Cenazê rehemetiyê Îdrîs Barzanî jî birin cem bavê wî Mele Mistefa Barzanî û li wê derê defin kirin.

Lê wezîfa bavê min neqediyabû. Ew bi aliman re her roja înê diçûn ser gora bav û kur Barzanî. Tenê zivistana wê derê gelek dijwar derbas dibû. Nikaribûn di wê serma û seqemê de herin ser gorên wan.

Wan 5 salên ku bavê min li rojhilat ma, mirov dikare bêje pêvajoyek ji jiyana wî ya girîng e. Bavê min li rojhilat ma heya ku Îranî ew girt. Paşê derbasî Binxetê bû.

Li gor te navê bavê te di nava Kurdan de qîymeteka çawa dibîne?

Bavê min mirovekî rastgo bû. Di nava civatê de aşkera li dijî neheqiyê derdiket. Kesên jê hez dikirin û yên ku nedikirin tev, jê re rêz digirtin. Dijminên wî jî. Bi taybetî li dijî neheqiya sîstema rejîmê yên ku bi sîstemê re bûne yek û li xelkê Kurd zilmê dikirin, li dijî wan radibû.

Li Kurdistanê ew sîstema Nexşebendîtiyê ku demeke dirêj serpereştiya mijara netewî ya Kurd kiribûn, piştî 1925an bi sîstemê re li hev kiribûn, bavê min li dijî wan radibû ku ew jî axa, beg û şêx bûn. Ew şêxên ku netewaperwer bûn, her dem bi wan re yek bû. Li dijî yên din bi tundî û zanîn tevdigeriya. Lê heya tu bixwazî, ew çend jî olperest bû.

Heya îro jî hemû partî û grûbên Kurd heya kesên ji rêzê yên ku Mele Ebdullayê Xerzî dinasin, bi rêz behsa wî dikin. Lê yên ku navê wî bihîstine carna dudil dibin bê navên wî çendin?Mele Ebdullayê Xerzî/Timoqî an bi navê xwe yê her sê perçeyên din yên Kurdistanê Mele Evdirehman Tewfîq, heman kes e.