Serokê PDK-T Kardaş: Divê eniyeke hevbeş a Kurdistanî were avakirin

Sevda Kaplan

BasNews - Serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş di derbarê rewşa Kurdistanê û geşedanên dawin de ji BasNewsê re axivi. Kardaş radigihine ku pêwist e ku Kurdên Bakûr eniyeke hevbeş ava bikin.

Rewşa siyaset û siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê niha çawa ye?

Kurdên Bakûr iro ji salên derbas buyi, yani beriya 20 salan xwe  bêtir  xwe naskirine û di siyasetê de xwedi tecrûbe bûne. Beriya niha hinek partiyên Kurdan li Bakûr nepen bû, xebatên xwe veşartî dikirin. Lê niha sê partiyên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin û di destûra dewleta Tirkiyeyê ji hev bi cih bûne. Lêbelê herçiqas niha dixwazin di derbarê van partiyan de doz vekin jî karê siyasi berdewam dike. Di derbarê partiya  me PDK-T jî doz hatiye  vekirin ku bê girtin.Lê ev parti eşkere û legal  hêj karê xwe dike. Destkefteke mezin e  ji bo Kurdan. Lêbelê pirsgireka mezin di nav siyasetmedarên Bakûr û dinav partiyên heyî de  heye ew jî egoîzm e ku xurt e. Lê hêvi heye ku ev tişt qels bibe. Divê egoîzm di nav me partiyan de mahkûm bibe, bişkê  ku ji bo vî miletî xizmet bê kirin. Eger ev neyê şikestin  û herkes li gor berjewendiya xwe ya şexsi bimeşe wê Kurd tev de winda bikin.

We behsa doza girtina partiya PDK-T  kir, gelo ev doz niha di çi astê de ye?

 Yê Çileya 2014an me bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye, yani bi navê Kurdistan  me serlêdana fermi kir . Li Tirkiye cara yekem bu ku partiyekê bi navê peyva ‘Kurdistanê ‘wê bi fermi  bihata damezrandin.  Di ser serlêdana me de 4 meh derbas bû ku wezareta navxweyi serdana me, yani dilekçeya me qebul kir.  Lê dozgeriyê pişti demekê bi nivisekê  daxwaz ji me kir ku peyva Kurdistanê ji nav navê partiyê derbixin in. Di nivisê de digot: Ev peyva Kurdistanê ne li gor destûrê ye. Divê bê derxistin. Eger neyê derxistin serdana we naye qebul kirin û parti naye damezrandin.  Lê me got em vê peyvê dernaxînin.  Lewra  me got ev hebuna me ye. Yan na em ê biçûna di nav partiyên heyî de siyaseta xwe bikirana.  Armanca me ew bu ku qanûna heyi bê guhertin, an jî hinek bê nerm kirin bû. Mafê mirovî û  mafê Kurdan bû.  Pişti demekê partiya me bi fermi hat damezrandin  û me dest bi xebata xwe kir.  Lê  15.07.2017 de dozgeriyê  îdanameyekê ji bo me şand ku doz di derbarê partiya me de hatiye vekirin ku bê girtin. Di vê derê de divê  mirov bala xwe bide dîroka îdîanameyê, ji ber ku dîroka îdîanamê û ya îlankirina dîoroka referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nêzikΠhevdu ye.  07.06.2017an de 25ê Îlonê weke roja pêkanîna referanduma serxwebûnê hatibû ragihandin. Tirkiyeyê ji ber referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê gelek aciz bûbû. Li hemberî Herêma Kurdistanê  gelek bêrûmeti jî kirin û heta ku gef jî xwarin. Helwesteke hişk girtin. Xuya bu ku dixwazin tol û heyfa referandûmê ji me hilînin.  Ji ber wê yekê jî doz hat vekirin.   Rast e em bi Herêma Kurdistanê re dostê hevdû ne, birayê hevdû ne, welatê me perçe bûye,  lêbelê Başûr îdareyeke din e, dewleteke din e.  Yanî nêzikbûna Tirkiyeyê ji bo partiyên Bakûr, wekî tevgereke zaroka ye. Tirsek kete dilê Tirkiyeyê û gotin ku eger li Başûr  referandum pêk were, divê em pêşî  partiyên  li vir  bigirin û wan bitirsînin. Çi kirin?  Doz vekirin, doz berdewam e. Me  li hember dozgeriyê xwe parastiye û me gotiye ku em peyva Kurdistanê ji navê partiya xwe dernaxînin. Me gotiye ku we peymana bi dewletên yekbûyi, dewletên Ewropî re  çê kiriye, ev doz li dijî wan e. Li gor wan peymanan ev mafê me ye, mafê mirovahiyê ye, mafê Kurdan e. Me gotiye ku  em jî miletek in ku di Rojhilata Navin de dijin in. Mafê me yê rewa ye. Em xwîna tu keseî narjinin, axa keseki dagir nakin . Lê me gotiye zilmek li ser me heye, li pêşberê  vê zilmê em doza mafên xwe yên rewa dikin. Ji ber vê jî ne xof dikin ne jî şerm dikin.  Li gor me  divê Tirkiye  zagona xwe biguherine.  Eger daxawaza me neyê pêjirandin û kêşe derkeve, em ê li dû heqê xwe bigerin û  biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Em ji mafên xwe paş ve naçin. Lê hêvi dikim ku neyê wê merhaleyê û Tirkiye bi aqilmendî nêzikî vî mafê rewa bibin.

Niha  li Tirkiye Rewşa Awarte heye, ev rewş çi bandorê li ser siyaseta Kurdan dike?

Rewşa Awarte tesîrê ne tenê li ser siyaseta Kurdan dike, bi awayekî neyînî tesîrê li ser tevahiya Tirkiyeyê û li ser milatên Kurd û Tirk dike. Bi taybet jî bandora wê li ser Kurdan heye. Lê Kurd ji vê yekê xwe xov nakin. Ji ber ku Kurd berê niha hinî van rewşan bûne. Ji salên 1987an heta îro dem bi dem, rewşa awarte, rêveberiya  awarte berdewam e. Kuştin, talankirin, zindankirin, astengî,  tundî  berdewam dike. Xebatên partiyan  li gor beriya dû salan ne asayi dimeş in. Niha em  nikarin derd û kulên xwe bibêjin û karê siyasetê di nav kolanan de bimeşînin. Îro bi sed hezaran însan di zindanan de ne. Rewşa Awarte bandor li ser her tiştî kiriye. Lêbelê ji bo siyaseta Kurdan tiştek ne guheriye,  berê jî Kurd li ber hemû astengiyan siyaseta xwe dimeşandin, niha jî dimeşînin û wê ev siyaset her bimeşe jî.

Gelo ji bo hilbijartinên giştî û yên ji bo şaredariyan hûn dê eniyeke hevbeş a Kurdan pêk bînin?

Em wek PDK-T, ne namzedê parlamena Enqerê ne.  Em ji bo hilbijartinên herêmî,yanî ji bo şaradariyan namzed in, ji bo endamtiya meclîsên parezgeh û şaredariyan  û muxtariya  gundan e. Eger me 550 parlamenter bigirtana ev girîng bû, lêbelê ev niha ne pêkan e û ew hêz nîn e. Ji bo me ya girîng hikûmraniya welat û ya herêmî ye.  Lê em dixwazin ku bala partiyên Kurdistanê yên Bakûr, çi piçûk çimezin, yên ku xizmeta miletê Kurd dikin bikişinin ji bo hilbijartina herêmî  û tifaqekê. Kîjan partiyên xeta Kurdistanî mafê beşdarbûna hilbijartinê bigire, bila partiyên din jî piştgiriyê bidin wê partiyê. Kijan partî dibe bila bibe lê ya giring ew e ku di xeta Kurdistanê de be.  Çi dibe bila bibe divê blokek, eniyek bê çê kirin. Lewra moralekî baş divê ji bo xelkê bê dayin, eger bi vî rengî be wê xelk ji bide dû vê blokê û wê xwedi  lê derbikeve. Blok ji aliyekê din jî wê xurt bibe.  Çiye ew alî? Ew kesên ku heta niha dengê xwe di hilbijartinan de didan AKPê û partiyên Tirkan wê vê carê bidin vê blokê. Lewra pişti referandûma Herêma Kurdistanê  ew xelkên bê ideoloji  bûn û  dengê xwe didan AKPê, CHP an MHP bertek û bêrûmetiya  desthilatê, dewlatê û partiyên din  li hember referandûmê dîtin  ji ber wê ji  dilşikesti bûn.  Ew kesên ku dilşikesti bûn û li holê ne niha li alternatîfekê digerin. Dibe ku ji bo wan kesan ev bloka partiyên xeta Kurdistanî bibe alternatîfek bo xelkê me.

Dibe ku HDP jî di nav vê blokê de cih bigire?

HDP ne di wê xetê de ye, HDP ne partiyeke netewî ye.HDP ji xwe dibêje em partiyekê Tirkiyene. Herkes tê de heye. Çerkez, laz, ereb, Tirk, Ermen, Kurd  û hwd. DBP jî ne di xeta netewî de ye. Ji xwe di daxuyaniyên xwe de jî tinin ziman ku li diji dewleta Kurdî ya netewî ne. Li gor wan dewletxwestin demode bûye, kevnepersetî ye. Mabesta min di bloka Kurdistaniyan de ne HDP ne jî DBP  heye.