Nûnerê eşîrên ereb ên Xurmatû: Çarenivîsa 350 kesên revandî ji aliyê Heşdî Şeibî ve ne diyar e!

Omer Aware

BasNews – Nûnerê eşîrên erebên sunne Saîr El Beyatî li qeza Xurmatû di hevpeyvînek li gel rojnameya Bas de ragehand, referandûm mafeke rewa yê gelê kurd e û destkevteke giring e û dibêje: ‘’Heşdî Şeibî û Îran rê digrin li hembe wegera me ya ser erdê xwe û wek dijmin danûstandinê li gel me dikin.’’

Saîr El Beyatî got: Îran û Heşdî Şeibî rê nadin em wegerin navçeyên xwe yên Deşta Beyat a ser bi qeza Xurmatû û piştî 16ê cotmehê careke din em koçber bûn û naha 80 hezar malbatên erebên sunne koçberin û ji tirsa binpê kirinên Heşdî Şeibî revîne û navçe naha ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin.

Derbarê referandûmê de jî got: ‘’Referandûm mafê gelê kurd e, destkevtek giring û başe. Lê kurdan nekarîn bi awayek tendurist û baş li gel tevbigerin. Pêwîstbû kurdan bi hemû hêza xwe ya siyasî ve kar li ser bikiran.’’

Saîr El Beyatî got: ‘’Em wek eşîrên erebên sunne li Xurmatû pir spasiya kurdan û hêzên Pêşmerge dikin ku em ji du dijminan rizgar kirin. Yek ji DAIŞê em rizgar kirin, ya duyê jî em ji Heşdî Şeibî em rizgar kirin. Eger ew neban emê wêran biban û hatiban teror kirin.’’

Saîr El Beyatî ragehand: ‘’Hîn jî grubên çekdar ên Heşdî Şeibî hemwelatiyên sunne çit irkmen bin an jî ereb direvînin. Piştî hatina Heşdî Şeibî heta naha 950 kes hatine revandin. 600 kes li hember 3 milyar dînar hatin azad kirin. Lê çarenivîsa 350 kesên din diyar nîne. Heta naha jî nehatine rizgar kirin û kes nizane ka mane yan na.’’

Saîr El Beyatî diyar kir: ‘’Hikûmeta Iraqê li gel me pir xirab tevdigere. Heta naha ti alîkarî nekirine û li gel vê yekê rêgir bûye bo em wegerin erdên xwe. Fermana wegera me jî ketiye dest Heşdî Şeibî, ji ber wan navçe dagir kiriye û rê ji bo wegerê nadin.’’

Saîr El Beyatî ragehand, mafê gelê kurd heye çi biryarek bide derbarê çarenivîsa xwe de pêkbîne û ji bo serxwebûna Kurdistanê jî em tenê ne li gel serxwebûnê ne, heman demê de em dibêjin pêwîst kar li ser serxwebûna Kurdistanê bê kirin.

Saîr El Beyatî daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê kir, Xurmatû wegere ser Kerkûkê û biryar 41 a 1976 ku taybet bû Xurmatû ji Kerkûkê qutkir, ew biryar bê hilweşandin û got: ‘’Em naxwazin Xurmatû li ser Selahedîn bimîne, bila bikeve ser Kerkûkê û bi temamî wegere ser herêma Kurdistanê.’’

Saîr El Beyatî dawiyê de jî got: ‘’Em daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê dikin hewl bidin ku em wegerin ser erdê xwe û ji koçberî rizgar bin. Ji ber baweriya me bi hikûmeta Iraqê nemaye, bila vê pirsa me hikûmeta herêma Kurdistanê çareser bike.’’