Osman Baydemîr bo BasNewsê:  Aloziyên Başûrê Kurdistanê  kêfa dijminên kurdan tîne

BasNews - Parlementerê Rihayê  yê  HDP Osman Baydemîr li Amedê  di cîvîna   bi navê ‘’Kurd pêvajoyê niqaş dikin” de  pirsên BASNEWSê besivand.  Baydemîr di derbarê alozîyên Başûrê Kurdistanê de got:

Dive em  bi bûyerên navxwe ,kêfa  ew kesên ku  dijminatiya Kurdan dikin neynin û bûyerên bi vî rengî di nav xwe de pêk neynin.  Bi demildest divê em bi rêya diyalogê, bi esasên danûstendinê  guhdariya hevdu bikin û pirsgirekan çareser bikin. Lewra Kurd hemî ji ber vê rewşê nerazî ne.

BasNews: Kurd ji kîjan pêvajoyê re derbas dibin?

 Sedsala 21emîn û hemû qeyranên rejîmên dîktatoryal,   fersendekê zêrîn dan destê Kurdan ku ew sedsala 21emîn dibû ku biba sedsala azadîya gelê Kurd.   Lê mixabin hemû hizbên Kurd û Kurdîstanî ev fersend baş bikar neanîne.  Mixabin ew jî bû sedem ku niha hemû berjewendiya Kurdan li her çar perçeyan  de di bin rîskekî mezin de ye. Divê rastî mirov bide berçavê xwe, çima ev pêk hat? Bi sedsalan e bi hizbên gelê kurd re hatiye lîstin.  Her wiha çawa ku axa Kurdistanê kirine çar perçe,mêjîyê Kurdan jî kirine çar perçe.   Mixabin laş û dilê Kurdistan jî kirine çar perçe. Hizbek dibê A, hizbêk dibêje B.  Ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe?   Yek rêya me heye, ew jî divê hemî hizbên Kurdistanê berjewendiya hizbên xwe  têxin qurbana  berjewendiya Kurdistanê. Hemû hizib di berjewendiya Kurdistan de hevpar bin. Civîna ku li Amedê pêk tê jî ji bo vê yekê ye. Gelo em çi bikin? Em kîjan rê bidin pêşîya xwe.  Nakokîyên di nav hizbên Kurdistan de sivik bibin. Çi rê û rêbaz bidin pêşîya xwe ku hizbên Kurd û Kurdistanî di xalên hevpar de bikaribin bigihîjin hevdu.  Niha mirov dikare bibêje ku,  rewşa Başûrê Kurdistan û pêwistiyên wan, rewşa rojavayê Kurdistan  û pêwistiyên wan, rewşa Bakûrê Kurdistan û pêwistiyên wan, yên rojane ji hevdu cuda ne.Lê belê çareserî bi hevdu re girêdayî ye.  Bê Bakûr ne mumkun e ku Başûr  çareser bibe, bê Başûr jî ne mumkun e ku Rojava an jî Rojhilat çareser bibe.

BasNews: Baş e aloziyên ku li  Başûrê Kurdistanê  pêk tên çi bandor li ser we dike û peyama we ji bo aloziyan çi ye?

Du tişt heye, yek jê divê Kurd di nava xwe de demokrasîyê biparêzin.  Çi li Başûr ,çi li Rojhilat,çi Rojava. Rêveberiyên Kurdistanê mecbûr in ku di nava xwe de demokrasiyê biparêzin.  Yê dudîya, her Kurdek û Kurdistaniyekî  dema ku gavek avêt divê pêşî bizanibe ku ev gava wê çi qezencekî bide Kurdistan, yan jî wê çi xesarekî  bide Kurdistan . Îro aloziyên ku li Başûrê Kurdistanê pêk tên, kêfa kî tîne.  Kêfa Tehranê, Bexda, Şam û Enqere  tê û pê kêfxweş in.  Lê ez pê dilêş im.  Kezeba min dişewite. Hemû Kurd xemgîn in.  Ew kurdekî ku ji xwe re bibêje ez Kurdistanî me ne mumkun e ku  bi wan alozîyan şa bibe.  Divê em  bi bûyerên nav xwe ,kêfa  ew kesên ku  dijminatiya Kurdan dikin, neynin û bûyerên bi vî rengî di nav xwe de pêk neynin.  Bi demildest divê em bi rêya diyalogê, bi esasên danûstendinê  guhdariya hevdu bikin û pirsgirekan çareser bikin.

BasNews: Li pêşiya Başûrê Kurdistanê hilbijartinek heye, gelo hilbijartin ji bo alozîyan  wê bibe çareserî?

Em weka HDP, kêşeyekî li perçeyekî Kurdistan, ji bo Rojava, Rojhilat û Başûr dibêjim ,muşkulatekî nav xweyî hebe, HDP xwe şirîkê wî muşkulatê nabîne.  Lê heger rolek bikeve ser milê me , ji bo giringîyekî, ji bo çareseriyekî em amade ne.Wekî gelê Bakûrê Kurdistan ji ber neçareserkirina pirsgirêkan em xemgîn dibin û pê diêşin.Banga me ji bo hemû biraderên me ne,rojek berê rojekî ew kêşe bi  rê û rêbazên danûstendinê,hevdu qebul kirinê ,hevdu hembêz kirinê bên çareser kirin. Lewra morale perçeyekî xirab dibe,li her çar perçeyan xirab dibe. Divê em hevdu hembêz bikin û birînên xwe bi destê xwe derman bikin.

BasNews: Di parlomentoya Tirkiyê de, peyva Kurdistanê hatibu qedexe kirin.  Lê belê te peyva Kurdistanê bikar anî û tu hatî ceza kirin. Gelo tu dê ji îro pê de dîsa di parlementoyê de peyva Kurdistanê bikar bînî?

Heta ku Kurdistan azad nebe, ezê berdewam bikim.   Heta gelê Kurd jî wekî gelê Ereb, Fars, Tirk bigihîje  armanca xwe,  ezê berdewam bikim.   Ev rastiya me ye.  Ev heqîqeta cîhanê ye. Banga me li hemî kesan e ku;  xwedî li vê rastiyê derbikevin û rêz bidin.  Niha ew kesên ku ji ber gotina min kêyfxweşîya xwe didin nîşandan,  bila ew jî baş bizanibin ku ez wekî ewladekî milletê Kurd im , ji bo min her çar perçe  dibin yek. Ji bo min her çar perçeyên Kurdistanê  yek mêjû ye, yek laş e.  Ji bo min hemê berjewendiya min a şexsî a sîyasî a hizbî hezar car bila qurbana  berjewendiya Kurd û Kurdistanê be.  Heger bi vê nêrînê li pirsgirêkan bê nihêrtin, ez bawer dikim ku wê zûtir û bêtir tifaq ava bibe.   Heger tifaq ava bibe  emê zûtir bigihên azadiya xwe .

 

 

Peyamnêra BasNewsê Sevda Kaplan - Osman Baydemîr