Serokê PSK Mesut Tek: Divê DYA ji ber helwesta xwe şerm bike

Sevda Kaplan

BasNews - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesut Tek, di derbarê îmaja Kurdan di qada navdewletî de, di proseya serxwebuna Kurdistanê de êrîşên li ser Kurdistanê, siyaseta partiyên Başûr û Bakûr, qedexekirina peyva Kurdistanê û nirxên Kurdî li Bakûr, bersiva pirsên BasNewsê da. Tek, dibêje Kurd di proseya dewletbûnê re derbas dibin û got, ‘Astengî, dijwarî û kêşe li pêşiya Kurdan e.  Lêbelê tapo êdî di destê Kurdan de ye. Encama referanduma serxwebûnê tapoya Kurdan e.’

Wekî tê zanîn ku di Rojhilata Navîn de rewşeke aloz heye.  Ev alozî û gengeşeyan li herêmê karîgeriyê li ser Kurdan jî dikin. Bi taybet li ser axa Kurdistanê û li dijî Kurdan êrîş pêk tên. Gelo li gor nêrîna te siyaseta Kurdistanê li hember van kerasat û êrişan di çi rewşê de ye?

Siyaseta Kurdistanê li Rojhilata Navîn di yek xetê de naçe.  Xalên bi hêz hene û xalên lawaz hene. Xebata Kurdistanê her dem jî wisa bûye. Tu caran di yek xetê de neçûye pêş. Gelek caran şikestin xwariye, êş û şewat gelek caran ditiye,  lê gelek caran jî rabuya ser piyan.  Li ser xeta Kurdan tim êrîşekî hebû û heye.  Lê vê carê  hemî dewletên cîhanê bi  xerabî an jî başî behsa pirsa Kurd û Kurdistanê dikin.  Berê şerê sar bû û sîstema kapitalîst û sîstema sosyalîst bu.  Lê niha li hemû dezgeh û saziyên cîhanê behsa Kurdan tê kirin. Ev behskirin ne xirabi ye ber bi başiyê ve ye. Niha îmaja Kurdan di qada navnetewî de baş e.  Lewra Kurd li dijî terora DAIŞê tekoşîn da.  Pêşmerge û şervanên Kurdan êrîşên DAIŞê şikandin û îmaja Pêşmerge û Kurdan bilind bû.   Herwiha di Kurdistanê de pêkvejiyan û xweşbiniya nasandina mafên netewî û demokratîk dan nasîn. Dema êriş tên ser Mesihiyên Mûsilê naçin devera Şîa,  tên deverên Kurdistanê .  Ji ber ku li Kurdistanê mafê wan yê olî, azadî tê  parastin. Ev hemû nîşanên  vê yekê ne ku pêgeyên Kurd û Kurdistanê di qada navnetewî de bi hêztir dike.

Başe te got têkoşîna Pêşmerge ya li dijî DAIŞê îmaja Kurdan di qada navdewletî de bilind kir. Gelo paşvekişandina beşek Pêşmergeyên hizbekê û radestkirina wan ya Kerkûkê ev îmaj xirab kir an?

Helbet nehat şikestin.  Heger mirov behsa îmajê bike,  îmaja dewletên cîhanê û ya DYAyê hat şikestin.   Lewra Kurdan êrîşî ser xelkê nekirine, êrîşê cîranên xwe nekirine, welatên xelkê dagir nekirine.  Ew ê ku ketine ber êrîşê Kurd bixwe ne.   Bi çekên Amerîka  bi çekên dewletên hevpeymanan li ber çavê Amerîka û cîhanê Heşdî Şeibî hatiye ketiye axa Kurdistanê û êrîşê gelê Kurd kiriye. Bila ev dewlet bidin dû îmaja xwe.   Lê mûmkûne ku di nav hinek xelkê de dilşikestinek pêk hatibe. Ew jî ji ber destdanîna ser Kerkûkê ye.   Mirov dikare li ser buyera  Kerkûkê gelek niqaş û rexneyan bike, lêbelê divê Amerîka û hêzên navnetewî  ji ber helwesta xwe fedî bikin û şermezar bin.   Lewra heta duh jî digotin ku heger Pêşmerge û Kurd nebûna me nîkarîbû bi DAIŞê re şer bikin.  Gelek caran jibo Pêşmerge kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin  heqê Pêşmergeyan li ser me gelek e.  Lê niha em dibînin ku rêya Haşdî Şeibî vekirin ku têkeve axa Kurdistanê.  Meseleya Kerkûkê ji bo me Kurdan gelek giran bu.  Me ji bo roja 25ê Îlonê şahî kir, piştî 20 rojan me şîn kir. Helbet ev travmayeke gelek giran e.  Lê ji ber van êrîşan Kurd ne, Amerîka û hêzên navnetewî, dewletê Iraq, Îran û Tirkiye  şerm bikin.   Lê divê Kurd jî ji keresata Kerkûkê  kêmasiyên xwe derxîne holê û destnîşan bikin.   Kerkûk da nîşandan ku divê Kurd hêzên xwe bikin yek.  Di warê nîzamê de, dû îdarî nabe.  Valahî divê di zûtirin dem de bên dagirtin.  Divê hêzên Pêşmerge bibin yek. Wezareta Pêşmergeyên jêrîn û jorîn nabe,  divê  bibine  yek.   Ji yek destî bên kontrolkirin.  Herwiha Îstîxbarat û asayîş  jî bibe yek.  Li gor bîr û baweriya min pêwîst bu ku referandum bê çêkirin. Ev pêvajo hate bi cihkirin.  Encama referandumê wê kêngî bê  bicîhkirin jî tiştekî din e. Serxwebûna Kurdistanê, ava kirina wî jî pêvajoyekê din e .

Gelo mirov dikare tiştên ku tên serê Kurdan bi proseya serxwebuna Kurdistanê ve girêbide û Kurd niha di kîjan qonaxê re derbas dibin?

Proseya dewletbunê di yek xetê de naçe.  Welatekî dewlet dide damezrandin, ji  demokrasî  û ji mafê mirovan dûr e .  Li Iraqê Kurd dixwazin dewletekî ava bikin. Welatê wan hatiye dagirkirin.  Derdora wan jî ji aliyê dewletên dijmin  ve hatiye dorpeç kirin.  Hinek dewlet bi eşkere dijminahî dikin. Kî ne ev? Dewleta Îrane, Iraqê  û Tirkiye ye.  Tirkiye eşkere got ku eger hûn dewlet bixwazin û referandum pêk bînin em ê deriyên xwe bigirin û we  birçî bihêlin.  Ev ne dostaniye û ne jî însaniye.  Pêvajoyekî wisa ye ku dewleta Kurdistan tê avakirin.  Astengî, dijwarî û kêşe li pêşiya wê ne.  Lêbelê tapû êdin di destê Kurdan de ye.   Encama referanduma serxwebûnê tapûya Kurdan e.   Di vê pêvajoyê de aliyê baş jî heye, aliyê xirab jî heye.  Kurdistana Başûr li ser deryaya gaz û neftê de ye. Van destê wan bi hêztir dike.  Ji aliyê din Kurdistana Başûr da nîşandan ku girava pêkvejiyan û demokrasiye ye.   Xweşbinî û toleras hene.   Nirxen navnetewî ne. Zirûfê Rojhilata Navîn e.Heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin li Rojhilata Navîn aramî û asayîş pêk nayê.Hemî cîhan xwe amade dike ku piştî şikestina terora DAIŞê dîzaynekê li Rojhilat Navîn pêk bîne. Amerîka, Rusya, Îngîltere, Çîn  û dewletên din hatine ser xetê.  Tirkiye jî geh tê ser xetê geh nayê.   Geh tîcaretê dike, geh nake.  Kurdan jî da nîşandan ku xebata Kurdistanê, azadiya Kurdistanê dixwaze.   Kurd miletekî zindî ne. Cîhanê jî êdî fêm kiriye ku divê ji bo Kurdan ciyekî çê bikin.  Eşkere bûye ku bi zilm û zordariyê Kurd ji ser doza xwe venager in.

Li gor te ji bo ku Kurd bikaribe  vê proseyê serkeftî derbas bike divê siyaseteke çawa pêş bixe?

Ji bo Başûrê Kurdistanê mirov nikare stratejiyekê bibêje.  Lewra ew  ji me bêtir siyaseta xwe û rewşa xwe dizanin.  Têra xwe partî, dezgeh, sazî û siyasetmedar hene.   Lê li ser me wek ferze ku  bibêjin ku em  piştgiriya wan dikin.  Kêmasiyê wan ku em dibînin bibêjin.   Eger em nebin piştgir divê em qet nebin  pêşgir jî. Em yekîtiya wan dixwazin qenciya wan dixwazin. Em heman tiştan ji bo Bakûrê Kurdistanê jî dixwazin. Em hêzeke Bakûrê Kurdistanê ne.  Qada me ev der e.  Li Bakûrê Kurdistanê jî tevgera Kurdan, rewşa Kurdan ne baş e.  Gelek sedemên wê hene. Tevgera Kurdan lawaz bûye.  Hêzên Kurdan belav bûne.  Stratejî û siyaseta hendekan tevgera Kurdan lawaz kir.  Rewşa awarte û qanûnên di vê demê de dewlet derdixîne jî  bûne sedem.  Milet hinek tirsiyaye, hinek jî dilşikestî bûne.

Gelo bêdengiya Bakûr bi tenê girêdayî rewşa awarte û siyaseta hendekan e? Yan hinek sedemên din jî hene?

Sedema bêdengiya Bakûr û şikestina hêzên Kurdan ne girêday, girêdayê Kerkûkê ye.  Bila tu kesekî vê yekê nake hincet.  Siyaseta hendek û rewşa awarte ya Tirkiyê milet bêdeng kir.  Beriya hendek û rewşa awarte heger HDP gazî miletê bikira bi hezaran xelk dadiket kolanê.  Lê niha ne wisa ye. Hevserokê giştî yê HDP Selahattin Demîrtaş hate girtin 300 kes di kolanan de bûn.  Milet tirsiyaye û hêviya milet şikestiye.  Lê li hember van tiştan miletê me neçûye ber dewletê. Ji xebata rizgariya Kurdistanê xeyidiye, ji PKK xeyidî ye,  ji me xeyidî ye, ji tevgerên azadiya Kurdistanê xeyidî ye lê neçûye ber dewletê jî.  Divê erkê me niha bibe ku em miletê xwe dîsa vegerînin ser xeta netewî û azadîxwaz. Ev karê hemû partiya ne.   Li hemû Kurdistanê partiyek, an hêzek tenê nikare pirsa Kurd çareser bike. Bêyî yekitiyê kêşeya Kurd çareser nabe.  Ne PSK bi tena serê xwe, ne PKK bi tena serê xwe nikare pirsgireka Kurd çareser bike.  Ji xwe heta niha jî nekiriye.  PKK ewqas berdel daye bi tena serê xwe nekarî  çareser bike.  HDP bi hêzbûna xwe bi tena serê xwe nikare çareser bike.  Yanî mîlet yekgirtinê dixwaze.  Eger niha milet ne li kolanan be, sedem ne tenê tirs e,   ji PKK jî  eciz ûnye. PKKê ji milet  çi xwestibe miletê Kurd ev daye, pere, fedekarî ji miletê xwestiye milet daye.  Lê millet çi bi dest xistiye?Tu tiştekî.  Milet bi rêya çareseriyê dixwast ku pirsgirek çareser bibe,  lê PKK ev nekiriye.  Ji ber hemû tiştan xelk dilşikestî û eciz bûne, lê dîsa jî neçûye ber dewletê. Niha di navberê de mane.  Niha heger hemû partî bikaribin bi hev re ji nû ve bi stratejiyeke nû, bi siyaseteke nû werin ba hevdu û pêşkeşî miletê bikin bawerim wê milet dîsa were qadê.  Kurd çi dixwaze divê ev bê fêm kirin, Kurd azadiya xwe dixwaze.

Kurdên Bakûr niha di qonaxeke re derbas dibin, peyvên Kurdistanê di parlementoyê de qedexe ne. Ji ber peyva Kurdistanê li ser kes û partiyên siyasî yên Bakûr doz tên vekirin. Tu vê rewşê çawa dinirxin î û siyaseta Kurd ber bi ku ve diçe?

Bi zor û zordariyê peyva Kurd û Kurdistan dide xuyakirin ku AKP an  dewlet , xebata legal û demokratîk li hember Kurdan dixwaze bigire û teng bike. Dixwaze berê Kurdan dîsa bide çiya. Berê wan bide tund û tujî yê, xebata çekdariyê.  Kurdan gelek caran xebata çekdariyê kirine.  Eger pêwîst bike wê dîsa bike.  Lêbelê eşkere bû ku pirsa Kurd li Kurdistana Bakûr bi rêya tund u tujiyê naye çareserkirin.  Dewlet 94 sale her xwastiye bi tank û top çareser bike, lê nebû.  PKK jî xebateke çekdarî dike lê ew jî negihiştiye tu neticeyekî.  Em dibêjin Kurd heqê xwe bi rêya legal û demokratîk bigire. Helbet ev rê dûr û dirêj e.  Mumkûne ku êş û azar bên dîtin û bên jiyîn.   Raste dewlet naxwaze ku em di vê qada sivîl de bimînin . Dewlet her wisa kiriye.  Berê jî digot bila qet behsa Kurd û Kurdistan neyê kirin. Di rojnameyan de qedexe kiriye. Ji bo xaka Kurdistanê gotine, rojhilat, gotine şark. Xwestiye ku azadîxwestina  Kurdistanê îllegal bimîne.  Heman tiştî niha parlementoya Tirkiyê dike. Bikaranîna peyva Kurdistan qedexe dike. Wisa xuya dike ku siyaseta dewleta Tirkiye ji bo Kurdan tu caran nehatiye guhertin.   Zihniyeta bingehîn wek xwe maye. Sîstema Tirkiye dixwaze Kurdan ji qada siyaseta sivîl bixîne.   Ji demokrasiyê dur bixîne.  Lê divê em bi rijd bixebitin ku di vê qadê de bimînin. Lewra Kurd demokrat in û demokrasiyê diparêz in.   Mînak Başûr e.   Hemû partî azad in. Ol,bîr û  bawerî û  ziman azad e.  Ev demokrasî ye.  Kurd zilm û zordariyê li kesekî, li miletekî din nake. Eger li Bakûr jî Kurd serdest bin wê weke Başûr demokrat bin. Kurd hînî pêkvejiyanê bûne. Kurdan tu caran înkara mîletekî din nekiriye.