Delîl Dîlanar: Vegera welêt afirandina mûzîkeke nû bû!

BAS - Dara Porxelek

Delîl Dîlanar di sala 1973an de li gundê Orginos yê girêdayî navenda Mûşê hatiye dinyayê. Delîl, ji ber gotina stranekê di sala 1995an de hate sirgûn kirin. Piştî sirgûniyeke 20 salan di sala 2015an de vegeriya welêt. Heta niha 5 albûmên Delîl hatine weşandin. Delîl her wiha di filmên sînemayê de jî dilîze û filmê bi navê ‘Kurdistan Kurdistan’ jiyana wî bi xwe ye. Delîl niha li Almanyayê dijî. Hunermendê Kurd ê navdar Delîl Dîlanar di derbarê muzîk, film û xebatên xwe de bersiva pirsen me da.

Dema mirov li rabirdûya we ya muzîkê dinêre we li gel apê xwe Dengbêj Huseyno perwerdehiya muzîkê, li cem Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo jî perwerdehiya amûrên muzîkê dîtiye, gelo ev tişt bûn sedem ku hûn dest bi muzîkê, dengbêjiyê bikin?

Te her du pirs jî pir zû pirsîn. (Dikene) Dengbêj Huseyno ji ber ku malbat e, em bixwazin nexwazin, bêhemdî be jî em di nav wê çandê de mezin bûn. Di nav çanda dengbêjiyê de. Tesîra wî bi taybetî li ser min heye. Bi rastî jî dema min dest bi muzîkê kir, eleqaya min bi dengbêjiyê re tune bû. Di sala 1994an de min yekem stran bi dengbêjiyê stra. Straneke apê min Huseyno bû; Bavê Fexriya. Di bin hişê mirov de ji tesîra lorîna dayîkan bigire, guhdariya dengbêjan ku mirov li derûdora xwe guhdar dike tim heye. Dema tu bi awayekî profesyonel dest pê dikî, divê tu ji bin tesîra wan derkevî. Eger tu nikaribî derkevî tu nikarî weke kesekî serbixwe xebatan bikî. Tu dibî kopiya. Belê em di nav wê çandê de mezin bûn lê dema min dest bi karê profesyonelî kir û şûn ve min girîngiya dengbêjî di nav muzîka Kurdî de dît û min got ku eger em muzîka Kurdî çêbikin divê ew tayek wisa hebe pêwîst e bingeha wê xurt û Kurdî be. Ew potansiyela ku bikarî wê çêbikî ji xwe ji malbatê jî tê, ew jî hebû. Jixwe kesên ku me guhdar dikin û baş xirab bi me dizanin, dizanin ew tesîr li ser me heye. Lê bi rengekî din, bi şîroveyeke nû û bi amûrên rojavayî me çêkir. Ew jî ji bo me hinekî taybet bû. Min û Egîdê Cimo me di sala 1996an de hev nas kir. Heta 1998an ez li wan deveran mam. Tesîra Egîdê Cimo jixwe ji Radyoya Rewanê de li ser me hebû. Bi taybetî jî dema li gel wî me dest bi perwerdehiya amûrên muzîkê kir. Bixwazî nexwazî ew jî dibe pêngava duduyan di warê amûran de, dîsa bi Kurdî û Kurdiyeke orjînal ku bi dengbêjiyê ve girêdayî ye, ji ber ku tu nikarî Egîdê Cimo ji dengbêjiyê dûr bigirî. Min bi taybetî xwest ku tesîra wan li ser min çêbibe.

Dema dibêjin Delîl Dîlanar harmana amûrên rojavayî û dengbêjiya Kurdî tê bîra mirov…

Eger tu bixwazî tiştekî nû, şîroveyeke nû biafirînî, ji kopiyayê dûr bikevî divê tu tiştên nû çêbikî. Yanê ew ne bi daxwazê derdikeve holê. Ew bêyî hemdê te ye. Ew daxwaz ew qewet tê û derdikeve holê. Ne ku ez dengbêjiyê modernîze dikim. Lê li gor dema îro, ciwanên me eger tesîra malbatê li ser tune be dengbêjiyê nikarin guhdar bikin, an jî gelekî kêm guhdar dikin. Ew hîs nakin. Ciwanên li Ewropa dijîn û di nav muzîkeke gelek gelek pêşketî û modern de muzîk guhdar dikin. Ew tiştên din li gor wan hinek klasîk dimînin. Tu nikarî bi wan bidî hez kirin. Ew dengbêjiyê hîs nakin. Ji bo tu bikaribî çanda xwe bi wan bidî guhdar kirin, pêwîst bû tiştekî wisa bihata çêkirin. Bi taybetî jî ji bo nifşê nû. Ev jî bû siyek, tarzek. Êdî guhdar, me wisa nas dikin. Bi rastî jî me bi zanebûnî wisa kir.

Di hevpeyvîneke we de, we gotiye ku ‘Êdî divê ne tenê Kurd muzîka Kurdî guhdar bikin.’ Îro Delîl, Aynur Dogan û Homer Dizeyî û hwd. li hemû cîhanê konsertan didin. Gelo ev daxwaz bi serket?

Esas pirsgirêka mezin, xelkên biyanî ku weke muzîkeke klasîk guhdarî muzîka Kurdî dikin û qedir didinê, Kurd hê negihiştine wê astê. Ez bi giştî dibêjim. Ji ber ku guhdarîkirina muzîkê jî çand e. Ji wê re jî bingehek lazim e. Îro eger zarok bi muzîkên Bethooven, Mozart mezin bibin di destpêkê de ew çand rûdine û êdî nikare muzîka xirab guhdar bike. Mixabin em hêj di destpêkê de ne. Hin kes hene gelekî bi pêş ketine. Eger tu karekî profesyonel çêbikî herkes jî guhdar dike. Îro dema tu diçî festîvalekê, ne ji ber ku tiştekî taybet e, nû ye guhdar dikin. Eger baş pêk bînî guhdar dikin. Kurd îro li cîhanê tên nasîn. Bi saya Başûr û Rojava Kurd êdî hêdî hêdî tên naskirin. Dema te dinasin çanda te jî meraq dikin. Gelo ev çi Milet e, çand û hunera wan çi ye. Di nav cîhanê de Kurd êdî tên naskirin. Lê eger em bixwazin hê jî pêwîstî pê heye ku karên baştir bên kirin. Ji ber ku em bikaribin di nav bazara cîhanê de em jî cihekî bigirin. Lê mixabin hê merheleyek ji wê re maye. Ji ber ku ji vî karî re sazî divê, heta dewlet divê… Mînak îro em li Tirkan dinêrin, hunermendên wan weke Tarkan di hemû cîhanê de tên nasîn. Îranî bi komên xwe yên muzîkê yên profesyonel tên nasîn. Ermenî bi Gasparyan tên nasîn. Weke hûn jî dibêjin çend Kurd jî hene di vî warî de baş biserketine lê têrê nake. Hê jî ne bes e. Ji bo xelk me nas bike hê jî pêwîstî bi xebatên baş heye.

Herî dawî we albûma Dengbêjname-I belav kir. Hûnê mizgîniyê bi rêya Basê bidin. Dê berdewama Dengbêjnameyê were?

Belê. Jixwe me navê albûmê danî bû Dengbêjname-I. îhtîmaleke mezin heta dawiya salê wê amade be. Weke arşîv dê her berdewam be. Bi terza dengbêjiyê dê her hebe. Û wekî din jî wê di meha 2an de albûma me amade be. Niha xebat hene. Em amadekariya konsertên wê dikin niha li Ewropa.

Piştî qedexeya 20 salan hûn vegeriyan welêt û we li Stenbolê jî qonsertek da…

Ji bo cara yekemîn dikarim bibêjim ku cihê ku me konsert lê da cihekî taybet e. Dezgeha Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) ew ne konserteke ji bo gel an jî ji bo me bû. Ew weke resepsiyonekê bû. Weke danasînekê... Ev kesê ku piştî 20 salan vegeriyaye welêt gelo çi dike? Sedema derketina wî çi bû û ew bi çi vegeriyaye? Ne bi armaceke siyasî lê bi armanca xebatên me yên taybet bû. Ji bo me girîng bû. Gaveke, resepsiyoneke vegera me ji bo welêt bû. Mixabin ew wisa ma. Ji ber ku rewş li Tirkiyeyê niha ne baş e. Me armanc dikir ku gelek resepsiyon û konsertên wiha li dar bixin. Lê ev jî girêdayî rewşa siyasî ne.

Lê vegera welêt…

Vegera me ya welêt. Cihekî ku zarokatiya te li wir derbas bûye û tu li wir mezin bûyî. Te gelek kes li pişt xwe hiştine û tu çûyî. Piştî vegerê jî te careke din ew nedîtine. Ev xemgîniyek e. Piştî ew çend sal, ew çend zehmetî ku tu vedigerî welêt. Gelo li welêt çi guheriye? Gelek hest di mirov de olan didin. Dema tu teyî welêt û tu windakirinan dibînî. Bi rastî jî gelek tişt ji mirovan winda dibin. Careke din jiyaneke din tu dibînî. Guhertinên ku tu dibînî û ew nabînin him li gel wan him jî li xwe mirov dikeve hesaban. Hinek tiştan dixwazî fêm bikî lê nikarî... Tu dixwazî bikenî nikarî bikenî jî. Dixwazî hêstir birijînî nikarî xemgîn bibî. Zehmet e, gelekî zehmet e. Esas her çiqasî jî em ji çanda xwe dûr neketibin û karê me jî hebe li derve, mirov nikare bîne ziman ku piştî vegerê bilev bike bê ka gelo ev tişt çawa ewqas derbas bûn. Weke filmekî li pişt xwe bihêlî û careke din vegerî. Her perçeyekî, her avahiyeke ku tu dibînî û xira bûye.  Di her cihekî de xeyaleke te derbas bûye. Tu ji axa te veqetandine û tu careke din weke kesekî xerîb vedigerî û li halê welêt dinêrî.

Di van salên dawî de em zêdetir we di filmên sînemayan de dibînin. Gelo karê aktoriyê zehmet e an yê dengbêjiyê?

Her karek li gor xwe xwedî zehmetiyan e. Lê eger tu weke hunerê lê binêrî ji hev pir ne dûr in. Zehmetiyên wan jî ji hev ne dûr in. Ez wisa bawer im ku ew kesê aktoriyê dike divê xwedî guhê muzîkê be jî. Divê bingeha çanda giştî hebe. Lê ji bo min gelekî hêsantir e. Ji ber ku ez ne weke aktor, min bi xwe jî nexwest ez bileyîzim. Kekê Bulent (Gunduz) kir. Kek Bulent xwest wê dokumanteriyê li ser jiyana min amade bike.  Ji ber ku jiyana min a rastîn e û min tenê jiyana xwe ya rojane berdewam kir. Û ji ber ku min bi salan e di televizyonê de moderatoriya bernameyê kiriye, ji min re hinekî din hêsantir bû. Karê aktoriya sînemayê jî zehmet e. Pêwîst e tu du sê mehan li setê bî û bi hiş û bedena xwe tev li wir bî. Tenê divê tu di nava wî karî de bî. Wê jî li gorî xwe zehmetiyên xwe hene. Lazim e tu baş rola xwe bispêrî hundirê xwe. Lê karê din jî zehmet e. Bêyî xebat tu kar jî serkeftî nabe.

Em werin mijara ‘Kurdistan Kurdistan’ Di Festîvalan de ‘Weke derhênerê herî baş û Filmê herî baş, weke muzîka herî baş’ gelek xelat wergirtin. Serkeftina vê ji ber çi bû li gor we?

Bêguman ev serkeftin ya derhêner Bulent Gunduz e. Ji ber ku ez jî beşdarî gelekî festîvalan bûm, dibêjim. Serkeftina wê ji ber ku ne çîrokeke xeyalî ye û jiyana rastîn e. Nîv dokumanter e bi giştî nehatiye çêkirin. Di konserta me ya New Yorkê de dest pê dike û heta ez tême welêt ku ez cara yekem destê dayîk û bavê xwe radimûsim. Min di fîlm de aktorî nekiriye. Jiyana min a rastîn e. Rolek ji bo min nehatibû nivîsandin. Egîdê Cimo jî rolek girtiye di film de. Ji bo wan rol hatibû nivîsandin lê bes ji bo min na. Tesîra wê li ser bîneran jî ji ber ku çîrok rastîn e, cih jî rastî ye ne set e. Ji siwarbûna balafirê bigire heta çûyîna gund rêwîtiya min a rast e. Ew film bi serketinên xwe deyndarê Bulent Gunduz e. Ji ber ku film û fikr tev ên Bulent Gunduz bû.

Niha filmê ‘Beriya Mirinê’ dikişînî. Alanê kurê te zarokekî Qamişlo ye. Çawa ye hemahengiya we li setê?

Ew filma nû jî ku bi derhêneriya Fikrî tê kişandin. Fikra kesekî ji Herêma Kurdistanê ye. Jiyana Pêşmergeyekî xwebexş mijara vî fîlmî ye. Pêşmerge bi derxistina mayînan re mijûl e. Film jiyana wî Pêşmergeyî ye. Li ser jiyana wî Pêşmergeyî gelek dokumanter hatine çêkirin. Ew lawik pir zîrek bû. Wextê me gelekî xweş derbas dibû li setê. Têkiliyên me û kurik jî rastiyek e. Berî niha jî dokumanterek li ser jiyana wî kurikî hatibû çêkirin. Nexweşiyeke wî jî heye. Têkiliyên me gelekî xweş bûn. Heta niha jî têkiliyên me li gel wî û li gel malbata wî jî hene. Têkiliyên me li setê weke bav û kurekî derbas dibûn. Ez bawer im dema film bê temaşe kirin dê baştir bê fêm kirin. Ez bawer im ku dê film di meha pêşiya me de li Festîvala Navnetewî ya Duhokê dê were nîşandin.

Projeyên we yên nû di derbarê sînemageriyê de hene?

Dema we dest bi karekî kir, teklîfa karan jî zehftir tên. Projeyek heye ku ez ê bibêjim erê. Niha li ser wê xebat tên kirin. Wisa bi bawer im ku ez ê bibêjim erê. Heta ew daxûyanî nedin ez naxwazim di derheqê filmê de biaxivim. Ji sedî sed dê ew film jî çêbibe. Lê di derbarê film de bila derhêner daxûyanî bide.

Piştî komkujiya Şingalê, tu dibêjî 'Ji bilî serxwebûnê tu çare ji derdê me re nema ye' Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê Îlonê de pêk were. Tu çi difikirî, hestên te çi ne?

Niha jixwe te gelekî baş şopandiye ku ez çidikim û çi dibêjim. Ev gelekî girîng e. Mirov ku tiştekî weke kesekî serwext karê xwe dike û dahatûya xwe dibîne divê gotinên vala nebêje û her tiştî nebêje. Ez bawer im her Kurdekî niştîmanperwer, welathez ew gotin, ne xewn e jî.  Ez di serê xwe de bi wan welatên ku Kurdistan parçe kirine re tu wextî li hev nayêm. Çima ne li hev im; ji ber ku welatê me parçe kirine. Ji ber wê jî kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, ez wekî Kurdekî serbixwe û şexsî jî azad im, ji bo min ne xeyal e. Çi dibe bila bibe piştgiriya Kurdistana serbixwe dikim. Îro pêkanîna referandûmê nayê wateya dê serxwebûn bê îlan kirin. Lê îro her Kurdekî ku jenosîda Helepçeyê, Enfalê bi bîr bîne nikare bi wan kesên ku wan jenosîd kirine re di nav welatekî de bijî. Ez nabêjim divê em jî herin li wan komkujiyan bikin û Kurdan heta niha jî komkujî bi sere tu gelî de neanîne. Şerm e mirov nîqaşa ‘Erê’ bike. Kurdekî xwedî vîjdan divê bibêje ‘Erê.’ Ew welatê ku tu di nav de dijî, nasnameya te nas nekiriye. Ez dibêjim gotina ‘Erê’ ji bo her Kurdekî spartek e.

Ji bo piştgiriya referandûmê projeyên te hene, eger projeyên te hebin tu bangî hunermendên Kurdan dikî?

Li gor fikra min, pêkanîna referandûmê bi xwe jî trajedî ye. Kurd ewçend sal e di bin komkujî û dagirkeriyê re derbas dibin û em rabin serxwebûna xwe bidin pirsîn ji min re ecêb tê. Eger Tirkan referandûm pêk bianiyana normal bû ku em rabin li ser wê nîqaşan bikin.  Ji ber vê yekê jî ez rast nabînim ku em li ser referandûmê nîqaşan bikin.  Hewce nake em xebatên wisa bikin ji ber ku jixwe ev referandûm daxwaza me Kurdan e. Îhtimaleke mezin jixwe ez ê di meha 9 an de biçim Festîvala Filman a Duhokê. Ez ê yek bi yek di nav proseyê de cih bigirim. Ez pir meraq dikim ku ew kesên dibêjin na ji ber çi dibêjin na. Ez ê vê yekê bipirsim. Îro referandûm ne ji bo serokekî tê kirin. Ji bo Kurdistanê ye. Ya girîng ew e ku armanca referandûmê çi ye ji bo min. Ev referandûm nayê wê wateyê ku wê serxwebûn bê îlan kirin.

Di derheqê welêt de hûn dixwazin çi bibêjin?

Rewşa welêt… Tu jî dizanî ez têm û diçim carinan. Pirsgirêka me mezin e. Nêrîn û fikra me ya di derbarê referandûmê de ji bo Bakur jî derbasdar e. Ez bawer nakim ku kesên ji Bakur ji referandûmê re bibêjin na. Lê tu jî dizanî rejîma Tirkiyeyê hêvî nehiştine. Niha ez dinêrim ji bo Kurdên Bakur ji bilî şer tu tişt nemaye. Divê em Kurdên Bakur biryara xwe bidin û bilêv bikin. Gelo em serxwebûnê dixwazin an xweseriyê dixwazin divê em vê biryarê bidin. Lê mixabin hêviya min bi jiyana bi hev re nemaye. Li Osmaniyan fenûfût naqedin.

Gotina min…

Ez dixwazim bi hunera xwe ji bo gelê Kurd bixebitim. Ji bo rewşa xelkê xwe, bi riya hunerê çi ji destê min bê ez ê bikim û bînim ziman. Weke hunermendekî tu nikarî girêdayî partiyeke siyasî bî. Dema tu girêdayî partiyeke siyasî bî tu nikarî ji bo gelê xwe xebatê bikî. Hunermendekî bi serê xwe, dema partiyekê tiştekî baş kir divê piştgiriya wê bike. Dema xeletî jî bike divê li hember bisekine. Pirsgirêka me ne parçeyek ax e. Parçeyek ax em dikarin biçin Afrîkayê jî jixwe re bistînin û Kurdistanê ava bikin. Pirsgirêka me azadiya ziman û çand û jiyana me ye. Siyasetmederan na, lê hunermend û nivîskaran pergala cîhanê guherandine.

Bas Gazetesi