Parlementerê Ermenî: Kêmnetew û olên cuda li Kurdistanê qedir dibînin!

Karzan Sebah Hewramî

Li Herêma Kurdistanê ji bo roja pêkanîna referandûma serxwebûnê rojên jimartî man. Amadebaşiyên bo referandûmê bê rawestan didomin û him siyasetmedar him jî gel di wê baweriyê de ye ku dê dengên ‘Erê’ serbikevin. Di vê çarçoveyê de em bi parlementerê Ermenî yê Kurdistanê Yurwant Nisan Markos re li ser referandûm, helwesta Ermeniyan û kêmneteweyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn çi hêviyan ji Kurdistanê dikin axivîn. Markos dibêje Ermenî li Iraqê di asteke kêm de dihatin dîtin û axaftina xwe wiha didomîne: “Lê belê li Herêma Kurdistanê rewş berovajî vê ye. Kêmnetew û olên cuda li Kurdistanê qedir dibînin. Pêkvejiyan her diçe xurttir dibe. Di dahatûyê de em ê li dewleteke weke Almanya bijîn, ne dewleteke tundrew a Îslamî.” Markos mînaka dewletbûna Ermeniyan dide û dibêje: “Serxwebûn weke Ermeniyan mafê Kurdan e jî.”

Demeke kurt ji referandûmê re ma. Hûn weke Ermeniyên li Herêma Kurdistanê dijîn referandûmê çawa dinirxînin. Iraqî qala yekpariya Iraqê û pêkvejiyanê dikin. Li gor we çareseriya bi Iraqê re pêkan e?

Em weke pêkhateyên Ermenî piştgiriya referandûmê dikin. Ji ber ku di sala 1915an de Osmaniyan li hember Ermeniyan jenosîd pêk anî. Kurd jî weke me di gelek komkûjî û qeyranan re derbas bûn; weke Helepçe, Enfal û karesata 2014an a Şingalê. Ji ber wê jî çawa mafê Ermeniyan ê dewletbûnê hebe wisa yê Kurdan jî heye ku bibin xwedî dewlet. Herwiha Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana Ermenî, Xirîstiyan, Kurd, Aşûrî û Tirkmenan e. Niha rast e em li Iraqê ne û Iraqê jî fikra Îslamiyetê weke bingeh bi fermî ji xwe re hilbijartiye. Rewşa olên cuda û kêmetewan ne diyar e. Kurdistana ku wê bê avakirin divê nebe kopyaya Iraqê. Em niha doza azadî û filitina yasayên heyî dikin. Em doza Kurdistana serbixwe dikin. Dema serxwebûn hat ragihandin bêyî cudahî hemû pêkhate em ê di bin sîwaneke hevpar de ligel hev bijîn. Dema Kurdistana serbixwe hat ragihandin dê pêkhateyên Kurdistanê jî weke hemû hemwelatiyên Kurdistanê bi awayekî azad bijîn.

Li gor we dema dewleta Kurdistanê hatiye?

Dewletbûn biryareke ku wê tu carî poşmanî jê çêne be ye. Xebatên ji bo vê û amadebaşiyên referandûmê dest pê kirin. Gelê li Herêma Kurdistanê dijî jî piştgiriya vê yekê dike. Berê li herêmê tenê Fransa û Brîtanya hebûn, niha Rusya û DYA jî hene. Denklem guherî êdî. Berê Sykes- Picot hebû. Lê belê ev xeta sor û hemû rêkeftinên berê hatibûn kirin têk çûn, rewş hate guhertin. Yek ji encamên van guhertinan jî referandûm e. Li hêrêmê guhertinên mezin rû didin. Di dahatûyê de jî wê gelek guhertin çê bibin. Em nizanin dê çawa nexş biguherin. Lê di vê proseyê de ya girîng ew e ku em biryara çawaniya qedera xwe bi destên xwe bidin. Guherînên li herêmê ji bo me fersendên zêrîn in.

Têkiliyên we yên dîplomatîk li gel Ermenistanê hene. Helwesta Ermenistanê li hember referandûm û serxwebûna Kurdan çawa ye? Dema serxwebûn were ragihandin dê Kurdistanê binasin?

Bi rastî dema Herêma Kurdistanê bibe dewlet kes nikare li hember derkeve. Ermenistan dema girêdayî Yekîtiya Sowyetê bû jî baş dinirxand, niha jî baş dinirxîne, dê di dahatûyê de jî baş be. Ji ber ku dewleta Kurdistanê ne dewleteke Îslamî ya tundrew e ku xwe jê biparêzin an jî bitirsin. Weke Almanyayê dewleteke azad û xwedî pirnetew e. Ji ber vê yekê jî divê miameleya li hember wê asayî be. Helwesta Kurdistanê li hember Ermeniyan wisa baş be ji bo Îran, Tirkiye û Iraqê jî dê baş be. Em Kurdistaneke ku ne kopyaya tu dewletî ye dixwazin. Nabe ku weke kopyaya Iraqê li Herêma Kurdistanê bê nêrîn

Hûn li Iraqê bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin?

Çend caran ez çûm gel Emar Hekîm û serkirdeyên Şîe yên din û ji min re gotin ku em we weke neteweke cuda dibînin. Lê belê diyar e ku wekhev nabînin. Li Bexdaya ku li gor Şîeyan yasayên wê hatine amadekirin Xirîstiyan nikarin bi awayekî azad bijîn. Otorîteya Îslamî li ser Iraqê hukimran e. Ev jî pergalê bêxêr dike. Ji dêvla saziyên dewletê ve saziyên olî biryar didin. Lê belê li Herêma Kurdistanê rewş berovajî vê ye. Kêmnetew û olên cuda li Kurdistanê qedir dibînin. Pêkvejiyan her diçe xurttir dibe. Li Iraqê bi navê demokrasiyê tu tişt nemaye. Hemû Xirîstiyan berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Hemû penaber jî her wisa. Garantiya ku kesên xwedî ol û netewên cuda ne li Iraqê careke din neyên qetil kirin tune ye. Ji ber van tiştan em ji jiyana li gel Iraqê ne razî ne.

Çima li Iraqê pêkvejiyan pêk nayê li gor we?

Li Iraqê kesayet mafên xwe yên nasnameyê winda dikin. Piştî hilweşandina Sedam hemû îktîdarên Iraqê ji dêvla parastina kesayetan, xebata parastina siyasetmedaran kirine. Kesayetan bê wate dikin da ku nefikirin. Bi yasayên ku derdixin jî bingeha jiyanê tune dikin. Li gor me pêkhate naxwazin di bin sîwana Bingeha Destûrî ya Iraqê de bijîn. Di vê çarçoveyê de mayîna me li gel Iraqê bê wate ye.

Gelo hêviyên we ji Dewleta Kurdistanê çi ne?

Em dixwazin bibin hemwelatî. Em naxwazin bibin welatiyên di asteke kêm de. Ji ber ku em ê di dahatûyê de li Kurdistaneke demokratîk weke Almanya ku ji hemû kêmnetewan re rêzê digire de bijîn. Dê ne dewleteke tundrew a Îslamî be.

Rola Suneyan li Iraqê çi ye? Ew jî weke Kurdistanê dewleteke serbixwe an jî herêmeke federal dixwazin?

Iraq wê di dahatûyê de bibe sê beş. Kurdistan, Herêma Sune û Herêma Şîe. Mixabin Suneyan fersenda dewletbûnê winda kirin. Dema DAIŞ derket holê gotin ku dewleta Suneyan derdikeve holê. Eger DAIŞ ne terorîst û zorbedar bûya, karekî medenî birêve bibira dê li herêmê ev tişt rû nedana. Ji ber vê yekê jî DAIŞê fersenda dewletbûna Suneyan ji holê rakir. Ev çend sal e jî Şîe li Iraqê hikûmran in. Şîe di wê baweriyê de ne ku dema Suneyan birêvebir dabeşbûn di navbera wan de pêk nehatibe, di birêvebirina Şîeyan de jî dabeşbûn nabe. Ew fersenda niha li ber me ye Suneyan winda kir, divê em winda nekin. Sune jî niha dewletbûna Kurdistanê dixwazin û diparêzin. Ji ber ku Kurdistan him Sune ye him jî dê bibe dewleteke demokratîk û cîranekî baş ê Iraqê. Dê alîkariyan bike di wê baweriyê de ne. Sûne dikarin di çarçoveya cîrantiyê de danûstandina li gel Kurdistanê xurt bikin û ji tecrûbeyên Kurdistanê ders bistînin. Bi vî awayî dikarin li ser piyên xwe bimînin.

Li gor we Bexda ji ber çi mafê pêkhateyan nade?

Niha cudahî di navbera alîkariya gel bi mantiqa demokratîk û bi mantiqa dîktatoriyê de heye. Bexda destê xwe avêtiye qirika gelê li Herêma Kurdistanê dijî û budçe biriye. Mûçeyên Pêşmergeyan nade. Berpirsyerên têne Herêma Kurdistanê bersiva çareserkirina van tiştan nadin. Ebadî hat lê xeletiyên Malikî sererast nekirin. Tekane hişmendî heye ku Iraqê birêve dibe, ew jî xeternak e. Îro qet garantî tune ye ku kiryarên ku hatine kirin sibê dê neyên kirin. Dibêjin li gel me bimînin wê qet pirsgirêkên we çênebin. Lê divê em ji bîr nekin tu tiştek tune ye ku Iraq ji me re bike.

Hûn dahatûya Iraqê çawa dibînin?

Zehmet e Iraq careke din bibe dewleteke bipergal û rêkûpêk. Niha Şîe bi Şîe re û Şîe bi Sûne re di rikberiyê de ne. Projeyên ji bo gel nehatin kirin. Pere ji bo gel nehatin bikaranîn. Dê tiştên ne baş ji bo Iraqê rû bidin ne tiştên baş. Lê em ê dîsa jî ji bo Iraqê bibin cîranekî baş. Lê niha di nav Iraqê de şerê navxweyî heye zehmet e em bi hev re bijîn.

Hûn çawa li wan kesên li Herêma Kurdistanê ji referandûmê re dibêjin ‘na’ dinêrin?

Ev tişta tê kirin qet ne tiştekî baş e. Divê tu partî di mijareke netewî de dijberiyê neke. Diviyabû niha dijberiya serxwebûnê nehata kirin û berovajî vê divê festîvalên mezin ên serxwebûnê bihatana kirin. Ev mijara netewî ji bo dahatû û qedera Herêma Kurdistanê di asta herî bilind de girîng e. Divê dijberiya vê neyê kirin. Ji ber hinde jî divê di navbera xwe de danûstandinan bikin.

Li gor te çima Bexda ji referandûm û serxwebûnê wisa bê hizûr e?

Fikra Erebî li ser gelê Iraqê û pêkhateyan bi rijd bû. Aliyên siyasî ji serxwebûna Herêma Kurdistanê ditirsin. Ew wisa dihesibînin ku vê yekê bikin ew ê bikevin nav îxanetê. Ji siyaset û mantiqa berê ya seqet niha jî ditirsin. Ligel vê jî metirsiya wan a eger Kurdistan bibe dewleteke serbixwe dê Iraq bibe dewleteke Şîa. Ji ber ku rêjeya Şîeyan li Iraqê ji sedî 34 e. Eger Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe dê ev rêje bibe sedî 70. Yanê êdî bi navê Iraqê tiştek namîne. Civaka navdewletî jî wiha dinêre. Dahatûya qedera Iraqê ne diyar e. Eşîrên Sune li gel dewletbûna Herêma Kurdistanê ne. Herî zêde jî parlementerên wan ji bo serxwebûnê dixebitin. Dizanin dê dewleta Kurdistanê alîkariya wan bike. Ew jî dizanin ku tu xêra Şîeyan ji wan re tune ye.

Li gor we dê encama referandûmê çi be?

Wê ji sedî 70ê dengên ‘Erê’ derkevin. Ev rêje pir girîng e. Dema em civaka navdewletî bigirin ber çavan, divê ne di bin vê rêjeyê de be. Wisa tê texmînkirin ku dê ji vê rêjeyê jî zêdetir be dengên ‘Erê’. Gel ji ber referandûmê pir bi kelecan e. Lê li Silêmaniyê dengên ‘Na’ hene. Ev yek jî divê bi aktîfkirina parlementoyê bê çareserkirin.

HEFTENAMEYA BAS