Konê Reş:Bi serxwebûnê re wê xewna Cizîrî pêk were

Sêvê

BasNews - Konê Reş sala 1953an li gundê Doda  li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye Nivîskarê kurd, di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de nivîsên wî belavbûne.Derûdora 20 pertûkên wî yên çapkirî hene.

 Li bajarê Qamişlo nivîskarê kurd Konê Reş 5 pirtûkên nû jî çap kirine.Du pirtûk bi zimanê erebî ne û sê bi zimanê kurdî ne. Konê Reş, di derbarê pirtukên xwe yên nû û di derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bersiva pirsên me dan.

5 pirtûkên te yê nû çap bûne. Gelo tu dikarî behsa naveroka van pirtûkên xwe bikî?

 Rast e di vê dema dawî de 5 pirtûkên min li Qamişlo bi çapeke taybet hatine çap û belavkirin; 3 bi zimanê kurdî ne û 2 jî bi zimanê erebî ne yên kurdî evin: Kurdên Êzdî li Sûriyê: (Rojavayê Kurdistanê) li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc: Efrînê) û parêzgeha Hesekê (Cizîrê); Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Ev parêzgeha ku li çar deverên wê kurdên êzdî dijîn; Tirbespiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê. Ez li van deverên êzdiyan gund bi gund geriyam, min dîdar û çavpêketin bi kalemêr û rîhspiyên wan re kirin, ta ku min karîbû vê pirtûka xwe berhev bikim.

 Osman Sebrî 1905-1993: Bi helkefta derbasbûna 60 salî di ser 14 tîrmeha 1957an de, ev roja ku Apo Osman Sebrî û hevalên xwe wek Dr.Nureddin Zaza (P.K.K.S) Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê li Şamê damezirandin, min ev pirtûka bi navê (Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû), berhev kir û li Qamişlo çap û belav kir. Ez Osman Sebrî wek lehengekî ji lehengên gelê xwe dibînim. Wî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye. Ew di navbera salên 1926an û 1971ê de, (18) caran hatiye girtin û zindankirin.

 Ji Geşt û Serdanên Min: Min di vê pirtûka xwe de geştên xwe an gerên xwe yên rewşenbîrî di festîvalên Kurdistanê de li dervî Rojava û Sûriyê bi firehî nivîsandine û şirove kirine; çima çûme? Min çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye û wiha min bi zelalî şiroveye wan geştan ji xwendevanan re raxistiye ber çavan.

 Pirtukeke te jî bi zimanê erebî li ser malbata Bedîrxaniyan hatibû çapkirin Te di vê pirtûkê de çi armanc kir û çima bi zimanê erebî?

 Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): Ev pirtûk bi zimanê erebî ye. Erê bi zimanê erebî ye, da ku ez xwendevanên ereban serwextî kêşeya gelê xwe û navdarên wê wek Bedirxaniyan bikim. Ew Bedirxaniyên li ku Kurdistan li ku be, ew li wir in! Ez ne bawer im ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê yê ku di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in. Di vê pirtûkê de min bi zimanê erebî ronahî berdaye ser gelek neferên vê malbatê, yên ku di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Min xwestiye ku ereb van lehengên me ji me nas bikin.

 Gurzek Êş: Ev koma helbestan ya min î sêyem e ku ji zimanê kurdî dibe zimanê erebî. Berî wê ev herdu komên din (Dara Çinarê), bi wergera mamoste Imad Alhesen û (Cûdî Çiyayê Mirada), bi wergerandina mamoste Hejar Ibrahîm ji zimanê kurdî hatine wergerandin bo zimanê erebî. Ev kom (Gurzek Êş), Mamoste Xalis Musewir wergerandiye zimanê erebî.

 Te gelek pirtuk bi zimanê erebî jî nivîsandiye,sedema nivîsandina te ya bi zimanên erebî çiye?

 Da ku xwendevanên Ereban serwextî kêşeya gelê xwe bikim, çi di warê dîrokî de be û çi di warê ziman û rewşenbîriya kurdî de be. Nexasim ew şovînîstên ereb yên ku ziman û kultura me li me qedexe dikirin.Ji rexekî din ve, em bêjin nebêjin me bi zimanê erebî xwendiye, bandora zimanê erebî li ser me heye û di warê lêkolîn û xepartinê de, bêtir jêderên min ji pirtûkxaneya erebî ne. Hîn ew pirtûkxaneya me a kurdî wek ku me dive nehatiye avakirin. Vêca ji neçarî, hin caran ez bi erebî dinivîsim.Belê piraniya pirtûkên min bi zimanê kurdî ne.

Ji ber şerê ku li Rojava û Li Suriye diqewin vêga rewşa weşanxaneyan çawa ye? Tu derfet dibînê ku pirtukên xwe çap bikî?

 Berî şerê Sûriyê zimanê kurdî qedexe bû, hem jî nivîsên bi zimanê erebî li dor kurd û Kurdistanê qedexe bûn.Hingî em neçar dibûn ku berhemên xwe bi pereyên zêde di rêka qaçaxçiyên çapxaneyan re li Şam, Helebê û Beyrûdê çap bikin. Lê vêga, ji şeş salan ve em di hisargehê de ne, em ji Şam, Heleb û Beyrûdê qut bûne, ew derfet jî ji ber me hatiye birîn. Vêca em di rêka wan çend kesên ku mekîneyên kopîkirinê anîne Qamişlo, pirtûkên xwe çap dikin. Ew jî bi pereyên zêde û çapa ne li gor xwestinê û hejmarên kêm.Pirtûka ku bi vî hawî tê çapkirin ne di ser 300 nesxî re ye. Wek ku min got; bazirganên çapkirinê bi behana ku pel û hibir nîne pereyên zêde distînin.Ew çapxaneya ku rêveberiya Kantona Cizîrê aniye, di xizmeta çapkirina weşanên wê de ye.Di vê rewşê de em neçar dibin ku berê xwe bidin Kurdistana başûr an Diyarbekir û Stenbolê ji bo çapkirina pirtûkên xwe, çûna wan jî gelekî zor e.

Wek nivîskarekî navdar yê Rojavayê Kurdistanê, di derbarê referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê de çi difikirî?

 Difikirim ku wê xewna Melayê Cizîrî bibe rastî. Wê; “Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin. Sed wekî şahê Xorasan defrewarê te bin” Erê Qedera me ye ku di 25ê Îlonê de, em bi yek dengî bêjin “Erê” ji bo serxwebûna Kudistanê. Ew serxwebûn pêşketin û rûmet e. Ew serxwebûn hebûn e. Ew serxwebûn vejandina canê Pêşmerge û gerîlayên ku di ber xaka xwe de şehîd ketine. Ew serxwebûn pêşxistin û geşkirina ziman û çanda kurdî ye. Ew serxwebûna biratî, hezkirin, lêborîn, wekhevî û mirovahiyê ye.

Gelo dewleteke serbixwe dê çi tesîrê li ser nivîskarên kurd bike?

 Bêguman wê bandora zor mezin be. Wê li gor rihê bavê netewa kurdî Ehmedê Xanî be. Wê Mem bi azadî hez ji Zînê bike. Wê Mîr Miqdad Bedirxan li Cizîra Botan Kurdistanê biweşîne! Mîr Celadet wê ji kêfa re bike Hawar Hawar. Wê Musa Anter Birîna Reş derman bike. Edîb Karahan careke din Dicle-Ferat biweşîne.. Cegerxwîn ji nû ve bêje; Kîme Ez? Belê wê bandor zor zor mezin be.

Bangawaziya te ji bo gencên Herêma Kurdistanê ji bo referandumê çiye?

 Gerek xelkên me li Başûrê Kurdistanê wek keriyên pez herin ser sindoqên dendanê ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê.