Beytocan: Ez dixwazim pasaporta Kurdistanê hilgirim

Sêvê

BasNews – Hunermendê kurd ê ji navçeya Farqîna Amedê Beytocan albûmên “Etuna dilê min, Axinate nalina min, Bîst û yekê adarê, Te nadin min” cihê xwe di dilê hemû kurdan de çêkiriye. Beytocan ji ber kudetaya 12ê îlonê maweyekê di zindana Amedê de dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve  diçe Stenbolê û ligel hunermendên navdar ê Tirkiyê weke Orhan Gencebay Selamî Şahîn re karê xwe yê muzîkê didomîne. Herwiha li Stenbolê jî bi gelek kêşe û arîşeyan re rû bi rû dibe û di sala 1990î de berê xwe dibe Ewropayê. Beytocan piştî 23 salan ji Ewropayê bi yekcarî vegeriya û niha li Farqîna Amedê dijî.

Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di rojeva hunermendê kurd Beytocan jî de ye. Beytocan derbarê referandumê de ji BasNewsê re axivî û bersiva pirsên BasNewsê dan. Beytocan bi bîranîneke xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi axaftinê dike û dibêje; “Dema min serdana cenabê Mesûd Barzanî kir min daxwaza pasaportekê li wî kir… Pasaporta Kurdistanê… Cenabê Barzanî ji min re got; ‘ez dê vê axaftina te ticarî ji bîr nekim’ mixabin pasaporteke wisa heta niha tunebû. Lêbelê êdî dê hebe. Eger hûn bê pasaport û nasname bin yanî hûn li cîhanê ne tiştek in.”  Li aliyê din Beytocan behsa stranên xwe dike û dibêje ji ber ku navê “Kurdistan” qedexe bû wî di şûna peyva “Kurdistan” de peyva “gulistan” bikaranîye û kela girî dikeve qirika wî hêsir çi çavên wî dibarin.

Li Herçar parçeyên Kurdistanê ji we tê hezkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara referandumê stendiye. Tu vê biryara wan çawa şîrove dikî?

Ev zarûriyetek e,îhtiyacek e. Hemû dinya dixwaze ew referandum pêk were. Ev referandum dê bibe destpêkek. Ez biryara milletê me yê li Başûrê Kurdistanê pîroz dikim. Dema min serdana cenabê Mesûd Barzanî kir min daxwaza pasaportekê li wî kir… Pasaporta Kurdistanê… Cenabê Barzanî ji min re got; ‘ez dê vê axaftina te ticarî ji bîr nekim’ mixabin pasaporteke wisa heta niha tunebû. Lêbelê êdî dê hebe. Eger hûn bê pasaport û nasname bin yanî hûn li cîhanê ne tiştek in.” Referandum dê tesîrê li van meseleyan bike û rê liber kurdên me yên li Başûr veke. Di warî aborî jî de rê li ber wan vebe. Ew mafekî wan ê sirûştî ye.

Bi salan hunermendên kurd ji ber qedexeyan navê Kurdistanê di stranên xwe de nedianîn. Niha ji bo dewleta Kurdistanê gav têne avêtin tu vê çawa dinirxîne?

Di wê serdemê de hevalên me yên hunermend ku li Ewropayê bûn bi navê Kurdistan stran digotin lê hunermendên weke me ku li bindestê dewleteke dagirker de bûn li şûna peyva Kurdistan peyva gulîstan hildidan. Ez di wê baweriyê de bûm ku piştî referandumê hunermendên kurd dê wan rojan bibîrbînin û bistirên. Li ser vê ez dixwazim bîranîneke bi xwe bi we re parvebikim. Dema ez li Swêdê bûm, bi navê Kurdistanê keçek hebû. Rojekê min lê nerî em dê di heman balafirê de seferekê bikin. Lê ji ber navê wê rê nedan keçikê ku seferê bike. Ji ber ku navê wê Kurdistan bû. Lê ji niha û bi şûnde piştî dewlet hat avakirin dê mejbûr rê bidin. Neçarin rê bidin. Pêdawîstiya dinyayê jî Kurdistanê heye. Axa kurdan welatekî kurdan heye. Referandum biryareke dîrokî ye. Bila ciwan êdî azad bin û bi azadî bijîn. Me hezkirin û evîna bi kurdî ji bîr kiriye.

25ê îlonê tê here Herêma Kurdistanê?

Belkî beriya 25ê îlonêez herim. Helbette ez dixwazim wê roja dîrokî li wir amade bim. Dîtina wê rojê dê gelekî baş be. Ez di wê baweriyê de me ku dilê her kurdê ku bo millet û welat lê dide dê wê kelecanê hîs bike.