Nevzat Çiçek: Tirkiye û Kurdistana serbixwe wê bibin du cîranên baş

BAS - Rabia Çetin

Rojnamegerê nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê Nevzat Çiçek, li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, helwesta Tirkiyeyê li hember referandûmê, polîtîkayên Tirkiyeyê li hember egera dewleteke serbixwe ya Kurdan û kêşeya Kurdî li Tirkiyeyê bersiva pirsen me da. Çiçek destnîşan dike ku Tirkiye li hidûdê xwe li hember dewleteke Kurdî dernakeve û wiha didomîne: “Tirkiye nikare Herêma Kurdistanê ji dest bide. Nikare vê yekê bide berçav. Wê nexwaze herêm têkeve bin tesîra  Îranê, Brîtanya û ne jî ya DYAyê. Hikûmeta navendî ya Îraqê jî bertekên tund nîşan nade.”

Kurd, ber bi serxwebûnê ve diçin…

Divê pêşî mirov li sedema biryarstandina serxwebûnê ji ku çawa derket binêre. Eger para Kurdistanê ya ku ji sedî 17ye bihata şandin niha dê diyalogên li gel Hikûmeta Îraqê bidomiyan. Kurd, di warê leşkerî û siyasî ji xwe cuda bûn. Tenê di warê aboriyê de girêdaniyek hebû. Hikûmeta navendî dema vê girêdanê jî qut kir ji neçariyê berê xwe dane serxwebûna aborî. Rêkeftinên neftê û yên din kirin. Di dema ku ev pêk hatin jî referandûm di rojevê de bû. Paşxistina vê biryarê ji ber êrîşên DAIŞê bûn û niha jî biryara pêkanînê di 25ê Îlonê hat standin. Li gor min eger êrîşa Heşdî Şabî an jî DAIŞê li ser herêmê çênebe ev referandûm bêguman wê pêk were. Bi awayekî vekirî Goran û Komel li hember derdikevin. Lê ev li dijderketin ne li gor ku li Tirkiyeyê tê dîtin û li hember serxwebûnê ye. Ew wisa dibînin ku ev destekeftî dê weke ya malbata Barzaniyan bê nîrxandin. Ji vê yekê jî bi awayekî vekirî vê aciziya xwe bilêv dikin. Li gor vê yekê jî dê piraniya van kesan jî di 25ê Îlonê de dengên ‘Erê’ bidin. Li aliyê din DYA dibêje “Referandûmê paş bixin.”  Ne ji ber ku li hember vê yekê ye. Ji ber ku Kurd li Îraqê xwedî rolek girîng in û sala bê wê hilbijartin li Îraqê pêk werin. DYA Kurdan jî di van hilbijartinan de weke hevsengiyekî dibîne.  DYA ji bo ku ewlehî têk neçe daxwazê ji Herêmê dike ku referandûmê piştî hilbijartinên Îraqê pêk bîne. Li aliyê din helwesta Tirkiyeyê ne li gor a Îranê ye. Tirkiye dixwaze li bendê be û binêre ka di dahatûyê de çi heye. Lêbelê rewşa Tirkmenên li Îraqê jî ji bo Tirkiyeyê pir girîng e. Li wir Tirkmen bûne 3 beş. Partiyên Tirkmenên ku navenda wan Hewlêr e piştgiriya referandûmê dikin. Tirkmenên Kerkûk û Mûsilê jî dibêjin divê herêmên wan tevlî referandûmê nebin. Tirkmenên Şîa jî li gor helwesta Îranê tevdigerin.  Ev referandûm dê pêk were û ev kart dê dest de be. Dibe ku ev kart li ser maseyê ji aliyê Kurdan va were bikaranîn û di demeke dirêj de serxwebûn neyê îlankirin jî.

Yanê li gor we armanc ne serxwebûne lê jibo anîna hikûmeta navendî bo ser maseyê ye?

Ev yek ji sedeman e. Eger hikûmeta navendî dadwetbûya di demeke wisa nêz de referandûm xwiya ne dikir. A duyem jî, ne diyare ka wê sibê li Îraqê çi bi qewime. Ji bo destkeftiyan Herêma Kurdistanê kartê referandûmê dixe destê xwe. Rûdanên li Sûriyeyê jî tesîrê li vê yekê dikin.

Demeke kin? Li holê dozeke 40 salî û kêşeya 100 salî ya Kurdî heye di ser de jî…

Belê Herêma Kurdistanê ev 40 sale li benda vê derfetê ye. Di konjonktora siyasî de jî rewş amade ye ji ber vê, referandûmê pêk tînin. Lê divê meşrûiyeta navnetewî jî hebe. Di dîplomasiyêde cihê hestiyariyê tuneye. Belê sed sale li bendê ne, gav tên avêtin. Herêma Kurdistanê van hemûyan difikire gav davêje. Lêbelê, erê dibe ku dema herî nêzîkî serxwebûnê be. Di demeke nêz de dibe ku serxwebûn neyê îlankirin lê wê statûya herêmên di bin benda 140î de diyar bibe.

Tirkiye dê cînarê xwe, dewleta Kurdan qebûl bike gelo?

Eger refleksên dewleta berê hebûna dê qebûl nekira, lê di vê rewşa heyî de “Tirkiye li hidûdê xwe di navbera Kurdistaneke di destê PKK/PYDê de an jî Barzanî de bimîne wê bijarteya duyem hilbijêre. Di warê aboriyê de jî Herêma Kurdistanê cihê herî nêzîk ê Tirkiyeyê ye.” Li aliyekî jî êdî wê nexwaze vê herêmê ji destê xwe winda bike. Dibe ku li hember raya giştî bertekên tund nîşan bide jî, lê ez di wê baweriyêde me ku dê bibe cîranekî baş. Mijara sereke rewşa Tirkmenan e. Eger Mûsil û Kerkûk nebûna dê bi hêsanî qebûl bikira lê mijara Mûsil û Kerkûk di bazara navnetewî de xwedî cihek girîng e. Ji ber vê yekê jî herdu alî dê di dahatûyê de nêzîkî hev bibin.

Hejmara Tirkmenên li Herêma Kurdistanê ji yê Kurdên Tirkiyeyê hindiktir e. Gelo Kurdên li vir…

Tirkiye ji bo Kurdên xwe gavek avêt bi rastî. Lê pergalake Tirkiyeyê ku ji berê maye heye. Li hember wê hizbeke çekdar heye. Eger wê hizbê çek ji destên xwe derxista dibe ku her tişt bi şêweyeke din bimeşiya. Me di dema proseya çareseriyê de dît; Serê sibehekî em rabûn û me dît ku her tişt guheriye. Yanê dîsa dibe ku her tişt bibe. Lê heta li Sûriyeyê her rewş diyar nebe zehmete bikevin rêyeke nû. Eger Sûriye nebûya Tirkiye dê bi hêsantir referandûma Herêma Kurdistanê qebûl bikira. Mijara navxwe ya Kurdan jî dê bi hêsanî çareser bikira. Di van demên dawî de vegera polîtîkayên leşkerî ji ber rûdanên Sûriyeyê bû. Heta rûdanên li Sûriyeyê bidomin wê ev mijar jî weke mijareke ewlekariyê bê dîtin. Piştî 15ê Tirmehê jî ev polîtîka hene. Di nav dewletê de fikrek heye, ew kes di wê baweriyêde ne ku PKK jî xizmeta vê yekê dike. Lê li gor min divê di her rewşê de pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Helbet divê PKKe jî dev ji çekan berde. Lê ew ji dewletê bawer nakin. Dewlet jî ji wan. Ji ber vê yekê jî di demeke nêz de çareseriya vê pirsgirêkê ne pêkane.

Lê beriya 15ê Tirmehê bi qasî salekî her tiştî destpê kir..

Di nav dewletê de fikra ‘Siyaseta Xendekan ne biryara PKKê ye’ heye. Ew fikir di wê baweriyê de ye ku armanca  xendekan dirûstkirina şertên Cenevreyê ye.

Şertên Cenevreyê?

Eger li deverekî hişmendiya dewletê hebe, dewlet wisa bawer dike ku eger li deverekî kesên bi cil û berg hebin û ew herêm rastî êrîşê bê, midaxaleya navnetewî wê bê kirin. Bidestxistina 81 parlementerî ji aliyê HDPê ve di me hemûyan da hêvî afirandin. Eger protestoyên demokratîk, ji tundrewiyê dûr bihatana ceribandin dibû ku encam bistanda. Mijara sereke ew e ku PKK armanca hin aliyan dîsa bixe dewrê. Herdu alî jî hev du sûcdar bikin, 11 bajêr wêran bûn. Di proseya aşitiyê ya Filipînê de agirbest di navbera Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro û (MILF) û hikûmetê de hebû; îtîbar, gavavêtin û proseya siyasî hebû. Di proseya çareseriyê de yek ji van jî tunebû ji ber ku bawerî di navbera aliyan de tunebû. Ji ber vê yekê jî vegeriyan polîtîkayên ewlekariyê. Ji bo vegera vê rewşê biryara dewletê bi giştî heye. Televîzyon hatin bêdengkirin, siyasetmedar xistin zindanê, qadên piştgiriyê didane PKKê hatin valakirin. Dewlet di dema ku ev yek dikir siyaseta xendekan a PKKê weke amadekariyê nîrxand. Lê ji bo herdu aliyan jî ev yeke demeke dirêj nayê domandin. Dema mijara Sûriyeyê qediya PKK jî li vir çalakiyên bi çek nameşîne. Di mijara navxwe de mijara Sûriyeyê girîngtir e.

Gel dê van tiştan ji bîr bike?

Niha gelekî ku xeyalên wî têk çûna heye li holê. Him ji dewletê him jî ji PKKê xeyidiye gel. Ew kesê li Sûrê mala wî hat valakirin bi rastî ji ber ku li devereke din mala wî hatiye valakirin li Sûrê bû. Niha ev mirov hêrsin. Divê ev hêrs bê kontrol kirin. Lê ligel vê yekê jî hêviya aşitiyê her heye.

Dema li mînakên proseya aşitiyê yên cîhanê dinêrin di demên herî dijwar de jî hevdîtin pêk hatine. Li Tirkiyeyê niha tiştekî wiha heye?

Li Tirkiyeyê di dema proseya çareseriyê de ev yek hebû.

Lê di wê demê de pevçûn tunebûn…

Na hebûn. Alî derbasî qonaxa bê pevçûn bibûn lê ji ber bêbaweriyê cî bi cî pevçûnan rû didan. Lê divê neyê jibîrkirin ku di dawiya hemû şeran de aşitî rû dide. Bi kî re şer dikî bike di encamê de tu wê lihevhatinekî îmze bikî. Bêşensiya Tirkiyeyê ev e; aliyên wê qadên bi mayînin. Mijara Kurdî ne mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê tenê ye. Li Sûriyeyê, Îranê û Îraqê jî kêşeya Kurdî heye. Yanê mijara Kurdî hidûd derbas kirine êdî. Avêtina gavên li hundir têrî nake. Ji ber vê jî li hundir jî hin tişt wê biqewimin. Rewşa Herêma Kurdistanê dê tesîrê li vir jî bike. Dema em li aktorên proseya çareseriyê dinêrin Herêma Kurdistanê jî aktorekî sereke bû. Eger herêm normalîze bibe dê ev der jî normalîze bibe.

Yanê deweleteke Kurdan a serbixwe dê tesîrê li  kêşeya Kurdî ya Tirkiyeyê jî bike…

Eger li wir normalîze bibe, belê dê tesîr lê bike. Eger têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi awayekî dostane bidomin dê ev der jî normalîze bibe. Bi rastî ji xwe dostaniyeke dîplomatîk û bazirganiyê heye.

Em cardin vegerin Herêma Kurdistanê, mînaka Îsraîlê heye. Tirkiye di serî de li hember serxwebûna Îsraîlê derketibe jî di nava salekî de yekem welatê misilmane ku serxwebûna Îsraîlê pejirandiye ye. Eger serxwebûna Herêma Kurdistanê nepejirîne?

Di demeke kin de pê dernaxînî gelo dê siyaseta navnetewî çi derxîne pêşberî te. Dem dixwazin hin tişt… Belkî nas neke lê dijminatiyê jî nake. Îro li Efrînê bi YPGê re şer dike lê destûra  TIRên demir û çelîkan ku dişîne Sûriyeyê di ser Efrînê de dide. Û heqê gumrikê jî dide. Yanê dijminatî cuda ye. Ez îdîa dikim ku eger mijara Sûriyeyê tunebûna wê helwesta Tirkiyeyê li hember serxwebûna Herêma Kurdistanê cûdabûya.  Lê dîsa jî Tirkiye nikare Herêma Kurdistanê ji dest bide. Nikare vê yekê bide berçav. Wê nexwaze herêm têkeve bin tesîra  Îranê, Brîtanya û ne jî ya Amerîka. Hikûmeta navendî ya Îraqê jî bertekên tund nîşan nade. Yanê ev tên guhertin. Dibe ku Îdareya Kurdistanê ji dêvla serxwebûnê di destê xwe de weke kartekê jî bihêle.

Gelo Tirkiye dê bikeve Efrînê, Rojname vê yeke îdia dikin…

Piştî meha Îlonê dibe tiştekî wisa bibe. Polîtîkaya hişmendiya dewletê naguhere. Pirsa “Efrîn an Îdlib” pir tê pirsîn. Dewlet di demek nêz de navbera xwe Kurdan baş bike dê li gor berjewendiyên dewletê û Kurdan be. Dê planên li herêmê tarûmar bike. Lê belê di demek nêz de ne pêkan e. Eger em li hêza ku dê Efrînê biparêze binêrin DYA û Rûsya li vir nayên hember hev. Eger Kurdên li Efrînê wir ji rejîmê re bihêlin Tirkiye dê vê yekê bike ew jî pirseke din e. Lê li gor daxûyaniyên Serokkomar eger ev polîtîka bidome dê Tirkiye bikeve Efrînê. Yanê berfirehkirina Mertala Firatê dê ber bi Efrînê ve here.

Li gor we Tirkiye ji Mertala Firatê bi serkeftî derket?

Li gor min herkesî Mertala Firatê xelet xwend. Tirkiye xeta hidûdê xwe ne birî. PYD ji dûr ve pêşwazî kir. Dema em li hevdîtinên Siûd, Îsraîl, DYAyê dinêrin yek ji hêzeke Sûriyeyê jî Tirkiyeye. Armanca Tirkiyeyê rawestandina kantonan bû. Bi vê operasyonê jî di navbera kantonan de setek afirand.

HEFTENAMEYA BAS