Selma Gürkan: Referandûm bo dahatûya Rojhilata Navîn girîng e

BAS - Hilal Yağız

Me referandûma serxwebûna Kurdistanê bi Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gürkan re nirxand. Gürkan diyar dike ku referandûm dê bandorê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê, dê li hemû erdnîgariya Rojhilatanavîn bike. Gürkan destnîşan dike ku di serî de jî Îran û Tirkiye divê hemû dewlet serxwebûna Kurdistanê bipejirînin. Biryara ‘gelo ez ê çawa xwe bi rê ve bibim’ ji aliyê gelan ve li hemû cîhanê divê bi destûra ‘diyarkirina çarenivîsa xwe bi destê xwe’ bê kirin.

Hûn referandûma serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînin?

Di serî de divê ez diyar bikim ku mafê her netewî heye ku qedera xwe bi destê xwe diyar bike. Tekane ew gelên li Iraqê dijîn dikarin bersiva çawaniya îdarekirina xwe bidin. Li herêmê pirsgirêka herî mezin a netewî bêdewletbûna heta îro ya gelê Kurd e. Dê ev referandûm biryardayîna statûya heta îro hatiye derbasî kîjan astê bibe wê bide.

Li hember piştgiriya dewletan ji bo referandûmê helwestên tund ên dewletên herêmî jî hene. Hûn helwesta Îran û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Daxûyaniyên dewletên herêmê an jî derveyî herêmê ne li gor bicihanîna daxwaza gelên Iraqê ne. Em di proseyeke wiha de ne ku dewletên zilhêz li ser herêmê, parvekirina bingehên enerjiyê, korîdora belavkirinê û bihêzkirina hêza xwe zeximkirinê de derbas dibin. Di serî de DYA û Rûsya ji bo bicihkirina hêza xwe li herêmê di tekoşîneke dijwar de ne. Ew dewletên ku li aliyê hêzek ji van hêzan de xwe bicih dikin li gor sekna xwe di derheqê referandûmê de helwesta xwe diyar dikin.

Helwesta Tirkiyeyê jî ji vê analîzê ne berî ye. Yekem pirsgirêka Tirkiyeyê ya demokrasiyê çaresernekirina kêşeya Kurdî bi dayîna mafên wekhevî û gelparêziyê ye. Li welatê me desthilatan heta niha polîtîkaya înkar û jiholêrakirinê bi rê ve birine. Doza gelê Kurd ku heta niha meşandiye û rûdanên li herêmê desthilata Tirkiyeyê di sala 2013an de neçar anî ser maseya çareseriyê, lê nexweşiya kevneşopî ya Tirkiyeyê ji bo çareseriyê astengî derxist û dewletê dîsa dest bi înkarkirina Kurdan kir. Em dikarin bibêjin ku siyaseta Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê jî vê siyaseta kevneşopî diyar dike.

Polîtîkayên Îranê jî li hember Kurdan weke yên Tirkiyeyê ne. Her çiqas di mijara mezheban de li hember hev bisekinin jî ev her du welat dema mijar dibe mafê gelê Kurd di hemahengiyeke xurt de ne. Divê dewleta Îranê dev ji polîtîkayên xwe ku Kurdan înkar dike, zilm û zordariyê dike berde. Ji bo dayîna mafê gelê Kurd dest bi demokratîzebûnê bike. Yanî baweriya rasteqîn bes bi nasîn û teslîmkirina mafan, garantîkirina mafên demokratîk pêkan e. Emperyalîstan û dewletên li gor wan tevdigerin li Rojhilatanavîn her tim xwîn rijandine û Rojhilatanavîn ji bo gelan kirine dojeh.

Piştî referandûmê, hebûna dewleteke Kurdî li Rojhilatanavîn dê çi bandorê li herêmê bike? Hûn di vê mijarê de helwesta herêmê û Ewropayê çawa dinirxînin?

Hesabê her dewleta ku li herêmê danûstandinên wê hene, teqez li ser Hikûmeta Kurdistanê jî hesabên xwe dikin. Piştî referandûmê biryar çi be jî dewlet li gor hesabên xwe dê tevbigerin. Mînak Tirkiye, di wê baweriyê de ye ku statûstandina Kurdên Iraqê dê bandorê li Kurdên Tirkiyeyê jî bike.  Û îtîrazên xwe li gor vê yekê dike. Ji aliyê Tirkiyeyê ve Sûriye ji mijara Rojava ne cudatir e. Elbet ev refleks jî girêdayî vê yekê ne.

Bandora kêşeya Kurdî li Tirkiyeyê nêrîna partiyekê di derheqê demokrasiyê de diyar dike. Him helwesta herêmê him jî ya Ewropa li hember vê mijarê hûn çawa dinirxînin?

Hikûmeta AKPê bi demokrasî û çareseriyê nêzîkî kêşeyê nebû. Ji ber rewşa heyî neçar ma û li ser masê rûnişt. Lêbelê fikra dê heta hetayê înkar û zordarî dê bidome jî xelet e. Li gor rewşa dozê dê ev rewş jî biguhere.

“Jinan di guhertinên dîrokî de rolên girîng lîstine”

Hûn rola jinan di referandûm û serxwebûnê de çawa dinirxînin? Di vê rewşê de dê jin berpirsyariya çi hilgirin?

Qet guman tê de nîne ku rola jinan di tekoşînên bidestxistina maf, azadî û dozên civakî de xwedî roleke girîng in. Ji bo pêşketina hizbê jin bandoreke erênî dikin. Li aliyê din jî bidestxistina dozê destkeftiyên jinê zêde dikin. Jinan di Komûna Parîsê de, Şoreşa Cotmehê ku em sedsaliya wê pîroz dikin de gelek guhertin kirine; guhertinan jî destkeftiyên dîrokî yên jinan zexim kirine. Tevgera Kurdî jî rola jinê bi layiqî bicih aniye û îro li Rojhilatanavîn jin bingeha avakirina demokrasiyê ne. Bêguman ev tespît ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibin.

Selma Gürkan kî ye?

Di tekoşîna maf û azadiya sendîkayan de, di BESa girêdayî KESKê de ji berpirsyariya karsazê bigirin heta berpirsyariya navendê di her merheleyê de cih girtiye. Xebatên di Partiya Kedê de di sala 2007an de fermiyet standin. Bi salan Serokatiya Şaxa Partiya Kedê ya Enqereyê kiriye. Ji sala 2011an û vir ve jî ku bi dirûşmeya ‘Yekîtiya Hêzê’ ketibûn hilbijartinan, weke seroka giştî, xebatên xwe berdewam dike.

HEFTENAMEYA BAS