Ebdula Wertî: Divê dewleta Kurdistanê bi Ereban re bibe cîranekî baş

BAS - Karzan Sebah Hewramî

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebdula Wertî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê û geşedanên li herêmê bersiva pirsên me da.

Hûnê îsal referandûma serxwebûnê pêk bînin, hûn çawa gêhîştin vê encamê? Ev çend sal e em li gel Iraqê dijîn çima niha vediqetin, di derheqê vê yekê de hûn çi difikirin?

Ji dema Iraq hatiye damezirandin û vir de hikûmetên ku hatine ser Iraqê bi çavê kêmhateyan û welatiyên nebaş li Kurd û Kurdistaniyan dinêrin. Em û Iraq du welatên cuda ne. Zimanên me cuda ne. Ligel van cudahiyan jî Hikûmeta Iraqê zilm û zordarî li Kurdan dikir. Di dema deshilatdariya Saddam de Kurd bi wahşetî hatin qetilkirin, jenosîd hatin kirin û Enfal pêk hatin. Piştî hilweşandina Saddam jî hikûmetên îro bi awayekî namerd li hember Kurdan tevgeriyan. Li gor wan divê Kurd li pey wan bigerin. Ji ber van rûdanan û nêrînan divê em qedera xwe bi destê xwe diyar bikin. Me ji ber van rûdanan biryara referandûmê da. Gelê me li Rojhilatanavîn xeyalên xwe pêk neanîn. Bo gelê me xewna xwe pêk bîne me ev biryar da.

Biryara ku ligel Bexdayê danûstandin bên kirin hat dayîn, dê ev danûstandin çawa bên kirin?

Di demeke nêz de Komîsyona Referandûmê  li nav Kurdistanê û ligel dewletên cîran û welatên Ewropa stratejî û bernameya xwe dê amade bike. Dê bikeve nav xebateke dijwar. Divê Êzidî Kakeyî, Tirkmen û Asûrî di referandûmê de bibêjin ‘erê’ û dengê Kurdistanê bigihînin hemû cîhanê. Divê Bexda vê yekê baş binirxîne. Herî zêde em dixwazin Bexda me binase, ji ber ku em ê di her demî de cîranê hev bin. Em dixwazin Iraq, Kurdistana serbixwe nas bike. Bi vê yekê em dikarin di navbera Iraq û Kurdistanê de rûpeleke nû vekin.

Referandûm dê pêk were, li gor fikra we raya giştî ya navnetewî dê çi bike?

Em ji hemû cîran û dewletên navnetewî re dibêjin ku em miletekî mazlûm û xwedî maf in. Hemû kesên piştgirê mafên mirovan, aşitîhez û welatparêz divê piştgiriya referandûm û serxwebûna Kurdistanê bikin. Divê pêşî Îran, Iraq, Tirkiye û dewletên din ên herêmê piştgirya dewleta Kurdistanê bikin. Ji ber ku ev dîrokî ye. Ev avakirina pira dostaniya gelê Fars, Tirk, Ereb û gelê Kurdistanê ye. Dê referandûma 25ê Îlonê peyama azadî û dewletbûnê ya gelê Kurd bigihîne hemû cîhanê. Li gor krîterên navnetewî û NY jî ev yek mafê me ye û divê piştgiriya vê biryarê bê kirin.

Rewşa herêmên 140î çawa ye, li van herêman dê referandûm çawa pêk were, ew jî dê di referandûma diyarkirina qedera Kurdistanê de rol bigirin?

Di civîna 7ê Hezîranê de ku aliyên siyasî ligel Barzanî civiyabûn, biryara beşdarîkirina van herêman bo referandûmê hatibû dayîn. Weke Hewlêr û Silêmanî ew herêm jî dê di referandûmê de bibêjin ‘Erê’. Ew jî beşek ji Kurdistanê ne. Ji Kurdistanê hatine veqetandin. Bi xwînê hatine parastin û bi xwînê ji terorîstan hatine paqijkirin. Qedera wan ligel Kurdistanê ye.

Gelo Kurdên li beşên din hêviya çi ji referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin, li gor we referandûm dê bo beşên din bibe bingeh?

Kurdistanî li ku dera cîhanê bin jî dê piştgirî bidin serxwebûna Kurdistanê. Herwiha ev dewlet dê tu carî nebe kêşe bo karên navxwe yên cîranan. Ew jî divê bi riya aşitî û demokrasî bigêhijin mafê xwe. Divê her Kurd bo dewleta Kurdistanê kêf bike û piştgirî bide.

Hûn dikarin garantiya parastina jiyana kêmhate û olên cuda bidin?

Êzidî, Kakeyî, Tirkmen, Asûrîpêkhateyên bingeha Kurdistanê ne. Bi sedan sale em ligel hev li ser vê axê dijîn. Niha nûnerên wan li hemû qadên hikûmetê hene. Sazî û partiyên wan hene, di komîsyona referandûmê de nûnerên wan hene, teqez dê mafên herkesî wê bê parastin. Li gor dewletên din, Kurdistan wê zaftir mafên wan biparêze. Ji ber ku dewleta ku em ê damezirînin em ê li gor mafên mirovan saz bikin. Pêkvejiyana milet û olên cuda li Kurdistanê dê ji cîhanê re bibe mînak. Ew ê jî beşdarî referandûmê bibin û wê hemû mafên wan bê parastin.

Di pêşerojê de çi bernameyên we hene, tenê projeya referandûmê heye an we partiyên siyasî we li ser peymanekê li hev kiriye?

Eger hûn dewletê ava bikin pêdiviya we bi destûra bingehîn heye. Divê ev destûra bingehîn mafên mirovan û pêkhateyên cuda biparêze. Têkiliyên dewletên cîran û cîhanê diyar bike. Bi giştî dê ev makezagon bibe bingeha dewletaserbixwe ya Kurdistanê.  Eger Kurdistan di mijarên aborî, bergirî, ewlekarî, tendûristî, cotkarî û enerjiyê de xwe birêvebibe dê welatiyên Kurdistanê bi vê yekê serfiraz bibin û wê li herêmê weke aşitîxwaz bên nasîn.

Li Iraqê ji bilî Kurdistanê Basra û Herêmên Sûne jî  qala serxwebûna xwe dikin, cudahiya daxwazên we ji van herêman çine, ew çi dixwazin hûn çi dixwazin, ji bilî Kurdistanê mafê kê heye ku ji Iraqê veqete?

Em miletekî cuda ne. Xwedî mezhebeke cuda ne. Xwedî çandeke ciyawaz in. Em welatekî ji Bexdayê cuda ne. Li aliyê din ev sedan sale em doza azadiyê dikin. Me li hember Saddam şoreş kir. Me ji bo vê xakê bi sedhezaran şehîd dan. Aqûbeta bi sed hezaran Kurdistaniyan hê jî ne diyare. Piştî hilweşandina Saddam, me xwe bihêzkir û Saddam ji xaka xwe dûr xist. Em niha jî weke herêmeke federal ji aliyê NYê ve bi fermî tên nasîn. Piştî Saddam pêşiya Kurdistanê vebû. Herwiha Pêşmergeyên me hene ku li dijî DAIŞê bi pakrewanî sînorên me parastin. Ji ber vê yekê jî cihê Kurdistanê di nav Ereb, Îran, Tirkiyeyê, Ewropa û Amerîka de zexme. Wan piştgirî da Kurdistanê. Daxwaza Herêma Kurdistanê cuda ye ya wan cuda. Lê dîsa jî ev yek mafê wan e. Mezheb û netewa wan ji Bexdayê ne cuda ye lê em miletekî cuda û xwedî mezhebeke cuda ne. Em bi hêz in. Piştgiriyên mezin bo me hene. Li gor qartên destê me em bi gelekî ji wan cuda ne.

Bingeha dewleta Kurdistanê dê olî be an li gor mafê mirovan be?

Dewleta Kurdistanê dê ne li ser bingeha îdeolojiyekê be. Li ser bingeha welatiyan û dewleteke medenî dê bê avakirin. Dewlet dê li ser bingeha, wekhevî, adîl, civakî, azad, fikra azad, mafên mirovan, pirdengî, pirrengî, pirolî bê ava kirin. Lê pergala siyasî dê çawa bibe divê pisborên ku destûra bingehîn ava dikin diyar bikin. Em niha çawa referandûmê pêk tînin wê demê jî em ê bo destûra bingehîn biçin ser sindoqan.

Peyama we ya dawî?

Divê Tirkiye bi Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn re vegere ser maseya diyalogê. Ez ji hikûmeta Tirkiyeyê jî daxwaza piştgiriya referandûmê dikim. Li gor me bi rêya diyalogê pirsgirêk çareser dibin. Hêviyamin ew e ku bi rêya aşitiyê pirsgirêk çareser bibin. Divê hevdîtin bo çareseriyê bên kirin. Divê bo xwîn bisekine çareserî pêk were.

Hûn berdêla xeletiyên Iraqê didin, gelo hûn mayîna ligel Iraqê difikirin?

Em ê di 25ê Îlonê de biryara xwe bidin. Dewleteke bi navê Iraqê ku yekparçe nemaye. Iraq, ketiye destên hêzên cûrbicûr. Pirsgirêkên navxweyî hene. Hikûmeta li Bexdayê gelê xwe naparêze. Eger baweriya me bi Iraqê hebûya me biryara veqetandinê nedida. Lê em dibînin ku Iraqê serweriya xwe wenda kiriye. Bexda ketiye nav berberiya navnetewî. Em dixwazin pereyê Kurdan hebe. Pasaporta Kurdan hebe. Ala me hebe. Em dixwazin li NY û li welatan nûnerên me hebin. Em zêdetir naxwazin li NY bi qedera me bê leyîstin. Ew mafê me jî heye ku li qadên navnetewî bibin xwedî rêz û welatekî.

Hûn tahayyûla dewleteke çawa dikin? Di dahatûyê de li herêmê û Iraqê dê çi bibe?

Em dixwazin li herêma ku jê re Kurdistan tê gotin weke dewleteke azad û serbixwe bijîn. Çawa Komara Îslamî ya Îranê heye, Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta Iraqê heye divê bi navê Kurdistanê dewleteke serbixwe hebe. Bêguman em dixwazin dewleteke aşitîhez bin. Bi rastiyên xwe li Rojhilatanavîn bibin mînaka demokrasî û pêkvejiyanê. Em dixwazin hidûdên me yên baş ligel Îran û Tirkiyeyê hebin. Bi taybetî jî ligel Iraqê em dixwazin lihevhatineke aşitî, demokratîk û ji hev re bi rêz pêk were. Welatiyên herdu welatan bila bi hêsanî tevbigerin. Em tîcaretê, jiyana civakî û refaha netewî pêk bînin. Ji ber vê yekê jî dê dewleta Kurdistanê li herêmê ji tu kesî re nebe tehdît, berovajî vê fikrê dê bibe cihê şaristanî û xweşhaliyê. Kurdistan dê bibe temînata îstîkrar û aşitiya herêmê. Kurdistana ku dê were damezirandin dê daxilî karên navxwe yên tu dewletî nebe. Em dewleteke ku ne di bin siya tu dewletan de ye dixwazin. Welatiyên wê bi kêf, razî û bi hizûr… Em dixwazin li hember xwîn rijandinê jî derkevin. Bibin senger da ku zêdetir xwîn neyê rijandin û aşitî li herêmê bê ava kirin. Divê dewleta Kurdistanê bi Ereban re bibe cîranekî baş.

HEFTENAMEYA BAS