Nûnera Kurdistanê: Îtalya jî, Vatîkan jî, Papa jî dostên Kurdan e

BAS - Azad Mehmûd

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtalya û Vatîkanê Rêzan Salih di derheqê referandûma serxwebûnê û têkiliyên Îtalya-Kurdistanê de ji Heftenameya Basê re diyar kir ku Îtalya jî, Vatîkan jî, Papa jî dostên Kurdan e. Salih dibêje, Îtalya û Vatîkan li hember serxwebûna Kurdistanê dernakevin û wisa didomîne: “Îtalya di heman demê de dibêje ku em ji îrade û biryara gelê Kurdistanê re rêzdar in û em ê piştgirî bidin biryara destnîşankirina dahatûya gelê Kurd.”

Nûnertiya Kurdistanê li Îtalyayê kengî hat vekirin. Li vî welatî we di derheqê Kurdan de çi xebat kirine?

Biryara nûnertiya me ya Îtalyayê di sala 2009an de hat dayîn û di sala 2010an de bi beşdariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend Nûneran Hikûmetê li Romayê hat vekirin. Piştî vekirina nûnertiyê xebatên me dest pê kirin. Min li Îtalyayê ji sala 2004an ve xebatên dîplomatîk dikirin. Dîsa wê salê birêz Barzanî piştî hilweşandina rejîma BAASê hatibû Îtalyayê û me hevdîtinên wî amade kirin. Ew hevdîtin tenê ne berpirsyarên Îtalyayê re bûn, herwiha li Vatîkanê ligel Papa jî civiyan. Ew hevdîtin pir girîng bû. Ji ber ku Papa weke serokê dewleteke mezin pêşwazî li Barzanî kir. Hevdîtinên Papa ligel serokên dewletan 20 deqîqe didomin lê ligel Mesûd Barzanî 45 deqîqe civiya û civîn dîrokî bû. Rejima BAASê nû hilweşiyabû û diviyabû Kurdan doza xwe ya mafdar zaftir bida nasîn li raya navnetewî.

Têkiliyên me ligel berpirsyarên Îtalyayî pir baş in û niha Îtalya dostê herî baş yê Kurdan e. Îtalya di koalîsyona azadkirina Iraqê de cih gitibû û me di wê demê de heyetek ji parlementoya Îtalyayê bo birina Kurdistanê qanih kiribû. Di heyeta Îtalyayî ku hatibû Kurdistanê de Nûneran hemû partiyên ku wê demê di parlementoya Îtalyayê de xwedî kursî ne hebûn.

Hûn bi berpirsyarên Îtalyayî re li ser referandûm û serxwebûna Kurdistanê axivîn?

Bi salan e ez li Îtalyayê dijîm û niha jî Nûnera Hikûmeta Kurdistanê me. Berpirsyarên Îtalyayî pirsa Kurdî dizanin. Niha hebûna nûnertiya me li Îtlayayê pir girîng e. Li Îtalyayê ligel parlemento, wezareta derve, çend wezaretên din, partiyên sîyasî û siyasetmedaran re têkiliyên me hene. Dema em serlêdana van dikin piştgiriya referandûm û serxwebûnê  dikin. Dibêjin xwerêvebirina we ji aliyê we ve pir girîng e. Lê belê daxwazek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê rasterast biçin ligel berpirsyarên serokwezîr û hikûmeta Îtalyayê re hevdîtinan pêk bînin nehatiye. Lê min di civînên ligel berpirsyarên Hikûmeta Îtalyayî de di derheqê referandûm û serxwebûnê de axaftin kirine. Li gor wan divê ji biryar û îradeya gel re her kesek rêzdar be. Dibêjin eger biryara gel ‘Erê’ be ev piştgoh neyê kirin. Piştî referandûm û îlankirina serxwebûnê jî dê Îtalya dostê Kurdan be. Îtalya di her fersendî de radigihîne ku dê ji biryara xwerêvebirina gelê Kurd re rêzdar be.

Nêrîna Vatîkanê di derheqê pirsa Kurdî û serxwebûna Kurdistanê de çi ye?

Vatîkan dewleteke li ser bingeha ol û aştîhezê hatiye avakirin e. Beşdarî ti şerî nabin, tevlî xebatên aşitiyê dibin. Bo şerê DAIŞê ji hemû cîhanê daxwaza alîkariya Kurdan kirin. Ji ber vê jî şerê ku Kurd dikin ne tenê li hember terorê ye, li hember tehdîda ewlekariya cîhanê jî têdikoşin. Doza Kurdan li Vatîkanê dozeke pir qedirbilnd e. Li Vatîkanê hemû berpirsyar di serî de jî Papa dostê Kurdan e. Gelek qedir didin Kurdan. Di hemû ziyaretên me de bi rêzdarî pêşwaziya me dikin. Me ji wan re got ku dewleta ku em ê ava bikin dê li ser bingeha aşitî û pêkvejiyanê bê avakirin. Ew jî di vê mijarê de piştgirî didin me. Em ji berpirsyarên Vatîkanê re her dem dibêjin Kurdistan ji gelek netewan, olan, mezheban pêk tê û em tev bi cudahiyên xwe pêkve dijîn. Ev pêkvejiyan niha li Rojhilata Navîn ber bi tunebûnê ve diçe. Hev qebûl nakin. Li Kurdistanê aşitiya di navbera cudahiyan de baştir e. Pêkvejiyan ji çanda Kurdî tê. Em jî daxwaza domandina vê çandê dikin. Lê bo bi azadî bijîn jî divê dewleta serbixwe ya Kurdistanê hebe. Serxwebûn nayê wateya dûrxistina kesekî.

Hikûmeta Îtalyayê rola Pêşmerge çawa dinirxîne?

Rola Pêşmerge pir bi qedir dibînin. Li gor lêkolînekê li seranserê cîhanê peyva herî hatiye bikaranîn Pêşmerge ye. Pêşmerge ji aliyê hemwelatiyan, hikûmet û siyasetmedaran ve pir bi qîmet e. Bi taybetî jî dizanin ku Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê destan nivîsandiye. Carekî Wezîrê Bergirî yê Îtalyayê bi serbilindî gotibû ‘Ez jî Pêşmerge me’. Dema di derheqê Pêşmerge de diaxivin dibêjin ‘Dostên me, Birayên me’. Niha jî li gor rêkeftina di navbera Wezareta Bergirî ya Îtalyayê û Wezareta Pêşmerge de Pêşmergeyên birîndar dê li Îtalyayê bên dermankirin. Hikûmeta Îtalyayê dê bi vî awayî alîkar bibe.

Alîkariyên leşkerî yên Îtalyayê bo Kurdistanê di çi rewşê de ne?

Heta niha Îtalya bo Pêşmerge di warê leşkerî de alîkariyên baş kirine. Lê tu carî alîkariyên Îtalya û welatên din nagihijîn berdêla bo azadî û serxwebûnê yên Pêşmerge. Hin Pêşmerge bo perwerdehiyê çûne Îtalyayê. Pişt re Îtalya li Kurdistanê baregeheke leşkerî ava kir, li vê baregehê pîsborên leşkerî yên Îtalyayî perwerdehiyê didin Pêşmerge. Dewletên din jî alîkariyên leşkerî dane Pêşmerge. Lê belê alîkariyên ji welatan bo pêşmerge tu carî têra Pêşmerge nekirine.

Di pêkanîna referandûmê de bo welatiyên Kurd ên li Îtalyayê deng bidin we daxwaza danîna sindoqan li Îtalyayê kiriye?

Belê, me daxwaz li berpirsyaran kir. Ji ber ku bo dengdayînê gelek kes dê nikaribe biçe Kurdistanê. Li Îtalyayê gelek Kurd dijîn. Di roja referandûmê de îhtîmal e ku ligel siyasetmedarên Kurd yên Îtalyayî jî li ser sindoqan bin. Di parlementoya Îtalyayê de parlementoya kontrolê heye. Dibe ku em daxwazê ji vê parlementoyê jî bikin da ku di pêkanîna referandûmê de alikariyê bidin. Piştî referandûmê dibe ku em wan şahit bidin nîşandan ku referandûm bi awayekî serkeftî pêk hatiye.

HEFTENAMEYA BAS