Nîmet Abdullah: Tu dewlet li hember biryara gelê Kurdistanê nikare bisekine

BAS - Hemin Salih

Serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Abdullah ji Basê re destnîşan dike ku: “Bi pêkanîna referandûmê dê kartên siyasî û kanûnî bixe destê Kurdan. Tu dewleteke navnetewî li hember biryara gelê Kurdistanê ya referandûmê nikare bisekine. Ev mafê wan jî nîne.  Di pêşiya referandûmê de pêkanîna yekîtiya Kurdan dê bike ku dengên ‘Erê’ bi giştî bi serkevin. Ev yek jî dê Kurdistana serbixwe bike binê garantiyê.

Di civîna komên siyasî de biryara pêkanîna referandûma serxwebûnê hatibû dayîn. Li gor we ev biryareke çawa bû. Gelo bêyî ku referandûm bê kirin îlankirina serxwebûnê ne pêkan bû?

Bi qasî mehek berê, em ligel nûnerê Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de axivîn. Rast e bo îlankirina serxwebûnê referandûm ne şert e. Lê belê pêkanîna referandûmê dê nêrîn û îradeya gel derxe holê û dê mihalefeta hundir bêdeng bike. Li aliyê din jî dê destê welatên ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin jî xurt bike. Ev welat dema piştgiriya serxwebûnê bikin dê bibêjin: “Em rêzê ji biryara wî gelî re digirin.” Ligel vê yekê jî dê referandûm, dê destkeftiyeke xurt bide me, bo proseya serxwebûnê. Li aliyê din eger Îdareya Iraqê di derheqê serxwebûnê de ligel me bûya, wê demê jî pêdivî bi referandûmê nedima. Lê belê Iraq li hember serxwebûnê disekine. Ji bo ku di raya navnetewî de destê me xurt be em neçar in ku referandûmê pêk bînin. Divê em vê yekê jî ji bîr nekin encamên referandûmê li ber çavên Neteweyên Yekbûyî(YE) û di peymanên navtewî de gelek girîng in. Di proseya serxwebûna Kurdistanê de cihê referandûmê pir girîng e.

Çend welatên Ewropa diyar kirin ku ligel yekîtiya Iraqê ne. Li hember vê jî Amerîka destnîşan kir ku ji biryara gelê Kurdistanê re bi rêzdar in. Tesîra van daxûyaniyan di proseya referandûmê de çiqas in?

Dema mijara referandûmê vedibe tê gotin ku hin dewlet piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û hin ji wan jî nakin. Lê tişta bo me girîng ew e ku gelek dewlet ku di nav wan de yên mezin jî hene piştî dîplomasiyê piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê. Bala we dikişînim. Bo referandûmê nabêjim, bo serxwebûnê dibêjim. Her du ji hev cuda ne. Referandûm nayê wateya îlankirina serxwebûnê. Referandûm tenê bo nêrîna gel ceribandineke demokratîk e. Proseya piştî referandûmê ya serxwebûnê proseyeke serbixwe ye. Ji ber ku referandûm mafekî navnetewî ye gelek dewlet newêrin li hember bisekinin. Lê dema mijar hate serxwebûnê wê demê dê dengên neyênî xurttir derkevin. Di wê proseyê de dê niyetên welatan rasterast derkevin holê. Wê demê jî dê birêxistina têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên aborî û polîtîk giring bibin. Bi kurtasî ev dengên niha bêdeng derdikevin piştî îlankirina serxwebûnê dê zelal bibin. Her wiha dê helwesta wan welatên ku îro dibêjin ‘Em ligel yekîtiya Iraqê ne’ jî zelaltir bibe.

Îranê diyar kir ku rasterast li hember proseya referandûmê ye. Berpirsyarên Tirk jî diyar kirin ku bi biryara referandûmê ‘Serokên Kurdan xeletiyên mezin dikin.’ Li gor we bi rastî jî ev biryar xelet e?

Na, bêguman ez biryara referandûmê şaş nabînim. Ne di dîroka referandûmê de ne jî di pêngava ku em tê de ne de pirsgirêk nîne. Li gor min di dema herî baş de biryar hat dayîn. Herêma Kurdistanê dixwaze, di rûdanên piştî DAIŞê de bidestxistinên xwe yên siyasî û netewî zexm bike. Lê li gor min amadekariyên di vê rewşa pir hassas de ne li gor dilê min in. Diviyabû pêşiya diyarkirina dîroka referandûmê komîsyonên referandûmê bihatana hilbijartin û van komîsyonan xebatên xwe bikirana. Ligel vê yekê jî biryar û dîroka referandûmê ji aliyê parlemento û Hikûmeta Kurdistanê ve bihata diyarkirin dê baştir bibûya, li gor fikra min. Ji aliyê din ve jî divê baweriya gel a serxwebûnê demildest bicih bêanîn. Divê em bikin ku her kesek bibêje ‘Erê’. Bi vî awayî divê em gel qanih bikin. Ji ber ku ev mijar bo gelê Kurdistanê heyatî ye.

Deriyên parlementoya Kurdistanê niha girtî ne. Gelo ev rewş dê çawa tesîrê li proseya referandûmê bike. Li gor we serokên Kurdan di vê mijarê de divê çi bikin?

Proseya referandûmê pir pir girîng e. Eger di serî de parlementoya me tunebûya ne pirsgirêk bû. Lê madem parlementoya me heye divê teqez ew bê aktîfkirin. Divê parlemento dest bi kar bikira û serokatiya proseya referandûmê bikira. Weke Katalonyayê. 135 parlementerên parlementoya Katalonyayê civiyan û bi pirdengiyeke giştî biryara referandûmê dan. Li vir êdî divê aliyên siyasî yên Kurdistanê bicivin û parlementoya Kurdistanê aktîf bikin. Divê neyê jibîr kirin ku biryarên ji aliyê parlementoyan ve tên dayîn di raya giştî de pir girîng in. Divê PDK bo çareseriya vê pirsgirêkê serkêşiyê bike, li aliyê din jî divê Goran dev ji hemû pirsgirêkên din berde û di vê mijarê de berpirsyariya xwe bicih bîne.

Dema parlemento hat girtin, hûn weke Serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê we çi kir?

Dema min pê derxist ku dê pirsgirêk derkevin holê min daxwaza guhertina hemû endamên serokatiyê kir. Elbet armanca min ew bû ku pêşiyê li krîzê bigirim. Niha daxwaza aktîfkirina parlementoyê bê kirin divê bi serokatiya berê bê aktîfkirin. Bo saetekî be jî divê bi vî  awayî be. Eger ne wisa be dê prisgirêkên nû derkevin holê. Parlemento ji aliyê serokatiya niha ve bê vekirin, di civîna yekem de bo dîwana serokatiyê bê guhertin dengdayîn bê kirin. Tenê bi vî awayî pirsgirêk çareser dibe.

Di demeke wiha de nêrînên we di derheqê azadiya Kurdan de çi ne?

Tişta herî zêde min aciz dike gotina “Kurdistana serbixwe tenê xeyal e” Di derheqê serxwebûnê de divê her kes bixebite. Ji ber ku ev prose girîngtirîn prose ye. Ji biçûkan heta mezinan divê herkes di vê proseyê de rola xwe bilîze. Ji hikûmetê bigirin, parlemento, partiyên siyasî, saziyên sivîl û heta kesayetan divê herkes piştgiriya dewleteke Kurdan bike.

Li gor gotinan: Tevgera Goran û Partiya Komele di çapemeniyê de li dij referandûmê nebin jî di faaliyetên siyasî de li dijî referandûmê xebatan dikin. Li gor fikra we van her du alî di pêşerojê de li dijî referandûmê cepheyekê ava bikin û proseya referandûmê de roleke neyênî bilîzin?

Li gor min ew kesê ku di dilê wî de hezkirina Kurdistanê hebe tiştekî wisa nake. Lê belê ligel vê yekê jî divê em ji bo ku herkesek beşdarî referandûmê bibe xebatan bikin. Tu kesek divê di vê proseyê de neyê paşguhkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjim divê parlemento bê aktîfkirin û dest bi xebata xwe bike. Ji aliyekî ve divê em aliyên siyasî beşdarî proseyê bikin û ji aliyê din ve jî parlementoyê aktîf bikin da ku dengê gel di referandûmê de bikin ‘Erê’.

Li gor we dewletên cîran û welatên YE dê encama referandûmê nas bikin?

Eger di referandûmê de dengên ‘Erê’ bi giştî derkevin dê piştî referandûmê di dîplomasiyê de destê me pir xurt bibe. Ji ber vê yekê jî divê armanca me ya yekem ji holê rakirina pirsgirêkên navxweyî û bi serkeftineke mezin derbaskirina referandûmê be.

Li gor we  hêviya Kurdên beşên din ji referandûmê çi ye. Ligel vê yekê hêviyên me ji wan çi ne?

Li gor analîz û nêrînên me Kurdên li deverên din piştgiriya referandûm û serxwebûna vî beşî dikin. Ev jî erênî û hêjayî kêfxweşiyê ye. Ev yek nîşan dide ku em di rêyeke rast de ne. Ev mijar him netewî him jî welatperweriyê ye. Ji ber vê yekê jî Kurdên li beşên din divê piştgirî û alîkarî bidin proseya referandûm û serxwebûnê. Hêviya me ev e. Em di wê baweriyê de ne ku piştgiriya wan di vê mijarê de bo me pir girîng e.

Mijareke girîng jî Kerkûk e. Li gor we Herêma Kurdistanê dê li Kerkûkê biserbikeve?

Eger em dengê cudahiyan weke kêmhate, ol û komên siyasî bînin cem xwe wê demê em ê li Kerkûkê serkeftineke mezin bidest bixin. Madeya 140î di van 10 salên dawî de bicih nehat, ji ber vê yekê jî mafê me heye ku em referandûmê pêk bînin. Gelê Kerkûkê dê bi vê referandûmê îradeya xwe bi xwe hilbijêre. Bi vê yekê jî dê pirsgirêkên ku bikarneanîna mafên yasayî çareser bike. Li gor fikra min Ereb û Tirkmen bi giştî nabêjin ‘Erê’. Lê belê tişta baş ew e ku ji nîvî zaftir şêniyên Kerkûkê Kurd in. Bo Kurdan bikişînin ser sindoqan divê kompanyayên xurt bên lidarxistin.

HEFTENAMEYA BAS