Parlementerê HDPê Îmam Taşçier: Serxwebûna Kurdistanê dê hemû Kurdan bi cesaret bike

BAS - Rabia Çetin

Serokê Komeleya Çanda Şoreşgerî û Demokratîk (DDKD) û parlementerê HDP yê Diyarbekirê Îmam Taşçier bersiva pirsên me dan. Herwiha Taşçier biryardayîna referandûma Kurdistanê, helwesta HDPê, çareserkirina kêşeya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê di derheqê referandûma serxwebûnê de nirxand. Taşçier diyar dike ku divê bê şert piştgiriya biryara referandûma Herêma Kurdistanê bê kirin û dibêje “Ev daxwaz, daxwaza sed salî ye.”

HDPê ragihandibû ku piştgiriya diyarkirina dîroka referandûmê dike. Gelo ev piştgiriya HDPê dê şênber bibe?

Ne rast e ku ez li ser navê HDPê daxûyanî bidim. Ji ber ku nûnertiya min tune ye. Tenê dikarim weke parlementerekî Kurd binirxînim. Biryara referandûmê di serî de Hikûmeta Kurdistanê eleqadar dike. Em Kurdên Bakur ji hemû biryarên Kurdên Başûr re rêzê digirin. Divê ev piştgirî derbasî asta netewî û navnetewî jî bibe. Li Rojhilata Navîn dewleta Ereban, Farisan û Tirkan heye çima dewleteke serbixwe ya Kurdan jî tunebe. Ev mafekî sed sal e paşketî yê Kurdan e. A girîng ew daxwaz e. Eger Kurd, daxwaza xwebirêvebirinê bikin ev mafekî rewa ye. Divê her Kurd jî piştgirî bide vê daxwazê. Di şert û mercên îro de tu qiymeta nîqaşên ev pêwîst e ev ne pêwîst e tune. Bêguman ev daxwazeke ku sedsal dereng mayî ye. Eger derfetên veqetandinê hebin divê ev bê parastin. Ji xwe têkiliyên ligel hikûmeta navendî ya Iraqê têk çûbûn. Mafên Kurdan ku di destûra bingehîn de hebûn bicih nehatin. Jixwe di destûra bingehîn de jî mafê referandûmê heye.

Li dijî gotina hin aliyên ku digotin ‘Serdema netew-dewletê derbas bûye’ di nexşa cîhanê de dema dewleta Kurdan jî hatiye?

Hin alî paradîgmaya netew-dewletê diparêzin hin alî jî li hember derdikevin. Eger gelek daxwaza xwebirêvebirinê bike mimkûn e ku dewleteke demokratîk a netewî çê bibe. Serdema netew-dewletan jî derbas nebûye. Li gelek dewletan ev statû heye. Ez tevlî gotinên ‘Em netew-dewletê naxwazin’ nabim. Mafê Kurdan yê dewletbûnê heye. Lê birêvebirineke li gor esasên demokratîk, parastina mafî, girîngiya pirdengî ku wekheviya gelên din jî diparêze mirov dikare tercîh bike.

Başûr bi rêya diyalogê ji Iraqê vediqete, ev model dê çi tesîrê li Bakur bike?

Li gelek deverên cîhanê ev rê û rêbaz hatine ceribandin. Bêyî bikaranîna çek û tundrewiyê rêyên demokratîk tên ceribandin. Çûyîna Başûr a ber bi serxwebûnê ve tesîrê li seranserê Kurdistanê dike. Ne tenê li beşên Kurdistanê, li ku dera cîhanê be jî destkeftiyên Kurdekî tesîrê li her Kurdî dike. Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê dê her sê beşên din jî bi cesaret bike. Têkçûn jî dê li hemû Kurdan tesîr bike.

Li Başûr dewleteke Kurdan çêbibe dê çi tesîrê bo çareseriya kêşeya Kurdî li Bakur bike?

Li Başûr dewleteke me çêbibe li Bakûr bo bidestxistina mafê me tesîreke erênî dê bike, dê çareseriyê nêz bike. Bo bicihanîna daxwazan dê çalak be. Dê Kurd li hev xwedî derkevin. Di encamê de Kurd bêyî îrada xwe dabeş bûne. Şîn û şahiya her çar perçeyan jî yek e.

Niha di nav Kurdan de tenê ligel Herêma Kurdistanê têkiliyên Tirkiyeyê baş in, li gor vê yekê jî tenê Bexdayê mixatab dibîne hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Serê Enqereyê tevlîhev e. Beriya Başûrê Kurdistanê statû bistîne digot ‘Statûstandina Kurdan xeta me ya sor e.’ Lê li hember vê yekê jî dema Kurd bûne xwedî statû têkiliya herî baş ligel wan danîn. Berteka Enqereyê ya niha hestiyar e. Dema Kurdistan serbixwe bû dê têkiliyên wan baştir bin. Cîranên hev in di encamê de. Di warê aborî de jî pêdiwiyên wan bi hev heye.

Erdoğan pêşiya 16ê Nîsanê mînaka ETA danî ber PKKê û got eger çek bên berdan rêya diyalogê vekiriye. PKK dê çeka deyne?

Bê axaftin, çima bernede. Eger diyalog hebûya çek jî dê tunebûna. Di proseya çareseriyê de yek çekek jî nehatibû teqandin. Bi gotina ‘Çeka berdin, bixin bin betonê’ nayê berdan. Kê çek hilgirtibe divê ew biaxivin. Eger sedema hilgirtina çekan bo kêşeya Kurdî be dema çareserî çê bû dê berdin jî. Pêşî divê rewşeke bi îtîbar bê afirandin paşê ji bo çekdanînê gav tên avêtin.

Hûn bi takekesî ‘Li dijî doza bi çek in’

Ez siyaseta legal dipejirînim. Di jiyana min de min tu carî şerê çekdarî pesend nekiriye. Lê şerê çekdarî jî rêyek e. Ez ne ligel çareseriya bi tundî ya kêşeya Kurdî me.Ez ligel diyalogê û çareseriya bi demokrasiyê me.

Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got ku ‘Dibe ku diyalog destpê bikin’. Em dikevin rewşeke nerm gelo?

Min ne di parlementoyê de ne jî li Enqereyê ev hewa nedît. Sinyalên nermbûnê tune ne. Tundrewî zêde dibe. Parlementerekî CHPê yê Kemalîst jî hat girtin. Bi van rê û rêbazan heta rewşa demokratîk ava nebe, nabe.

Parlementerê CHP xwedî fikriyata Kemalîst be bo girtina wî asteng e? Rewşa îro ne bi siyaseta CHP derket holê?

Eger di dengdayîna bexşîniyê de CHP bigota ‘Na’ îro ne parlementerên me ne jî yên CHPê nedihatin girtin. CHPê ev rê vekir. CHP bû alîkarê AKPê da ku şaredar û parlementer bên girtin.

Demîrtaş gelek caran qala ‘Welatê hevpar’ dike. Piştî van her du salên dawî ‘Welatekî hevpar’ heye gelo?

HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Dema serokê HDPê diaxive hemû gelên Tirkiyeyê datîne berçavan. Dema hûn li rêziknameya HDPê dinêrin bo Kurdan statû, bo gelan jî demokrasî dixwaze. Ev fikrên siyaseta demokratîk in. Ji ber ku demokrasî an jî dîktatorî tesîrê li hemû gelan dikin…

We qala rêziknameya HDPê kir. Di 7ê Hezîranê de dema bernameya HDPê hat ragihandin ji Filîstînê re serxwebûn dihat xwestin lê bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê qet daxwaz tunebûn…

Di daxûyaniya bernameya hilbijartinan de rasterast Başûrê Kurdistanê nayê nivîsandin. Elbet ev kêmasî ye. Lê wê rojê şerê serxwebûnê tunebû. Eger Başûrê Kurdistanê û Iraq di şer de bûna dê ew jî bihatana nivîsandin. Lê îro heye û gotinên Osman Baydemir di derheqê serxwebûnê de gotinên HDPê ne jî.

Bertekên hêrs û dilmayîna gel a ji ber şerê ku li bajarên Kurdan hat kirin bo HDPê jî heye?

HDP ne teref û ne jî aligirê şer e. Helbet ji ber ku HDP sîyaseta demokratîk dikir şerê li navendên bajaran çêbû ev yek jî bo sîyeseta demokratîk rewşek e zehmet çêkir. Baş e lê şeş taxên Surê ku hat xirakirin? Lê ji nîvê zêdetir bajarê Şirnexê ku hat wêrankirin û ji holê rakirin? Û şervanên li wir hatin kuştin? Li wir kavilên vî şerî hebûn. 1,5 - 2 sal e kolanên li wir girtî ne. Hemû bajar bi temamî ji holê hatiye rakirin. Ji ber ku 15-20 ciwan şerkirin pêwîst bû ku bajar bihata xirakirin? Gel piştgirî nedida wan. Lê belê dewletê çi kir bi temamî bajar ji holê rakir.

Kurd di dîroka xwe de yekem car bi 80 parlementerî ketin parlementoyê û piştî vê yekê PKKê ‘Xweserî îlan kir’ ev yek jî nebû sedem gelo?

Erê, lê ev yek vî heqî nade dewletê ku bajaran xira bike û ji holê rake. Dewletê hêzên ku li wir şer dikin berteref kir. Temam, paşê çima bajêr xira dike? Heta divê dewlet dema kesên birîndar digire jî nekuje da ku wek dewlet bikaribe hebûna xwe bidomîne. Em bêjin PKK yan jî ev komên çekdar li Enqereyê û Stenbolê tiştek wisa bikirana wê dewletê ew bajar bi temamî xira bikira? Dibe ku PKK şaşitî kiribe, ez îlankirina xweseriyê  naparêzim lê ne rast e ku dewlet bi şaşitiyek din bersivê bide vê şaşitiyê.

Abdullah Öcalan girtî ye, Celal Talebanî êdî ji sîyasetê dûr e. Bi tenê Mesûd Barzanî heye. Gelo Barzanî bo çareseriya meselaya Kurd a Bakur dikare wek serokê Kurd bibe navbeynkar?

Barzani wek serokekî li ser Kurdan gotina wî tesîr dike. Ger di vê mijarê de bê xwestin dibe ku bi bandor bibe.

Yanê HDPê vê yekê dixwaze?

Ger bo çareseriya pirsa Kurd ji rolekî bidin Barzanî, ezê wekî şexs ji vê yekê kêfxweş bibim. Barzanî helbet bo Kurdan serokekî girîng e. Helbet vê rola xwe ya girîng bo çareseriya pirsa Bakur bikar bîne emê kêfxweş bibin.

Herî dawî hûn helwesta PKKê a bo  referandûmê çawa dinirxînin?

Hin gotinên spekûlatîf ku di tora civakî de cî girtin hebûn lê daxuyaniyên Cemil Bayık erênî bûn. Ez wisa difikirim ku bo referandûmê di navbera Kurdan de tengazî û zehmetê çênabe.

Endamê Rêveberiya TEV-DEMê Aldar Xelîl di derheqê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de gotibû “Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di bin pergala konfederaliyê de dikarin bên gel hev” hûn di vê mijarê de çi difikirin?

Eger malbatek dabeşî çar aliyan bûbe, dema derfet çêbibe dê bên cem hev. Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dema derfet çêbûn dikarin bêne gel hev. Qet nebe dê hin perçe bibin yek. Lê belê heta derfet ava nebin ev yek nabe.

Hûn parlementerkî Kurd in ku di derheqê we de bi dehan fezleke hatine amadekirin. Gelo rêya vegerînê di mijara kêşeya Kurdî de heye?

Beriya her tiştî divê Tirkiye demokratîze bibe. Heta kêşeya Kurdî çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Dema ev rewş ava bibe Kurd bo diyalogê amade ne. Çareserkirina kêşeya Kurdî bi çekan zehmet e. Di encama çekdariyê de jî çûyîna ser maseyê heye. Ev 40 sal e şer didome. 100 sal e jî kêşeya Kurdî heye. Ji van şeran yekî jî çareserî bo kêşeya Kurdî neanî. Bi şer ne Tirkiye diqede ne jî Kurd diqedin. Domandina şer zirarê him dide Kurdan him jî dide Tirkan. Hemû Kurd alîgirê çareseriyeke bê çek in. Lê fikra demokratîzebûnê ligel îktîdarê tune niha. Divê pêşiya siyaseta legal bê vekirin. Pêşî li siyaseta legal bê girtin, sazî û komeleyên sivîl bên girtin ev nîşaneya ku îktîdar hê jî ne amade ye ku rê û rêbazên demokratîk biceribîne. Di derheqê her parlementerê HDPê de doz hatine vekirin. Bo min jî her roj fezlekeyek tê. Me li ku derê peyvek gotibe di derheqê wê peyvê de fezleke ji me re tê. Heta rewşeke demokratîk ava nebe kêşeya Kurdî nayê axaftin.

Heftenameya Bas