Parêzgerê Kerkûkê yê berê Abdurrahman Mustafa: Encamdana referandûmê li Kerkûkê girîng e

BAS - Azad Mahmut

Heftiya derbasbûyî  di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê  Mesud Barzanî de berpirsên hikûmetê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civîneke dîrokî li dar xistin. Ev civîn bi armanca diyarkirina roja encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê û hilbijartinên parlamento û serokatiyê û her wiha jinavbirina kêşeyên li Kurdistanê û nirxandina rojeva herêm û cîhanê pêk hat.

Di encama vê civînê de, ku li Pîrmama Hewlêrê bi serpereştiya Serok Barzanî pêk hat, biryar hat dayîn ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ku heyameke dirêj e di rojevê de ye û dîplomasiyeke xurt tê meşandin, dê 25ê Îlona  îsal pêk were. Herwiha biryareke girîng jî ew bû ku referandûm dê li deverên Kurdistanê yên ku niha bi awayekî fermî ne di bin îdareya Herêma Kurdistanê de ne jî bê encamdan.

Parêzgerê Kerkûkê Abdurrahman Mustafa, di derbarê lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê, li Kerkûk û deverên din ên derveyî îdareya Kurdistanê de ji Heftenameya Basê re axivî û daxuyaniyên gelekî girîng dan. Mustafa ragihand ku ji bo hînbûna nêrîn û helwesta gel, lidarxistina referandûmê ya li her herêma Başûrê Kurdistanê xwediyê girîgiyeke mezin e û eşkere kir ku xelkê Kerkûkê wê referandûmê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî bike.

Proseya referandûmê wê li Kerkûk û deverên din ên  derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê wê çawa birêve biçe? Ji ber ku biqasî ku em dizanin, di derbarê hilbijêrên van deveran de daneyên rasteqîn di destê Komîsyona Bilind ya Hilbijartin û Referandûmê ya Kurdistanê de nîn in!

Bêgûman divê Komîsyona Bilind ya Hilbijartin û Referandûmê ya Kurdistanê bi hemahengiyekê ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re vê proseyê bibe serî. Li hêla din ji bo şopandina proseya referandûmê komîteyeke ku ji nûnerên partiyên siyasî yên  Kurdistanê pêk tê, dê were avakirin. Peywîreke girîng a vê komîteyê ew e ku meseleyên di  derbarê referandûmê de bi berpirsên li Bexdayê re gûftûgo bike û wan qanî bike. Li gorî min biryareke girîng jî lidarxistina referandûmê li Kerkûk û deverên din ên derveyî îdareya Kurdistanê ye. Ji ber ku divê niştecihên van deveran dijîn di derbarê paşeroj û  dahatûya xwe de biryar û îradeya xwe nîşan bidin.

Eger Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, daxwaza alîkariya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan a Kurdistanê li ser referandûmê red bike, wê çaxê wê çi bê kirin?

Wê çaxê divê em çareseriyeke herî guncaw bo vê meselê bibînin û divê Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê vî barî bi tena serê xwe bigire ser milên xwe û birêve bibe û bo  vê yekê jî amade be. Niha wexteke baş ku têra amadekariyan bike li pêşiya me heye divê ji bo her rewşê amadekarî û alternatîfên komîsyonê hebin.

Rewşa Kurdên ku li parêzgeha Wastê dijîn wê çawa be? Ew wê çawa beşdarî referandûmê bibin?

Divê ew dever jî mîna Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanê beşdarî referandûmê bibin û di derbarê dahatûya xwe de xwedî biryar bin. Divê  sindoqên referandûmê teqez ji bo wan deveran bên şandin û li wan deveran bên danîn. Ji ber wê yekê ez dibêjm ji bo ku nêrîn û helwesta miletê li Kurdistanê  ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de bê zanîn, danîna sindoqan li her devera Kurdistanê û herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareyê zaf girîng e.

Kêmneteweyên ji bilî Kurdan ên Kerkûkê çawa li referandûmê dinêrin?

Li Iraqê kî hatiye ser îktîdarê zilm li gelê Kerkûkê kiriye. Saddamê ku ji îktîdarê ketî di serî de, her îktîdara ku hatiye Erebkirina Kerkûkê daye dest pê kirin. Rûyekî vê Erebkirinê jî koçkirina bi zorê li ser Kurdan û anîna Ereban bi heremê ye. Di 2003an de dema îktîdara Saddam hat rûxandin mixabin pirsgirêkên ku bi Erebkirinê re derketibûn holê nehatin çareserkirin. Mixabin maddeya 140î ku ji bo vê yekê hatibû sazkirin ev deh sal e bicih nehat. Ji ber vê jî referandûm bo Kerkûkiyan gelek girîng û gelê Kerkûkê jî bi coş dê hembêz bike. Lê belê komeke hindik ê Ereb û Tirkmen li hember referandûmê xwedî nêrînên cuda ne. A girîng nêrîn û îradeya gel e. Bêgûman referandûm jî bo derxistina nêrîn û îradeya gel rêya herî baş e.

Hin aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku pêkanîna referandûmê îhlalkirina Destûra Iraqê ye. Gelo di vê mijarê de mafdar in?

Pêkanîna referandûmê bi tu awayî ne îhlalkirina destûra Iraqê ye. Ji ber ku referandûm tenê yek ji rêyên ku gel dahatûya xwe diyar dike ye. Referandûm bijarteyeke demokratîk û kanûnî ye. Gel di referandûmê de bi azade biryara çawaniya dahatûya xwe dide. Her wiha ji aliyê kanûnî ve jî tu astengî li ber vê proseyê tune ye. Di peymanên navnetewî de jî pêkanîna referandûmê tê dayîn. Ligel vê, referandûm bingeha prensîba demokrasiyê ye.

Ji 2005an ve qala referandûmê tê kirin. Gelo referandûma 2005an û ya 25ê Îlona pêşiya me dişibin hev?

Di 2005an de referandûma serxwebûnê tenê ji aliyê saziyên sivîl ve û tenê li herêmên girêdayî Herêma Kurdistanê pêk hat. Kerkûk û herêmên din ne di nav de bûn. Lêbelê referandûma ku dê 25ê Îlonê de pêk were him fermî ye, him jî hemû axa Kurdistanê di nav de ye. Referandûma pêşiya me biryara hemû hêzên siyasî ye. Ev referandûm li hember Bexdayê dê destê Kurdan xurt bike.

Gelo piştî referandûmê ji bo îlankirina serxwebûnê çi gav dê bên avêtin?

Bêgûman piştî referandûmê ji bo îlankirina serxwebûnê divê di çarçoveya planekê de gav bên avêtin. Komîte û heyetên ji bo referandûmê hatine hilbijartin, piştî referandûmê ji bo îlankirina serxwebûnê jî dê dest bi xebatê bikin. Gava herî girîng jî ew e ku bidestxistina piştgiriyê bo serxwebûnê ye. Ev heyet dê ligel Bexda, dewletên cîran, Amerîka û dewletên bi hêz ên cîhanê re gotubêjan bikin. Dê ji van dewletan re nîşan bidin ku Kurd miletekî aştiyane, bi demokrasiyê bawer û bi parastina hidûdan re girêdayî ne. Niha bo serxwebûnê dema herî baş e. Ji ber tekoşîna li hember DAIŞê Kurdan di raya navnetewî de xiste nav cihekî pir girîng û pêşmerge xwedî roleke mezin e.

Piştî referandûmê proseya îlankirina serxwebûnê dest pê dike. Ji bo aliyên siyasî vê proseyê biserkeftî derbas bikin divê çi bê kirin?

Divê yekîtiya nîştimanî were pê. Hemû aliyên siyasî divê her tiştî deynin aliyekî û ji bo serxwebûnê tevbigerin. Serxwebûn xeyala herkesî ye. Bo ev xeyal pêk were divê em bi giştî tevbigerin. Hemû alî di vê proseyê de ji bo ku ev armanca pîroz biserkeftî encam bide xebata azadiyê bike.

HEFTENAMEYA BAS