Parlamentereka Tevgera Sedir: Mafê Kurdistanê ye çarenivîsa xwe diyar bike

Şiwan Berzincî

BasNews – Endama fraksiyona Ehrarî ya ser bi tevgera Sedir li parlamentoya Iraqê Macîde Temîmî bersiva çend pirsên rojnameya Bas da û ragehand, mafê kurdan heye ku çarenivîsa diyar bikin û serxwebûna xwe ragehînin. Herwaha got siyaseta darayî û rêveberinê li Iraqê îflas kiriye û ev yek jî bûye sedem ku Iraq 111 milyar dolar deyndar be.

Derbarê nêrîna wan a referandom û serxwebûna Kurdistanê de jî got: ‘’Li gor destûra Iraqê de hatiye pejirandin, gelê kurd mafê wî heye çarenivîsa xwe diyar bike, ji ber vê jî ez li gel vê yekê me ku gelê Kurdistanê bi rêya referandomê ve çarenivîsa xwe diyar bike, herêma Kurdistanê li gor destûr beşeke ji Iraqê û mafê wê jî heye ji wan bendên destûrê sûd vergire.’’

Herwaha got, dikare Hewlêr û Bexda li ser referandomê û pirsgirêkan rêk bikevin û ragehand: ‘’Dikare herêma Kurdistanê li gel hikûmeta navendî rêkbikeve, herçend di destûrê de hatiye gotin kurd mafê wî heye çarenivîsa xwe diyar bike û kes nikare astengiyan bo referandomê çêbike û encama referandomê jî her çi ber divê rêz lê bê girtinê.’’

Temîmî got: ‘’Gelek pirsgirêk di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de hene, dikare pirsgirêk bi gotûbêjan bên çareser kirin, lê baweriya min wisaye ku kurd dê referandoma xwe bike û hêviya xêr û xweşiyê ez ji bo gelê Kurdistanê dixwazim, gelê kurd hêjayî jiyana herî baş e.’’

Navborî got: ‘’Ewên ku li Iraqê dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê ne du beş in, beşek dijminatiyê dikin, beşek jî ji ber ji Kurdistanê pir hesdikin, ji ber eger Kurdistan cuda bibe û serbixwe be ev yek tê wateya ku Iraq dil û destên wê hatibin jê kirine, li gor min Kurdistan dil û serê Iraqê ye, ji ber vê jî cudabûn şikesteke pir mezine bo Iraqê, lê ewên ku zulim li kurdan kirin û mafên wan nedan, divê tehemûla vê berpirsyartiyê jî bikin.’’

Macîde Temîmî ragehand: ‘’Pêşmerge pehlevaniya xwe li hember DAIŞê nîşanî her aliyekê da û hêza DAIŞê têkbir, serê me bi Pêşmerge bilind e, herwaha Kurdistan jî himbêza xwe ya mîhreban ji dehan hezar koçberên navçeyên Iraqê û cîhên din vekir û ispat kirin ku çend mîhreban in.’’

Navborî got: ‘’Siyaseta darayî û rêveberinê ya Iraqê îflas kiriye, li gel ewqas dahat û nefta heyî jî Iraq 111 milyar dolaran deyndar e.’’

Dawiyê de jî Macîde Temîmî wek aliyeke xwe yê veşartî ji rojnameya Bas re aşkera kir û got: ‘’Ez tiştekî xwe yê veşartî jî ji we re bibêjim, nîvê min kurd e, ji ber dayîka min kurde û xelkê Xaniqîn e, ji ber vê ez jî kurdim û ji xwîna kurdan im û bi Kurdistanê ve jî ez serbilind im.’’

 

Wêneyê Macîd Temîmî

Image Gallery