Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak: Divê PKK serwerîya Herêma Kurdistanê qebûl bike!

Siwar Bedirxan

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak, ji heftenameya Basê re axivî. Bucak, êrîşên PKKê - YBŞê yên li ser Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tûndî şermezar kirin. Bucak eşkere dike ku hewce ye PKK serwerîya Herêma Kurdistanê qebûl bike û ji Şengalê derkeve. Êrîşên PKKê yên dijî Pêşmerge û hebûna wê ya li Şengalê ne di berjewendîya kurdan de ye û dibe hokar ku Şengal avadan nebe û êzdî jî her penaber bin.

Herçend nûnerên Herêma Kurdistanê bang li PKKê dikin ku ji Şengalê derkeve lê ew derneketin. Herî dawî bûyerek ku nedihat xwestin rû da, ew jî bûye cîhê nîgeranîyê. PKK çima li Şengalê ye û çima arîşeyan bo Herema Kurdistanê saz dike?

Şengal girêdayî Herêma Kurdistanê ye û li Şengalê bi piranî kurdên êzdî dijîn. Di dema Seddam de li hemberî wan gelek astengî hatibûn derxistin. Wê demê dûrketinek jî çêbû. Şengal nêzîkî Herêma Kurdistanê ye û gelek eşîrên ereban jî li wir hene. Tiştê muhîm, li gor dîtina min, Şengal cîhekî gelekî stratejîk e. Yanî kî Şengalê kontrol bike ew ê kontrola Rojava, Sûriyê û hemû dewletên derûdorê bike. Yek ji wan dewletan jî Îsraîl e. Niha dewleta Îranê wê bixwaze Hîlala Şîê çêbike; li gor planên wan ew hîlal ji ser Şengalê diçe heta Lazqiyê. Li gor dîtina me hebûna PKKê li Şengalê ji bo hesabên dewleta Îranê ye, ne ji bo parastina êzdîyan e.

Em dizanin salek berê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser çiyayê Şengalê presskonferanseke navneteweyî çêkir, ew nimûneyeke gelekî mezin bû. Cenabê Mesûd Barzanî digot; “Ew ferman ji aliyê DAIŞê ve li dijî birayên me yên êzdî hatiye derxistin, heta ku çiyayê Şengalê nekeve destê Pêşmerge û em birayê xwe azad nekin, bo me rawestan nîne.” Ji bo wê dema operasyonên Şengalê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke fermandarê Pêşmerge bi giştî di nav operasyona leşkerî de cih girt. Parastina birayên me yên êzdî tiştekî girîng e, parastina Şengalê muhîm e. Dema em li daxûyaniyên berpirsên dînê êzdîyan mêze dikin, mesela lijneya wan ya bilind bi taybetî mîr Tehsîn Beg û hemûyan, heta niha daxuyanî dan gotin ku Şengal perçeyekî Herême Kurdistanê ye. Parlemterê Iraqê yê êzdî tiştên wiha gotin, niha dema em van daxûyanîyan bidin berçav. Mesele ne meseleya parastina êzdîyan e. Îro gelê me yê kurdên êzdî li Şengalê hatine azad kirin, ya pêwîst merheleya avadaniya Şengalê ye, hebûna PKKê yan YBŞê, ferqa wan nîne, ew ji bo avadaniyê jî dibin asteng.

Hebûna PKKê li Şengalê di berjewendîya êzdîyan de ye?

Êzdî niha piraniya wan penaber in, hinek ji wan li hundirê başûrê Kurdistanê hinek ji wan li Rojava û gelek ji wan jî çûne Ewropayê. Vegera wan jî girîng e, eger bi salan vegera wan bêîmkan be, wê çaxê Şengal bê kurdên êzdî dimîne, ew jî gunehekî mezin e: mirov li hember kurdên êzdî dê çawa vê yekê pêk bîne?

Bo nimûne niha YPGê şerekî gewre li mintiqeya Menbîcê kir û li gor daxuyanîyan dibêjin di şerê DAIŞê de 700 gerîlayên ciwan ên kurd hatine şehîdkirin. Îro çi bû? Hinek deverên Minbîcê dan hikûmeta BAAS a Beşar Esed. Gelo çima ewqas ciwanên me şehîd bûn? Bajar teslîmî hikûmeta Sûriyê dikin. Çima ne amede ne li Şengalê desthilatdarîya hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl bikin û bibêjin: “Mala we ava” û ji herêmê vekişin.

Dema şerê Kobanê, şerekî mezin qewimî, ez piştrast im û dikarim bibêjim milletê kurd ku YPGê li Kobanê berxwedaneke gewre nîşan da. Lêbelê wan nikarîbû li hember DAIŞê serkeftî bibûna û bi wan çekan xwe biparastana û bi tenê  ji sedî 15ê Kobanê di destê YPGê de mabû. Wê demê Pêşmerge li gor biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê û Serok Barzanî amade bû ku biçe Kobanê û ligel birayê xwe, kurdên Rojava, mil bi mil ve li hemberî DAIŞê şer bikin. Wê demê hejmarak diyar kirin, gotin çiqasî dixwazin em ê ji we re ewqasî bişînin. Piştre gotin bila 150 Pêşmerge be. Em dizanin wê demê çawa 150 Pêşmerge çûn û alîkarîya birayê xwe kir, mil bi mil ve şerê DAIŞê kirin; bi taybetî li ser xebata Serok Barzanî balafirên koalîsyona navneteweyî  koordînat dane Pêşmergeyan û şervanan DAIŞê bombebaran kirin. Pêşmergeyan hem şer kir him jî YPG perwerde kir. Ji sedî 85ê Kobanê, nêzî 300 gundê li derdorê hatin azad kirin. Desthilatdarîya Kobanî ji wan re got: “Em spasîya we dikin û em dixwazin hûn herin Kurdistanê.” Pêşmerge wekî gerîlayên PKKê bûna ew ê bigotana em naçin, lê ev tiştekî ne rast e. Pêşmerge tê wezîfeya xwe bi cî tînin, bi helwesteke kurdistanî şer dikin, piştî biser dikevin pirsyar dikin dibêjin: “Wekî din tiştek heye em bikin?” Niha kurdistanîbûn ev e. Ya hewce û pêwîst ev e, serxwebûna Kurdistanê di rojevê de ye, heke dewleteke serbixwe nikaribe wan deveran biparêze ku bixwe azadkirine û qurbanî dane, ew dibe astengîyeke mezin li gor teamûlên dîplomasiya navneteweyî. Mesela yek argument heye ku ew gelekî muhîm e. Hebûna dewletê ji bo çi ye? Ji bo parastina hemwelatiyên xwe ye.

 

“Bi dijminatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi dijminatîya Pêşmergeyan û belavkirina formansyonên qirêj li ser wan xizmeta milletê kurd nake, xizmeta dijminên kurd û Kurdistanê dike. Armanca wan propanganda û kiryaran jî ew e.”

 

Li gor enformasyonên heyî 8-9 gundên Şengalê di destê DAIŞê de ne, herweha Pêşmerge amadekarîyan dikin ku wan gundan rizgar bikin. Çavkanîyên herêmî aşkere dikin ku PKK û YBŞ dibin rêgir ku ew gund jî bêne azad kirin. Gelo kaos û bêîstîkrarîya li herêmê di berjewendîya PKKê de ye?

Heger yek bibe asteng di nava şerê li beramberî DAIŞ de, ev helwesteke ne rast e, helwesteke wisa ye ku li dijî însanetîyê ye. DAIŞî qatîl in, hatin Kurdistanê û mîsyoneke wan hebû. Pêşmerge berdewam in li ser şerê li dijî DAIŞê.

Bi dijminatîya Serokê Herêmê Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi dijminatîya Pêşmergeyan û belavkirina formansyonên qirêj li ser wan, xizmeta milletê kurd nakin, xizmeta dijminên kurd û Kurdistanê dikin.   Armanca wan propanganda û kiryaran jî ev e. Mesela ez çûm, li Mûsilê Pêşmerge heta sînorên Mûsilê çûn. Sînorên Kurdistanê hemû rizgar kiribûn, heta hindek caran zêdetir çûbûn, bang li hikûmeta Iraqê kiribûn û gotibûn, ev dever ne yên me ne, yê we ne.  Demekê ez çûm wê derê, Pêşmergeyan hidût tayîn dikirin, niha biryareke Pêşmerge heye, dibêje ew erdê ku min bi xwîna xwe ew azad kiriye, ev milkê Herêmê Kurdistanê ye û sînor danîne, li wan deveran qereqolan çêdikin. Maneya wê çi ye? Herêma Kurdistanê, hikûmet, parlemento amade ye hem hidûdê Kurdistanê biparêzin û herweha xelkê xwe biparêzin; parastin gelekî muhîm e, ji ber ku ev wazîfeya dewletê ye. Dewlet ji bo berjewendiyên hemwelatiyên xwe heye. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkên sosyal û aborî heye. Dewlet ji bo pêşveçûnên kulturî, çandî û perwerdehîya mîlletê xwe heye.

Gotina min ev e ku ew tiştên ku biraderên me yên PKKê pêk tînin dijî maslahat û berjewendiya milletê kurd e, dijî berjewendiya Kurdistanê, dijî berjewendiya dewleteke serbixwe li Herêma Kurdistanê ye û ev ti carî nayê qebûlkirin. Şengal ne milkê wan e, Şengal bi awayekî resmî wekî hidûd girêdayî Herêma Kurdistanê ye, ew daxwaz bi taybetî ya kurdên me yên êzdî ye.

Tu êrîşên dijî navendên ENKSê, girtin û zindanîkirina nûnerên ENKSê çawa şîrove dikî?

Niha dema em li rojavayê Kurdistanê temaşe dikin, di nav 4-5 salan de tiştekî dibînin. Li rojava PKK dixwaze desthilatdarîya  partîyekê hebe û ne amade ye pir partîtîyê li rojavayê Kurdistanê qebûl bike. Herweha ne amade ye hebûna Pêşmergeyên Roj jî li rojavayê Kurdistanê qebûl bike lê em baştir dizanin PYD yan jî hêzên wan yê leşkerî PYD tenê heta îro gelek caran me dît ku nikarin kurdên Rojava jî biparêzin, gelek caran qetlîamên mezin çêbûn, gelek însan hatin kuştin niha eger tu dixwazî dewletekê çêbikî, weke Herêma Kurdistanê; pêwîst e tu hebûna kurdên din jî qebûl bike. Heger îro li Herêma Kurdistanê ji bo partiyên din bên şewitandin, ev nayê qebûlkirin. Di heman demê de li Kurdistana rojava îro dibêjin bila navê wê jî biguhere, bila bibe Bakurê Sûriyeyê, yanî nabêjin Kurdistan jî, ev jî pirseke mezin e. Heqê wan nîne, ev yek dijî demokrasîyê, dijî belavkirina bîr û baweriya azad e û herweha dijî teamûlên dewletbûnê ye. Yanê ev çi ye? Ev heyfgirtin e? Mesela, li dewletekê însanên wan bên kuştin û perçiqandin heqê wê dewletê heye bersiva wê bide. Niha tu alozîyê derdixî li Şengalê lê tu ne amade yî ku li vê derê hebûna kurdên din qebûl bikî. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ev êrîş hovîtî ye dijî hemû teamûlên demokrasiyê. Diçin alaya Kurdistanê dişewitînin. Ew alaya Herêma Kurdistanê ye, ew ala, ala Tevgera Goran e, ala YNKê ye, ala Yekgirtûya Îslamî ye, ala hemû partiyên Kurdistanê ye. Alaya hemû hemwelatîyên Herêma Kurdistanê ye, tiştekî wê yê resmî heye û dibe û em hêvî dikin ku ala dewleteke serbixwe be.

Ew êrîşên li hember rêxistinên Rojava şîddet e û tûndrewî ye. Radibin her tiştî dikîn, “xweserîya demokratîk, komara  demokratîk” heta dibêjin “neteweya demokratîk” nizanim “xweseriya demokratîk”, demokratîkbûna wê li ku dimîne eger tu hebûna rêxistineke ji xeynî xwe qebûl nekî û tu jiyana wan ji wan re qedexe bikî. Ev nayê qebûlkirin, ev tiştekî gelekî xirab e û dijî teamûlên demokrasîyê ye, dijî her tiştî ye.