Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dikare bibe binkeyek bazirganiyê li herêmê

15/10/2019 - 16:52 Kategori Aborî

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel serok û endamên Encûmena Karmendên Amerîkayê civiya.

Îro sêşmeê 15.10.2019an Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandek Amerîkayê ku ji serok û endamên Encûmena Karmendên Amerîkayê pêk dihatin kir.

Di civînê da Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Abdulrehman amade bû.Herwiha derbarê pêşketina aboriyê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê da hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê da da zanîn kabîneya nnû ya Herêma Kurdisitanê hewl dide çavkaniyên aboriyê yên Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Bi taybetî kar li ser geşkirina cotkariyê kar dike. Mesrûr Barzanî da zanîn jî derfeta wê yekê jî heye ku Herêma Kurdistanê bibe binkeyeke aboriyê belkî ne tene li Iraqê li seranserî herêmê.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku bi wê aramancê ew asankariyê ji veberhênana xwemalî  û biyanî ra dikin.

Albûma Wêneyan