Ji par ve bi qasî 16 milyar dolar tişt ji Tirkiye û Îranê derbasî Başûr bûne

07/08/2019 - 14:05 Kategori Aborî

BasNews – Komeleya hinarde û hawirdekarên Kurdistanê ragihand, ji sala 2018 ve heta niha herî kêm bi qasî 16 milyar dolar tişt ji Îran û Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Cîgirê serokê komeleya hinarde û hawirdekarên Kurdistanê, Eta Mihemed ji BasNewsê re got, ji par ve çalakî û livîna bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de zêde bûye. Bi taybet piştî ku hikûmeta nû pêk hat, livîn û çalakiyên aborî û bazirganî hîn zêdetir bûne.

Eta Mihemed her wiha got, ji par ve bi qasî 6 milyar dolar tişt ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê bûne û bi qasî 10 milyar dolar jî tişt ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne. Beşek ji wan ji Kurdistanê derbasî deverên navîn û başûrê Iraqê bûne.

Bi gotina cîgirê serokê komeleya hinarde û hawirdekarên Kurdistanê, roj bi roj livîn û çalakiyên bazirganî li Kurdistanê zêde dibin û rewş roj bi roj baştir dibe.