Berpirsekî banka navendî ya Iraqê: Dibe mûçe beriya cejna Qurbanê were dayîn

01/08/2019 - 11:46 Kategori Aborî

BasNews – Berpirsekî banka navendî ya Iraqê dibêje, eger hikûmeta Iraqê beriya cejna Qurbanê mûçeyê karmendên xwe bide dê mûçeyê karmendên Kurdistanê jî beriya cejnê were dayîn.

Berpirsê liqa Hewlêrê ya banka navendî ya Iraqê, Abid Mizûrî ji BasNewsê re got, eger hikûmeta Iraqê beriya cejna Qurbanê mûçeyê karmendên xwe bide wê çaxê dê mûçeyê karmendên Kurdistanê jî bişîne.

Abid Mizûrî her wiha got, îsal Bexdayê beriya cejna Remezanê mûçeyê karmendan dabû. Bi qasî ku haya min jê heye dê bo cejna Qurbanê jî wisa be û beriya cejnê mûçe bê dayîn.

Berpirsê liqa Hewlêrê ya banka navendî ya Iraqê da zanîn, dirav heye û got, kengê Bexdayê ferman da emê dirav bidin Wezareta Darayî ya Kurdistanê ji bo ku mûçeyê karmendan bide.

Îsal cejna Qurbanê 11 Tebaxê ye.