Silêmanî – Meha bê wê genimê cotkaran bihê wergirtin

13/05/2019 - 23:06 Kategori Aborî

BasNews - Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê hewildaye rêjeya wergirtina genime îsal ê cotyaran diyarî bike. Herwiha Rêveberiya Cotkariyê Silêmaniyê jî aşkere kiriye wê serê meha bê wê dest bi wergirtina genimên cotyaran bikin.

Rêveberê Giştî yê Cotkariya Silêmaniyê Şalaw Cemal ji BasNewsê ra gotiye li gor zanyariyên nûnerên kurdan ê li hikûmeta Bexdayê wergirtine Wezareta Bazirganîya Iraqê biryara zêdekirina rêjeya wergirtina genimê zêde yê cotyaran daye. Lêbelê heta aniha biryar nebûye fermî û bi awayekî niviskî negihaya wan.

Herwiha Şalaw Cemal amaje bi wê yekê jî kiriye li gor wê biryarê pişka Herêma Kurdistanê 140 hezar ton zêdetir dibe û îsal 480 hezar ton genim ji cotyaran Herêma Kurdistanê wê bihê wergirtin.

Herwiha Rêveberiya Cotkariyê Silêmaniyê jî aşkere kiriye wê serê meha bê wê dest bi wergirtina genimên cotyaran bikin.

Derbarê nirxê her tonek genimê îsal jî da Şalaw Cemal dibêje heta aniha Wezareta Bazirganiya Iraqê biha diyar nekiriye û îhtîmala mezin weke sala par be û genime pileyek 580 hezar dînar, pileya duyem 520 hezar dînar û pile sêyem jî 460 hezar dînar be.