Wezîrê Neftê yê Îranê: Ti welat nikarin li cihê Îranê niftê bifroşe cihanê

01/05/2019 - 20:25 Kategori Aborî

BasNews- Wezîrê Nefta Îranê Bijen Namdar Zengene dibêje herçend ku Amerîka û du welatên cînare Îranê bi vê hêviyê ne ku pîşiya firotina nifta Îranê bigrin lê ev hêviya wan bi cî nabe.

Medyaya Îranê ji ser zarê Wezîrê Neftê yê Îranê Bijen Namdar Zengene belav kiriye, Îran dijminê tu welatekê nîne lê du welatên cînar wisa teblîqê dikin ku wan ev karayiya heye li bikaribin li dewsa Îranê niftê bifroşine welatên din lêbelê wan ew qudreta tuneye.

Herwiha Zengene gotiye: “Her karzanekî neftê dizane ku wan ew qudreta tuneye ku li dewsa Îranê neftê bifroşin welatên cîhanê û hema ew dixebitin bi derxistina daxûyaniyan û teblîq û propagandeyan ligel Amerîkayê ku dijminê gelê Îranê ye.”

Herwiha Zengene dibêje; Îran qet ji nifta xwe wekî emrazekî siyasî behre wernegirtiye û her welatek ku bixwaze siyaseteke wiha bigre ber xwe divê dahatên vê cure siyasetê jî qebûl bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe jî da Zengene ragihandie ku her çend ku Amerîka û du welatên cînare Îranê ne  bi vê hêviyê ne ku pêşiya firotina nefta Îranê bigrin lê ev hêviya wan pêk nayê.

Amerîkayê gemaroya aborî daniye ser Îranê û berpirsên Amerîkî aşkerekirine ji 2ê Gulanê pê da welatê ji Îranê neftê bistîne wê bihê cezakirin.