Iraq - Hinardekirina neftê kêm bûye

01/04/2019 - 19:42 Kategori Aborî

BasNews - Wezareta Neftê ya Iraqê îro duşemê ragihand ku hinardekirina neftê kêmtir bûye û hewaya xirab bûye sedema wê yekê.

Iraq ku endama Rêxistina Welatên Hinardekarê Petrolê (OPEC) ye û welatê duyê ya hilberîna petrolê ye, di meha Sibatê de 3.62 mîlyon BPD nefta xaw firotiye derve.

Wezaretê da zanîn ku hinardekirina ji Basra ji 3.54 mîlyon BPD ketiye asta 3.254 mîlyon BPD û hewayê xirab li Kendavê bûye astenga barkirin û veguhastina neftê.

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku hinardekirina neftê ji qadên petrolê yên li Kerkûkê ku bi rêka xeta borî digiheje bendava Ceyhanê ya Tirkîyê, bilind bûye û ji 63,000 PBD giheştiye 99,000 BPD.

Wezaretê bi berdewamî got ku bi hinardekirinaa neftê $6.68 mîlyar dolar dahatî hatiye afirandin.