Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê bûye ji %13

15/03/2019 - 15:41 Kategori Aborî

BasNews - Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê, di navbera mehên Mijdar û Rêbendanê de giheşt 13.5 ji sedê ku ew rêjeya herî bilind ya neh salên borî ye.

Sazîya Enstîtuya Îstatîstîkî ya Tirkîyê ya dewletê ragihand ku di wan mehan de hejmara kesên bêkar bilind bûye û giheşt 4.3 mîlyon kesan ku ew jî yek mîlyon ji sala borî zêdetir e.

Hikûmeta Tirkîyê di meha Şubatê de kempyenek destpê kiribû ku ekonomîya welêt bivejîne û soza afirandina 2.5 mîlyon karên nû dabû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û zavayê wî  Wezîrê Darayî Berat Albayrak gotibû ku Tirkîyê krîza here xirab ya aborî li pêy xwe hiştiye.

Li aliyê din nirxê lîreyê Tirkiyê jî roj bi roj beramberî dolarê amerîkî kêm dibe û bihayê kelûpelan jî zêde dibe.