Bazirganiya Îran û Çînê ji %54 kêm bûye

02/03/2019 - 17:55 Kategori Aborî

BasNews - Hecma bazirganiya di navbera Îran û Çînê da di meha çileyê li gor heman çileya 2018an ji %54 kêm bûye.

Li gor daneyên Îdareya Gumrika Giştî ya Çînê di rêbendana sala par da bazirganiya di navbera Çîn û Îranê da 3,83 milyar dolar bû û îsal di rêbendanê da bazirganî ji sedî 54 kêm bû û daketiye 1,73 milyar dolarî.

Herwiha di sala 2018an di heman heyamê da Çînê bi 1,73 milyar dolarî amûr îxracî Îranê kiribû û îxracata Çînê jî ji sedî 58 kêm bû û dakete 722 milyon dolarî.

Îtaxalata ku par Çînê ji Îranê kiribû 2,1 milyar dolar bû ev jî ji %51 kêm bû û dakete 1,01 milyar dolarî.

Serokê Amerîkayê di mijdara 2018an de gemaroyên aborî danûbûn ser Îranê û rewşa aborîya Îranê roj bi roj xirab dibe.