Bahayê berhemanînên şîrketên Rûsyayê li Kurdistanê û Iraqê hat aşkera kirin!

26/02/2019 - 12:08 Kategori Aborî

Herman Xalîd

BasNews – Balyozê Rûsyayê bahayê berhemanînên şîrketên welatê xwe li herêma Kurdistanê û Iraqê aşkera kir.

Li gor nûçeya ajansa Rûsî Sputnîkê, balyozê Rûsyayê li Bexdayê Maksim Maksimov ragehandiye ku şîrketên Rûsyayê naxwazin di vê asta ku naha li Iraqê de kar dikin wê astê de bimînin.

Balyozê Rûsyayê ragehandiye ku, nirxê berhemanîna şîrketên neft û gazê yên Rûsyayê li Iraqê geheştiye 10 milyar dolarê Amerîkî.

Ew hejmara balyozê Rûsî aşkera kiriye, bahayê berhemanînên şîrketên rûsî yên li Iraqê û herêma Kurdistanê li xwe digre. Ji ber şîrketa Rosneft ku şîrketa herî mezin a nefta rûsî ye, berhemanînê li nefta Kurdistanê dike.