Bilindbûna nirxê neftê berdewam e

19/02/2019 - 20:15 Kategori Aborî

BasNews- Bilindbûna nirxê nefta xaw a Brent berdewam e, îro bihayê her bermîlekê li bazarên cîhanê bi 66 dolar û 59 sent bû.

Tê çaverêkirin ku, danûstandin bazirganî di navbera Amerîka û Çînê de destpê bikin, vê yekê bihayê her bermîlekê li bazarên cîhanê bilind kir û bû 66 dolar û 59 sent.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragehand ku, di demeke nêzîk de şandeke Çînî serdana Washingtonê dike û danûstandinên bazirganî di navbera herdu welatan de dest pê dikin.

Îro di demjmêr 8:16 rêjeya nefta xaw li bazarên cîhê bi rêjeya ji %0,14 zêdebûn tomar kir û bihayê her bermîlekê li bazarên cîhanê bi 66 dolar û 59 sent bû.