Tirkiye - Bihayê fêkî û meywe gelekî zêde bûye

12/02/2019 - 19:49 Kategori Aborî

BasNews – Zêdetir meheke bihayê fêkî û meywe li Tirkiyê gelekî zêde dibe. Nirxî kîloyeke firingî ji 3 lîreyan bûye 9 lîre. Herwiha hikûmeta AKPê jî bo rêliber wê yekê bigire bazarên azad vedike û li wan bazaran fêkî û meywe bi erzanî difroşe.

Li çend bajarên Tirkiyê bazara firotina fêkî û sebze dest pê kiriye. Ligor zanyariyan bo wergirtina fekiyê erzan hemwelatî belkî 2 saetan di rêza kirîn û firotina fêkî de cî digrin.

Ligor çavdêran qeyrana darayî li Tirkiyê rûdide û ji bilî fêkî û sebze hemû kelûpelên xwarin û vexwarinê zêde bûne.  Liser biryara Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan bazarên azad ên fêkiyan hatine danîn û hemwelatiyên bixwazin fêkî bistînin divê 2 saetan di rêza kirîn û firotinê de cî bigrin.

Medyaya Tirkiyê çend roje bi giringî behsa vê meseleye dike. Medyaya nêzîkî AKPê destxweşiyê li hikûmetê dike. Lêbelê medyaya ser bi opozîsyonê jî vê meseleyê gelekî rexne dike û amaje bi wê yekê jî dike ku aboriya Tirkiyê ber bi rûxanê de ye.

Ligor hin çavdêran eger hikûmet wê pirsa bihayê sebze û fêkî çareser neke wê di demeke nêzîk de wê bihayê sebze û fêkî ji aniha jî bihatir bibe.