Qanûna bûdceya îsal ya Iraqê di rojnameya fermî de hat belavkirin

Pişka Kurdistanê %12 hatiye hesibandin

11/02/2019 - 10:29 Kategori Aborî

BasNews – Qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê, di rojnameya fermî de hat belavkirin, bi vî rengî qanûna han ket piratîkê.

Berpirsê giştî yê rojnameya “El Weqayêi El Eraqiye”, ku rojnameya fermî ya dewleta Iraqê ye, Kamil Emîn Haşim ragihandiye, qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê îro di rojnameya fermî de hat belavkirin.

Li gorî qanûnên Iraqî û gelek welatên din, her gava qanûnek di rojnameya fermî de were belavkirin tê wê wateyê ku ew qanûn dikeve piratîkê.

Beriya niha jî Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên gotibû, her gava qanûna bûdceya Iraqê ket piratîkê wê çaxê emê dest bi şandina pişka Herêma Kurdistanê bikin.

Bûdceya îsal ya Iraqê derdora 105.5 tirîlyon dînar e. Bûdceya Herêma Kurdistanê berê %17 bûdceya Iraqê bû lê rewş wek berê nemaye û bûdceya Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, hikûmeta Iraqê ji hikûmeta Kurdistanê re gotiye, eger Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê wê çaxê Bexda dê %12 bûdceya giştî bide Kurdistanê.