Aboriya Tirkiyê ber bi xirabiyê diçe

05/02/2019 - 17:53 Kategori Aborî

BasNews - Li Tirkîyê di nav 15 salên dawî de enflasyona herî zêde di meha Çileyê ya 2019an de, pêk hatiye.

Sazîya Amarên Tirkîyê (TÛÎK) helewsena bihayê kirînê (TÛFE) enflasyona vê salê ya meha Çileyê aşkere kir. Li gorî helewsana bihaya kirînê di nav 15 salên dawî de enflasyona herî zêde di sala 2019an meha yekê de pêkhatiye.

Li gorî mehek berê ji %1.06, li gorî salek berê ya meha 2018an ji %20.35 zêde bûye. Bendewarîya enflasyonê ya mehane di %1.12 û ya salane jî %20.47 bûye.

Ligor çavdêriya aborînasan bihabûna kelûpelan li bazarê tesîr li hemwelatîyên Tirkîyê jî dike. Lewre Mûçeya karker fermanberan nayê zêdenebûye lêbelê bihayê kelûpelan di bazarê de gelekî zêde bûye.