Çend agahiyên kirîtîk li ser pişka Kurdistanê di bûdceya Iraqê de

29/01/2019 - 09:45 Kategori Aborî

BasNews – Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, êdî eger alozî jî bikeve navbera Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta Iraqê dê her mûçeyê pêşmerge û karmendên Kurdistanê bide.

Çend roj berê parlementoya Iraqê qanûna bûdceya îsal ya Iraqê pesend kir. Ji bona ku ew qanûn bikeve piratîkê, divê ji aliyê serokomar ve were îmzekirin.

Parlementerê kurd û endamê firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê Ehmed Sefar li ser bûdceya Iraqê û pişka Kurdistanê ji heftenameya Basê re, ku hejmara wê ya nû îro derket, gotiye, di qanûna bûdceya îsal ya Iraqê de çend xal di berjewendiya gelê Kurdistanê de ne.

Ehmed Sefar daye zanîn, yek ji wan xalane mûçeyê pêşmerge û karmendên Kurdistanê ye. Li gorî benda “C” ya madeya 10 ya qanûna bûdceyê, eger alozî jî bikeve navbera Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta Iraqê dê her meh 522 milyar dînar bo mûçeyê karmend û pêşmergeyan bide Kurdistanê.

Wî endamê parlementoya Iraqê her wiha ragihandiye, Bexda razî bûye diravê wan cotkarên kurd yên ku genimê xwe dane hikûmetê, jî bide. Bexdayê her wiha 5 milyar dînar wek diyarî bo pirojeyên hinek parêzgehên Kurdistanê terxan kiriye. Ev kujma dirav girêdayî bûdceyê nîne, tenê wek diyarî hatiye terxankirin.

Wekîlê berê yê Wezareta Darayî ya Iraqê, Fazil Nebî jî ji Basê re gotiye, qanûna bûdceya Iraqê dê meha Adara îsal bikeve piratîkê û ji wê demê ve dê mûçeyê karmendan û pêşmerge ji aliyê Bexdayê ve were dayîn.

Di bûdceya giştî ya Iraqê de, ku 105.5 tirîlon e, pişka Kurdistanê 10 tirîlon û 800 milyar dînar hatiye hesibandin, ew jî bi şertê ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.