Kompaniyên Japonyayê jî wergirtina neftê ji Îranê rawestandin

BasNews - Kompaniyên neftê yên Japonyayê wergirtina petrolê ji Îranê ji bo heyamekê rawestandin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Kyodo, Serokê Yekitiya Nefta Japonya Takashi Tsukioka di civîna çapemenî ya li Tokyayê ragihand ku sizayên Amerîka yên li ser Îranê bandor li ser wergirtina petrola ji Îranê kiriye.

Tsukioka ragihand ku kompaniyên neftê yên Japonyayê wergirtina petrolê ji Îranê bo demkî rawestandine.

Amerîka ku ji rêkeftina atomî ya li gel Îranê vekişiyabû û biryara sepandina sizayan li ser Îranê dabû,jji kompaniyên Japonyayê jî xwestibû ku heta 4ê Mijdarê ku dê beşa din a sizayan li dijî Tehranê bikevin dewrê, hemû xebatên xwe yên li Îranê û wergirtina neftê ji Îranê rawestînin.

Kompaniyên neftê yên Japonyayê wergirtina neftê kêm kiribû û herî dawîn jî biryara rawestandina neftê dan.

Berî niha kompaniyên Koreya Başûr û Fransayê jî wergirtina neftê ji Îranê rawestandibûn.