Duhok…300 projeyên ku hatibûn rawestandin dest bi bicîhanîna wan hate kirin!

Herman Xalîd

BasNews – Li sînorê parêzgeha Duhokê dest bi bicîhanîna 300 projeyên xizmetê tê kirin.

Berî naha encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ferman dabû parêzgehan ku dest bi bicîhanîna projeyên ku nehatine temam kirin bikin û her peymankarekî ku projeya xwe bicîh neyne jî, eger karê xwe temam neke dê moleta wî ya karkirinê jê bê standin.

Cîgirê parêzgerê Duhokê Osman Îtotî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, biryara destpê kirina 300 projeyên Duhokê hatiye dayîn û beşek ji wan destpê kiriye, beşek jî li benda geheştina pare ne.

Herwaha ragehand, ew projeyên li ser dahata wezaretane dê bên bicîhanîn dest bi karên xwe kirine.

Ji sala 2013ê ve ji ber birîna beşa budceya herêma Kurdistanê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ya sala 2014ê de, herêma Kurdistanê rastî krîzeke darayî ya giran hat.

Ji ber wê krîzê hikûmetê proje ragirtin û naha ji ber başbûna rewşa aboriya Kurdistanê, hikûmetê biryara destpê kirina projeyan da.