Banka navendî ya Iraqê: Ew pere ne bo mûçeyê karmendên Kurdistanê ye

Bexdayê 250 milyar dînar şandibû Hewlêrê

Şivan Berzencî 

BasNews – Banka navendî ya Iraqê ragihand, ew pereyê ku beriya niha şandine Hewlêrê, ne ji bo mûçeyê karmendên Kurdistanê ye.

Meha borî hikûmeta Iraqê 250 milyar dînar şandibû Hewlêrê. Hikûmeta Kurdistanê ragihandibû ku ew pere ne yê hikûmeta Kurdistanê û li banka navendî ya Iraqê hatiye danîn û ti pêwendiya wê jî bi Kurdistanê re nîne.

Berdevkê banka navendî ya Iraqê Eyser Cebar ji BasNewsê re got, ew pere bo karûbarên banka navendî ya Iraqê ne bo mûçeyê karmendên Kurdistanê.

Eyser Cebar da zanîn, ew pere bo pêkanîna piroje û pirogramên banka navendî ya Iraqê ye û got, di demek nêzîk de emê li Herêma Kurdistanê hinek pirojeyan pêş bixin û hewl bidin karmend û sermiyandarên Kurdistanê ji wan pirojeyan sûdmend bibin.