Bexda parê cotyarên Duhokê rêdike!

Emîr Etrûşî

BasNews – Hikûmeta Iraqê parê cotyarên bajarê Duhokê rêkir û biryare li ser wan bê belav kirin.

Endamê lijneya kiştûkal li parlamentoya Kurdistanê Ziyad Husên ji BasNewsê re ragehand, îro 08.02.2018ê 39 milyar dînar parê cotyarên parêzgeha Duhokê dê îro bigehe Duhokê.

Ziyad Husên ragehand, ew 39 milyar dînar beşek deynê genimê salên 2016 û 2017ê yê cotyarên parêzgehê ye, ‘’Naha li banqa Hewlêrê ye û îro dê ji Duhokê re bê rêkirin.’’

Salane cotyarên Kurdistanê genimên xwe radestî sayloyan dikin, ku hikûmeta Iraqê serpereştiya wê dike û wek dijatiyek ji gelê Kurdistanê re, hikûmeta Iraqê pareyê wî genimê cotyaran direng rêdike. Heta naha hikûmeta Iraqê parê çend salên borî yên cotyarên Kurdistanê nedaye.