Şîrketa Shell bîra neftê ya Mecnûn bicîh dihêle!

Şerîf Felah

BasNews – Malpera Iraq oil raport di nûçeyeke xwe de belav kir, Iraq di cîha ku hewl bide şîrketa Shell wegerîne (ku dixwaze bîra neftê ya Mecnûn bicîh bihêle) hewla wê yekê dide ku berhemanîna li bîra nefta Mecnûn du car hinde zêde bike.

Li gor heman çavkaniyê hejmarek şîrketan daxwaz kirine ku di cîha şîrketa Shell de li bîra Mecnûn kar bikin. Ji wan jî Total, Shevron, Briths Petrolyum û hwd.

Shell di îlona 2017ê de ragehand ku dê dest ji pişkên xwe yên li  bîra Mecnûn bîne, ku peymana xizmeta teknîk di sala 2009ê de pêkanîbû.