Gazpromê li Bedreyê berhemanîna petrolê kêm kir

BasNews - Kompaniya Gazprom a Rûsyayê eşkere kir ku wan berhemanîna petrolê li bloka petrolê ya Bedre ya Iraqê kêm kiriye.

Li gor nûçeya Reutersê kompaniya Gazpromê ragihandiye ku li gorî pêşbîniyên wan bloka Bedre ya petrolê di warê jeolojiyê de gelek aloz e.

Gazpromê li bloka Bedre, sala 2014an dest bi berhemanîna petrolê kiribû. Bedre bi ser parêzgeha Wasit a Iraqê ye. Gazpromê rojane 85 bermil petrol wê derê derdixist. Dihat çaverêkirin ku rojane 170 bermil petrol ji bloka Bedre were derxistin.