Cotkaran erdên xwe çandin

BAS - Bilal Adlığ

Kurdistan, welatekî wisa ye ku çar demsalên salê jî mirov dikare çandiniyê bike û ji zeviyênxwesûdêwergire. Demsala payîzê û bi taybetî jî payîza dereng dema cotkirin û rakirina erd û zeviyan e. Di vê demsalê de cotkarên Kurd dest bi liv û tevgera çandiniya erd û zeviyên xwe dikin. Cotkarên ku wê vê demsalê genim, cîh, nîsk û çendîn cûreyên din biçînin di vê mehê de erdên xweradikin û çandiniyaxwetov dikin. Bi taybetî jî herêma Mêrdîn, Botan, Diyarbekir û Rihayê ku deverên bihara wan zû tê, çandinîzûdigihîje, divanrojên dawîn de cotêxwe kirin û çandiniyaxweçandin. Em bi cotkarên Bakurê Kurdistanê re li ser çandiniyên wan ên îsal û hêviya wan ji salê axivîn.

“Ev 10 sal e dewlet bi heman bihayî distîne”

Mehmet Ahparê Cizîra Botan dibêje eger ne ji tunebûna derfetan bûya min ev kar nedikir û dewletê jî debra min wisa bi erzanî ji xwe re nedikir mal û milk. Em cotkar bi sala sax bi çandiniyên xwe re mijûl in, cot dikin, gubre dikin, av didin û derman dikin lêbelê dema firotanê dewlet bihayekîgelek hindik dide çandiniyên me û ji me dikire. Ahpar axaftina wiha didomîne: “Zarokên min hûr in. Nêzî 100 donim erdê min ê çandiniyê heye. Ez her salê cûreyek çandinî diçînim lê mixabin her sal dîsa vedigerim weke dema berê. Tu karê min ji vî karî nîne ji ber ku ev deh sale dewletdebrên me bi heman bihayê distîne an jî me mehkûmê destê alafan dike û alaf jî li gor kêfa xwe bihayê wê diyar dikin.”

“Welatê me berhemdêr e”

Cotkar Salih Derman jî diyar dike ku ji polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê yên çandiniyê ne memnûn in û divê teqez ev polîtîka bên guhertin. Derman di berdewamiya axaftina xwe de wiha diaxive: “Ez ji Sirûca Rihayê me. 300 donim erdê min ê çandiniyê heye. Ez her sal gilgil, genim û ceh diçînim. Ev zêdetirî deh sal e ku bihayê genim weke xwe ye. Nizanim bê ka dê halê meyêcotkaranwêçawa be. Dewlet bi polîtîkayên xwe yên şaş, dike ku cotkarên Kurd ji karê xwe qet pere qezenc nekin. Welatê me xwedî dewlemendiyeke mezin e. Lê mixabin ji ber bikaranîna dermanan û gubreya zêde êdî axa me jî her diçe lawaz dibe. Bifikirinkudewletêbivanpolîtîkayên xwe wisa kiriye ku welatekî weke yê Kurdan wisa berhemdêr e ku mirov dikare salê sê caran berheman jê bigire û ew welat niha sewze û kel û pelên xwarinê ji derve tîne. 

HEFTENAMEYA BAS